Hevserokê PJAK ê: “me digel Îranê tu pisgirêk nîne”

PKK-Rojhilat
  • Nivîsîn: Karo Hewraman
  • Beşa çaremîn

Siyamend Mu’înî, hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê “PJAK”, di beşdarî kirinekê de li bernameya “Rave” a kenalê “Aryen TV” ya PKK ê, ragihand Tirkiyê dixwaze pirsgirêkan dinavbera PJAK ê û Komara Îslamî ya Îranê de dirust bike daku şerê hevdu bikin. Hevdem hevserokê PJAK ê komek mijarên din derxistin holê ku dibe em pêtir şiroveyên bo bikîn. Siyamend di beşeke din a axaftinên xwe de êmaje bi êrîşên “Kone Masî”yê kir û weke bixwaze rewatiyê bi êrîşên Tirkiyê bide ragihand di vê êrîşê de 4 gerîlayên PJAK ê hatîne hedef kirin.

PJAK: yên ku ji bal Tirkiyê ve hatye armanc kirin, gelê sivîl nebû belku “4 gerîlayên me bûn ku ji bo karek rêxistnê di erkê xwe de bûn û kincên medenî li ber wan bûn”

Ajansa ANF a PKK ê di raporekê de êmaje bi girîngtirîn axaftinên hevserokê PJAK ê di wê bernama telefizyonî de kir û nivîsandiye: “hevserokê PJAK ê bas li êrîşên seyrangeha “Kone Masî” kir û ragihand: çar hevalên me di dema erkê xwe de ku bi mebesta karekî rêxistnê li kunemasî yê re derbas dibûn û kincên medenî jî di ber wande bûn lê belê ji bal dewleta Tirkiyê ve êrîşî wan hat kirin….”

Siyamend Mu’înî bi bas kirin li êrîşa Kone Masî, ku wisa diyare yeke ji armancên sereke yên beşdarbûna wî di bernameya telefizyonî de jî û di hemû medya û çapemeniya PKK ê de jî hat parvekirin, weke cîyekî bi temamî medenî û dûr ji navçeya şer, bertekên dijwar li pey xwe anîn û zexteke zêde li ser rayedarên Enqere yê dirust kirbû. Bi taybetî belavbûna vîdyo ya êrîşê û yariyên zarokan û qurbanî bûna jin û zarokan di vê êrîşê de wisa kir ku piraniya navend û çalakvan û rêxistinên mafê mirovan vê êrîşê pirotesto bikin û li ser mezlûmiyeta Kurdan bêne deng. Lê belê emê dibînîn ku PJAK destpêkê bi ragihandinekê û paşan bi van axaftinên serokê PJAK ê alîkarya Tirkiyê dike û dibêje civaka navdewletî, yên ku ji bal Tirkiyê ve hatye armanckirin, gelê sivîl nebû belku “4 gerîlayên PJAK ê bûn ku ji bo karek rêxistnê di erkê xwe de bûn û kincên medenî li ber wan bûn”.

Ev daxuyaniya Siyamend Mu’înî ne bi tenê hincet ji bo vê êrîşa Tirkiyê dirustkir belku ji niha pêde ger Tirkiye li navçeyên din ên Kurdistanê jî gelê sivîl hedef bike, ev care civaka navdewletî wê pirr bi goman lê binêrin û a piştrast nabe ku qurbanî gelê sivîl yan dîsan gerîlayên PKK ê û PJAK ê bûn û bi kincên medenî di erkê xwe yê ‘eskerî de bûn.

Beşek ji daxuyaniya hevserokê PJAK ê di vê bernameya telefizyonî de rastîyek têde heye ku ji bo vê yekê pêwîste li ser bisekinîn û zêdetir zelal bikîn. Siyamend Mu’înî di beşeke axaftinên xwe de dibêje: “dewleta Tirkiyê şereke hemû alî digel gelê Kurdistanê daye destpêkirin û hemû tekoşîna wê ji bo vê yekê ye ku Îranê bêxe di nava şerekî de digel bizava me “PJAK ê”. Di van axaftinên xwe de hevserokê PJAK ê dikit qîrî û hawar dike wan weke PJAK ê, ti prisgirêk û şer digel rejîma Îranê de nîne û Tirkiye rolek xirab digêre û dixwaze wan bi şer bixe. Ger ev axaftine ji bal rêxistinên parçeyên din yên Kurdistanê ve werin kirin dibe axaftineke pirr ecêb nebe jiberku madem meydana xebata wan di nava erdnîgariya Îranê de nîne, tiştek normal e digel Îranê tu pirsgirêka wan nebe! Pirr ne lojîkî ye ku bibêje me digel Îranê ti prisgirêk nîne û xerabkar dixwazin me bi şer bixin. Dibe bi tenê di felsefeya PKK ê û îmraliyê de bigunce ku beşekî ji gelê wilatek dagîrkirî bigihînî rizgariyê û azadiyê lê belê di heman dem de te ti pirsgirêkek digel dewleta dagîrkar da nebe!!

SIYAMEND MU’ÎNÎ, PÊWENDIYÊN DINAVBERA TEHRANÊ Û “PKK Ê/PJAK Ê” PIŞTRAST DIKE

Pêwîste rizgarîxwaz û wilatparêzên Kurdistanê sipasiya Siyamend Mu’înî, hevserokê PJAK ê bikin jiberku rastîyek haşahelnegir bas kiriye. Bê goman rastî ev nîne ku tu dê bikarî Rojhilatê Kurdistanê azad bikî û ti pirsgirêkek jî ji bo te digel Îranê dirust nebe. Belku rastî eve ku di esas de armanca PKK ê/PJAK ê rizgar bûna netewî nîne, ne li Rojhilatê Kurdistanê ne jî li parçeyên din yên Kurdistanê.  Felsefeya Apoçîtiyê di esasa xwe de bawerî bi pirsa netewî a Kurda û xebata wan a rizgarîxwaz nîne û di çarçûveya îdyema “Biratiya gelan” û îdyemên din ên weke vî, tekoşînê dike hez û armanca rizgarîxwazane ye netewa Kurd bi kevneşop û paşketî bi nav bike. Anku dema rewşenbîr û nivîser û xebatkarên bizava rizgarîxwaza Kurd bas lê dikin û dibêjin PKK/PJAK beşekin ji pirojeya Îranê û dagîrkarên din ên Kurdistanê bo ji rê derkirina xebata rizgarîxwaza gelê Kurd, ev her qas rastîyek pirr tal jî be,   lê belê pêwîste gelê Kurd û bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê qebûl bikin.

Axaftinên Siyamend weke serokê PJAK ê her çend bê goman ji sawîlke bûna xwe bas kirîne lê belê selmînera wê rastiya tal û belgeyek haşahelnegire ku pêwendiyên dinavbera tehranê û “PKK ê/PJAK ê” piştrast dike. Herçend nîşane yên van alîkarîyan ji bo hejmarek zêde ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re zelal bûye, lê belê pêwîste kesên ku hindik şik jî hebe li ser pêwendiyên dinavbera “PKK ê/PJAK ê” û Îranê de êdî pişt rast be ku xetere ya PJAK ê li ser pêşeroja xebata rizgarîxwaza Kurd, xetereyeke cidî ye. Ger hebûna bingehên “PJAK/PKK ê” bi eşkereyî li navçeyên Rojhilata Kurdistanê û bi azadî hatin û çûna azadane ya gerîlayên PJAK ê ew piştrast nekirbin, pêwîste êdî î’tîrafa serokê PJAK ê me pişt rast bike ku PJAK dujmina Îranê nîne. Ger î’tîrafa serkirdeyên din ên PKK ê li ser hebûna nivîsîngeha nûneratiya PKK ê li tehranê û nexweşxaneya vê Partiyê li Ormîyê, ew pişt rast ne kiribin ji pêwendiyên dinavbera PKK ê û tehranê de, êdî dema vê yekê hatye “em nebîn sênîya gerimtir ji xwarnê” û bi van axaftinên Siyamend Mu’înî fêm bikîn ku PJAK pirojeyek hevbeş ê PKK ê û Îranê ye û hedefa wê ji bilî dijatî kirina bizava rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê û ji rê derkirina heza serxwebûn xwaziyê li wê parçeya Kurdistanê û dirêj kirina jîyê Komar Îslamî ya Îranê ye, ne tu tiştek din.

GER SIYAMEND RAST DIBÊJE ÇIMA ÊRÎŞÎ ÎRANÊ NAKE Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ AZAD NAKE?

Diyare paşan Siyamend Mu’înî gefan li Îranê dike û dibêje ger karên Tirkiyê bandorê li Îranê bike û bixwaze şerê me bike, li wê demê PJAK wê şerî bibe di nava kûratîya bajaran, hevdem êmaje bi vê yekê jî dike ku Îran a lawaze û nikare şerê PJAK ê bike! Ev yek jî pirr zelale silogana vê yekê ku ew wê şer bibin nava bajarên dewletên dujmin, axaftinek dem bi serve çûyî ye ku PKK ê pêş dagîrkirina ‘Efrînê û Serêkaniyê û navçeyên din ên Rojava Kurdistanê bas dikir û me bi çavê serê xwe dît Tirkiyê ew navçe û bajar dagîr kirin lê belê tu dengek ji PKK ê nehat ne li çiya ne jî di nava ti bajarekî Tirkiyê de. Ev silogane bûye siloganek ku dûvelankên PKK ê pê fêr bûne û berdewam dubare dikin, ger na ew bi xwe jî baş fêm dikin ku tu caran kar bi vî siloganî ne hatiye kirin û nayê kirin. Diyare PKK ê pirojeyekî Tirkiyê bi navê şerê xendekan li Bakurê Kurdistanê (ne di nava bajarên Tirkan de) cîbecê kir û me dît ji blî wêranya zîdetir a Kurdistanê, qurbanî kirina xortên şoreşgêr û xwedî hestên netewî, tirs û derbeder kirina zêdetir û bê hêvî bûna Kurdan li wê parçeya Kurdistanê, tu derencameke pozetîv ji bo Kurd û Kurdistanê li pey xwe neanîn. Lê ewê ku dibêje komara îslamî ya Îranê nikare şer digel PJAK ê bike û wisa diyar dike ku PKK li rejêma Îranê bihêztire,  vê pirsyarê di afirîne ku ger Siyamend rast dibêje çima êrîşî Îranê nake û Rojhilatê Kurdistanê azad nake? Ew hîza ku Îran nikare şer digel bike û lê ditirse û dikare komara Îranê jinav bibe wê tu demê were bikaranîn? Gelo ew xencera roja bertengiya ye? Yan jî PJAK naxwaze rejîma Îranê jinav bibe û Kurdistana Rojhilat azad bike?

Li gor rapora ANF: di beşeke din a axaftinên xwe de, Siyamend Mu’înî bas li hemahengiya dinavbera mîta Tirkiyê û îstîxbarata Îranê û parastina PDKê kiriye û gotiye: mîta Tirka û îtîlaata Îranê û parastina PDKê maseyek hevbeş heye û carna bi hevre dicivin û li ser rewşa Kurdan gotubêjan dikin, bi taybetî jî kar li ser lêdana dirbekê bi PJAK ê dikin”.

BIRÊVEBERÊN PKK Ê DIXWAZIN DESTÊ XWE YÊ PÎS BI RÊXISTINÊN NETEWÎ YÊN RIZGARÎXWAZ PAKIJ BIKIN

Li destpêkê pêwîste bas li vê yekê bikîn ku pêkhateya “mîta Tirk û îtîlaata Îranê” digel parastina PDKê, di nakokîyan de ne û nikarin bi hevre di yek enî de kom bibin jiberku berjewendiyên wan hev nagirin. Di bîra me ye li dema kuştina Qasim Suleymanî giringtirîn kesatiyê herêmî ê Îranê û xeter tirîn terorîstê cîhanê, Amerîka sipasiya Herêma Kurdistanê kir û ev babet dihat baskirin ku parastina PDK ê, hevkarî û zanyarî bi Amerîka û Îsraîlî dabin û me dît jî ku Îranê di êrîşên xwe yên moşekî de ji bo tolhildana Qasim Suleymanî, Hewlêr hedef kir.

Yanî bê ku bixwazim berevaniyê ji PDK ê yan her rêxistineke din bikim ev yek rastîyek zelale ku parastina partî zêdetir nêzî Îsraîlê û Amerîkayê heya îtîlaata Îranê û mîta Tirkiyê. Ger Siyamend bigotiba mîta Tirkiyê û îtîlaata Îranê digel dezgehê zanyarî ê YNKê hemahengiya dikin bê goman wê çaxê hem da mentiq zêdetir di axaftina wî de diyar be û hem jî da pêtir nêzî ketwarî be û weke Kurd dibêjin da rêyek biçe vê yekê.

Lê ya ku mîta Tirkiyê û îtîlaata Îranê ji bo dirbe lêdana li PJAK ê û PKK ê pêwîstî bi hevkariya saziyeke îstixbaratî ya başûr be, ew bi xwe weke pêkenokekê tê berçav, jiberku pêş niha PKK ê bi dehan endamên serkirdatiya xwe bi sûça hevkarî kirin digel saziyên îstixbaratî yên Tirkiyê tesfiye kirîne. Her weha beşek ji wan kes û cihên ku ji bal balefirên Tirkiyê ve tên hedef kirin ewqas girîng û nihênî ne ku ji bilî rayedarên mezn ên PKK ê tu kesek din zanyarî li ser nîne ev yek jî eşkere dike ku ev zanyarî di rastî de li cem rayedarên mezn yên PKK ê gihîştîne îstixbarata Tirkiyê. Ya ku pêwendî bi îtîlaata Îranê jî hey eşkereye ku yek ji xalên sereke yên hevpeymaniya stratejî ya dehan salan dnavbera PKK ê û tehranê, lîk guherîna zanyariyên îstixbaratî dinavbera îtîlaatê û Partîya Karkerên Kurdistanê ye, di rastî de îtîlaat û PKK hevpeymanên stratejî û hevkarên hevdu ne li dijî neyara.

Li dawyê jî pêwîste êmaje bi vê rastiyê bikîn ku ew aliyê di bizava rizgarîxwaza Kurdî de weke terorîst navder kiriye, partîya karkerên Kurdistanê ye û birêveberên PKK ê dixwazin destê xwe yê pîs bi rêxistinên netewî yên rizgarîxwaz pakij bikin. Şer û berxwedana pêşmergeyan li dijî hizir û karên terorîstî û terorîstan ewqas berçav û bi biha ne ku goman xistine ser saziyên ewlehî li başûrê Kurdistanê ji bo encamdana karên terorîstî, sûçbar kirineke ew qas bê binema, bê naverok û aşopî û dûr ji rastiyê ye, ne Siyamend û ne tu berpirseke din ê PKK ê nikarin bi çewaşekariyê û direwan rûyê wan ê mirov dustî û azadîxazane li take statoya siyasî ya Kurdan bi van tometan kirêt û ne şirîn bikin.

Pustên heman beş