“PKKê keça min dizî, dema xwastî baz bide, kuşt”

"PKKê keça min dizî, dema xwastî baz bide, kuşt"
  • Nivîsîn: Karo Hewraman
  • Beşa sêyemîn

Çamiskî Alîgirê hizra Ocelan e!

Belavbûna nûçeya revandina keçeke 13 sal ya Rojhilatê Kurdistanê û piştre ragihandina nûçeya can ji dest dayîna wê bi malbata wê ji bal Partîya Karkerên Kurdistanê ve, veciniqînek din bû li ser xeter bûna pîlanên PKKê û hevpeymanên wê, carek din vê nûçeyê sitrakçera Rojhilata Kurdistanê hejand, ya ji vê kiryarê nexweş tir ew hêncet bûn ku dûvketîyên hizra xwar û xîç û dije netewe ya Apo ji boy karên dije mirovatî yên partîya xwe digrin.

Dûvketîyên PKKÊ li ciyê ku daxwaza lêborînê bikin û danpêdanê bi şaşitîyên xwe bikin, weke her car mîtoda xapandina xelkê û serda birina wan bi kar anî û Dayikek dil sotî di girteyek vîdyoyî de ku hêsiran dibarîne ji ber karê PKKê, lê belê alîgrên PKKê di bersivê de dibêjin: “ev malbat di warê abûrê de hejarin Çamiskî Alîgirê hizra Ocelan e”.

Qurbaniya ev care ya PKKê/PJAK ê weke hemû caran malbateke wilatparêz a kurdane ku kolavê siloganên PKKê çûye serê wan û bi vê dîtinê ku ev rêxistin ji bo Kurdistanê tekoşînê dike, hemû şiyanên xwe ji bo xizmet kirina gerîlayên partîya karkerên Kurdistanê ku bi awayek azad li Rojhilatê Kurdistanê tev digerin, terxan kirîne.

PKKê keça 13 sal revand çiya, piştre û dema ku wê xwestî baz bide ew kuşt û bi dayka wê re gotin ku şehîd ketîye

Dayîka keçê di girteyek vîdyoyî de dibêje: “PKKê li ciyê wan hemû xizmet û başiyên me, keça min ya 13 sal dizî û revand çiya, paş vê yekê herçend min lava ji PKKê kirin tu zanyarîyek li ser rewşa keça min neda min û li dawyê ji min re got ew şehîd ketîye, ciyê şehîd ketina wê jî bi rastî ji min re na bêjin, lê ya rast keça min di demekê de ku dixwest ji destê wan xelas bibe û breve ji bal PKKê ve hatîye kuştin”.

“Esrîn Mihemed” ya berniyas bi “Sonya”, keçek 13 sal bû, ew endama malbateke wilatparêz ya bajarê Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê bû, li havîna sala 2017an ji bal PJAK ê ve hat revandin, malbata wê ku pirr xizmet ji bo gerîlayên PKKê/PJAK ê encam dabû, pirr caran xwest zaroka xwe bibînin yan her hîç nebe ji wan re bibêjin keça wan li ku derê ye, lê belê weke hemû malbatên gerîlayên PKKê ew bê bersiv man.

Hesen Mihemedî û Meryem Xizirî, bav û dayikên Esrînê, di gilî nameyekê de daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê û saziyên navdewletî dikin daku li pirsa wan xwedî derkevin, lê belê ev gilî name weke hemû gilî nameyên din tu bandorekê li PKKê nake.

Di çendîn rojên rabûrî de Meryem Xizirî, dayka Esrînê, bi rêya girteyek vîdyoyî nûçeya can ji dest dana keça xwe parve kirîye û têde gotîye: “herçend ku PKK bê ku amajê bi ciyê wê bikin bi tenê bi wan re ragihandiye ku Esrîn şehîd ketîye, lê di rastî de Esrînê xwastiye ji destê PKKê breve û ji bal vê rêxistnê bi xwe ve hatîye şehîd kirin”.

Meryem Xizirî dibêje: “ev kiltûra xwesepên ya PKKê/PJAK ê ku ji girava îmraliyê û navê Apo hêza xwe distîne, li Rojhilata Kurdistanê tu pêge û pêşerojek nabe”.

Serpêhatiya tirajîdî ya Esrîn a biçûk, carek din civaka Rojhilata Kurdistanê hejand, bûyera revandina Esrînê ne bi tenê careke din perde li ser dije însanî bûna PKKê hilda, belku ew karesatên tirajîdî jî li bîra me anîn ku di berê de partîya Apo li dijî zarokên Kurdistanê bi giştî û Rojhilata Kurdistanê bi taybetî encam dane.

Çalakvanên siyasî û medenî, roşenbîr û beşekî berçav ji xortên Rojhilata Kurdistanê, ji bilî şermezar kirin û îdanekirina karên dije însanî yên PKKê, tekez kir ku ev çanda xwesepên ya PKKê/PJAK ê ku ji gireva Îmraliyê û bi navê Apo hêza xwe distîne, li Rojhilatê Kurdistanê ti pêgeh û pêşerojek nabe.

Rojhilatiyên tam Bakur

Dûvketiyên PKKê/PJAK ê li Rojhilat digotin ku Esrîn ji ber birçî bûnê çûye çiya pêwîstîya wê bi PKKê hebû!!

Ew hejmara hindik ya kesên li Rojhilata Kurdistanê alîgirî ya PKKê dikin û zor alavên wan jî hene ji bo alîkarî kirina wan bi rêya saziyên ewlehî yên Îranê, tekoşînê dikin bi peçinîna vê mijarê, cînayetên Partîya Karkerên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bi veşêrin.

Ev kême dovelankên Ocalan ku li Rojhilatê Kurdistanê de bi “Rojhilatî yên tam bakûr” dihên nas kirin, ji bo veşartina karên qirêj yên PKKê, hinek hêncet bi kar di înan ku îzaya wê ji cînayetê bi xwe bi jan tir bû, hinek ji wan digot malbata Esrînê hejar û belengaz bûn û Esrîn ji ber birçî bûnê çûye çiya pêwîstîya wê bi PKKê hebû!! Li virr însan hêbetî dimîne ku ayolojîyek çi qas dikare wijdana însanan lawaz bike û nehêle ku zaroyê însanekê birevînî û piştre bibêjî daku ji birçîbûnê ne mire me ew revandîye!

Pirsyar eve weke çewa li vîdyo ya Meryem Xizirî dayîka Esrînê de bi zelalî îmaje pê dike û her wiha yên ku malbata Hesen Mihemedî nas dikin, mala vê malbatê li gundê “Keçel awa” ye û berdewam ciyê vehewyan û pêdana xwarin û pêwîstiyên gerîlayan bûye, anku ger ew qas hejar bûn çima gerîla hertim li ser sifreya wan bûn û pêtir barê wan giran kirîye û ew pêtir hejar kirîne? Hemwext ev pirse jî dirust dibe gelo hûn bi xwe nabêjin felsefeya Apoçîtyê xortan ber bi sengerên PKKê dikêşe lê çewa dibe Esrîn ji ber birçî bûnê ber bi PKKê çûye? Gelo PKK rêxistineke mafyawarî ye ku kesên birçî li cem xwe kom dike û li ciyê pêdana xwarinê û ciyê manê, weke amûrên şer bikar diîne û şerî bi wan dike? Gelo raste ku dibêjin PKK şîrketa şere û bi pere şerî ji bo dewletan dike?

PJAK

Her kes baş dizane ku di wan pirtûkên bi navê Ocalan hatîne nivîsîn yek ji sereketirîn mijaran “perwerde ya aydolojîk e”, anku perwerde kirina aydolojîk ya zarokan beşekî esas ji wan nerînan e ku alîgrên PKKê û Ocalan bi felsefeya Apoçîtî bi nav dikin.

Gelo dibe Ocalan û PKK fêm nekin tevlî kirin û beşdarî kirina zarokan di şer de çi qas bandorek xirab li ser nav û î’tîbar û sum’eta şorşa rizgarîxwaza kurd û çanda Kurdistanê li ast navçeyê û li asta navdewletî de dike? Gelo dibe Ocalan û dovelankên wî ew qas nezan bin ku bandora xirab û nigetîv ya zaroyên şer li ser pêşeroja Kurdistanê û civaka kurdî fêm nekin? Bi nerîna min ew baş ji bandor û encamên xirab û nîgetîv yên beşdarî pê kirina zaroyan di şer de li ser niha û pêşeroja Kurdistanê fêm dikin, her ji ber vê yekê berdewam zarokan di revînin û wan çekdar dikin.

 PKK li dema heyî heya niha bi zana bûn li dijî Kurdistanê tev digere, ger dor ji hizbatî yê û bi lojîk û mentiq bifikirîn wê bibînîn ku xwe yek hizir û karê PKKê nîne ku xêrek ji bo Kurdistanê têde be?

Alîgir û serkirdeyên PKKê li ciyê danpêdanê bi şaşitîên xwe û lêborîn xwestin ji wan malbatên ku zarokên wan bi sedema vê rêxistnê canê xwe ji dest dane, her carê û bi hêncetekê mijarê berevajî dikin, di berisva dayka Esrîn a cangorî de û dema karên zarok revandinê yên PKKê dihên rexne kirin, dibêjin felsefeya Apo Cîhan hêbetiyê xwe kiriye û Çamiskî alîgirê hizra Apo ye!!

Wiha hizir bikin ku Mussolini û Hitler û Stalîn jî alîgrên hizrên Ocalan in, lê ev yek wê çi derdekî ji dayîkekê re derman bike ku keça wê ya 13 salî were revandin û piştre were kuştin û nizane tirba wê li ko derê ye? Ev yek wê çi derd ji Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê derman bike ku zêdetirîn zirar bi wan gihiştine bi sedema PKKê û siyaseta wê dije netewe bûna Kurdan? Ev yek çewa dikare jana dagîrkariya ‘Efrînê û Serêkaniyê rihet bike? Gelo dibe bi vê sefisetê çiyayê Şekîf û Xwakurk û Casosan û dehan ciyên din yên stratejî yên Kurdistanê ku bi sedema PKKê di destê kurdan de nemane careke din werin rizgar kirin?

Zarokên 11 û 12 sal daxbarî felsefeya Apo bûn û bi heza xwe tevlî rêxistna PKKê bûne!!

APO

PKKê çendîn salan pêş niha komek ji zarokan li gundê “Nê” yê navçeya Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê revandibûn. Dema gelê Rojhilat fişar li PKKê kirî, ragihandina PKKê vîdyoyek ji wan zarokan parvekir û xwest wiha nîşan bidin ku ev zarokên 11 û 12 salî daxbarî felsefeya Apo bûn û bi heza xwe cûne nava rêxistna PKKê de, ya balkêş ew bû her di wê vîdyoyê de zarok di esas de her navê Apo nizanin û dema daxwazê li wan dikin bibêjin “bijî serok Apo” zarok dibêjin: “bijî serok Ako”.!

Pirsyara girîng eve ku ev senaryo ya zarok revandinê û piştre xelk bi nezan hesab kirina PKKê wê çi dem bi dawî be? Gelo dema vê yekê nehatîye ku gelê kurd bi giştî û gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî helwestek cidîtir li himber van karên qirêj yên PKKê nîşan bidin? Gelo rêxistinên çalak di warê mafên mirov û zarok û jinan de, heya kengî dixwazin dengê xwe ew qas blind nekin ku civaka navdewletî wî dengî bibihîse?

Pirsyar zelale û pêwîst bi tu sefisetê nake, partîya karkerên Kurdistanê PKK zarok ji hembêza germa malbata wî revandîye, ew bi zordarî çekdar kirîye û piştre weke dayka keça biçûk dibêje, dema xwestî ji destê PKKê baz bide, gerîlayên PKKê li wê xistiye û ew kuştiye, pêwîst bi to hinceta nake yan eve tu hevrayî digel PKKê û wê han didey zarokên zêdetir birevîne û wan bide kuştin yan eve hestek însanî û neteweyî di hundirê te de heye û vî karê qirêj şermezar dikî û hemû awayekê dixebitî daku zarokên kêmtir bibin qurbanîyê siyaset û perwerde ya aydolojîk û zarok revandina Apo û partîya karkerên Kurdistanê.

Gelê Rojhilat jêre û kolavê PKKê û Îmraliyê li ser xwe nakin, ciyê hizra xwesepên ya “Biratîya Gelan” û zarok revandinê di çanda Rojhilat de nîne

Tişta ku bala mirov dikşîne eve PKK dixwaze bi bas kirin li êrîşên Tirkiyê bo ser axa Başûrê Kurdistanê, li pêla hestên neteweyî yên gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê suwar bibe û bi vê yekê behaneyan ji bo karên xwe yên dor ji mirovatiyê peyda bike, lê wiha diyare PKKê gelê Rojhilat nas nekirîye, wiha diyare karvedana kurdên Rojhilat ji bo referandoma serxwebûna Kurdistanê û mijarên din yên neteweyî li bîra wan nemaye û fêm nake gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihiştîye asteke wiha ji xwe nas kirina neteweyî ku bikare vê yekê fêm bike ku PKK û Tirkiye bi rêya Îmraliyê berçav dikin.

Xortên kurd li Rojhilatê Kurdistanê û roşenbîr û xebatkarên vê parçeya Kurdistanê ji vê yekê hoşyar tir û jîrtirin ku PKK bi hinceta êrîşên Tirkiyê li ser herêma başûrê Kurdistanê bikare wan bixapîne û karên wê yên dije mirovatiyê bipeçîne, PKK û Rêveber û Axayên wê û ew kême Kurdên “Rojhilatî yên tam Bakur” pêwîste carekî ji bo heta heta vê rastiyê fêm bikin ku çanda Rojhilatê Kurdistanê çandeke neteweyî, demokratîk, însanî, mirov perwer û bi exlaq e û tu cîyek ji bo hizra xwesepên ya dije netewe “Biratîya Gelan” û zarok revîn û dije exlaq têde nabe.

Di beşa çaremîn de wê tekoşînê bikîn şîroveyekê ji bo dawî giftûgoyên “Siyamend Mu’înî” bikîn ku ji bal PKKê ve weke serokê PJAK ê hatîye danan û yek ji şertên mana wî di posta xwe de eve ku dijî hizra neteweyî û şunas xazî û serxwebûna kurdan daxuyaniya bide.

Ji bo dîtina beşa duyemîn vir kilîk bike

Li benda me bin

Pustên heman beş