Dawî gotinên Qasimlo berîya xwîna wî li ser maseya danustendinan were rijdandin

Dawî gotinên Qasimlo berîya xwîna wî li ser maseya danustendinan were rijdandin
  • Vegerîn bo dîrokê

Xweserî nabe were guherîn, ev peyv ji bo gelê Rojhilat atîfî û dîrokî ye

Îro 31 sal li ser teror kirina “Ebdulrahman Qamislo” derbas dibin, wexta ku di rojeke weke îro de li 13 tîrmeha sala 1989an li Viyena a paytexta Nemsayê, ji aliyê îsixbarata Îranê ve li gel dû hevrêyên xwe tên şehîd kirin, Qamislo di dawî sa’etên jiyana xwe de, li ser mafên gelê Kurd mukir bû, wî di nîqaşên digel rejîma Îranê de got: “Em merkeziyeta Tehranê red dikin, pêwîste zimanê Kurdî li Rojhilat fermî be, erdnîgarîya Rojhilat were diyar kirin, em bi tu awa rê nadin xweserî were guherîn”.

Ebdulrehman Qamislo li 22 dîsambera sala 1930an, li bajarê Urmiyê ji dayîk bûye, xwendina xwe heya zanîngehê li wir û Tehranê bi dawî kirîye, piştre ber bi Ewropayê diçe ji bo temam kirina xwendinê, li Firansayê û Çîk û Silofakyayê zanistên siyasî û civakî xwendin, lê belê wî li tu demekê êş, azar û berpirsiyarîya xwe ya li himber gelê Kurd li Rojhilata wilat jibîr nekir.

Qasimlo weke roşinbîrekê Kurd li sala 1952 tevlî muxalefeta demokrat dibe, li ser dema hikûmeta “Dr. Musedeq”, piştre vedgere Îranê û xebata xwe ya siyasî di domîne, li wê demê nav û dengîyeke herî mezin ji bo Qasimlo çêdibe, ne tenê li nava gelê Kurd, belku li nava çepên Îranê jî, piştre careke din vedgere Ewropayê.

Qasimlo li Ewropayê weke mamoste li zanîngehên Pirag û Parîsê dersên zimanê Kurdî û abûrê didan û heya sala 1961an, roleke aktîv di damezrandina Yekîtya Lawên Demokrata Kurdistanê de hebû ku bi yek ji saziyên Partiya Demokrata Îranê dihat hesab kirin, di demek kin de, Qasimlo dibe endamê partiyê û di tev organên wê de wezîfe dar dibe heya weke emîndarê partiyê tê hilbijartin.

Ebdulrehman Qasimlo li sala 1978an karî 20 hezar Pêşmergeyan kom bike û êrîşî sipayê Îranê bike, gelê Kurd li Rojhilata wilat hêviyên mezin pêre xistibûn, wan hêz di Qasimlo û Pêşmergeyan re di dît, lê belê rejîmên Îranê û bi alîkarîya hejmareke dest nîşan kirî ya serokhozên Rojhilat ku bûne sedem bizava rizgarîxwaza gelê Kurd lawaz bibe, mînak wexta generalên sipayê Îranê desthilatdarên hoz û civaka Kurdî ji bo lêdana doza Kurdî bi xwe bi kar tînan, belku zêdetir bizava rizgarîxwaz zirareke mezintir xwar wexta ku Îranê hinek serok hozên Kurd weke “Mam Ezîz qerenî” serokêhozê “Mamiş” û “Bayezîd Axa” serokêhoza “Mangor” tevlî sipay kirîn, ev karê qirêj yê van serokhozan zirar gihandin doza Kurdî li Rojhilat, weke çawa rejîma Sedam li Başûrê Kurdistanê caş li xwe kom kirîn û hinek serokhoz bi serperiştîya wan caşan erkdar kirîn.

Îranê çawa Qasimlo kêşî maseya nîqaşê kir

Rejîma Îranê karî piştî van bûyeran Ebdulrehman Qasimloy kêşî maseya nîqaşê bike, lê belê amancek qirêj li pişt vê hewla Îranê hebû, ji ber ku ev rejîma hov tenê zimanê xedir û îxanetê dizane.

Ebdulrehman Qasimlo û du hevrêyên xwe li Nemsayê bûn wexta ku qonaxa gotubêjan dest pê kirî, paş çendîn kombûnan li gel rejîma Îranê bi wextên cuda, wî di dawî sa’etên jiyana xwe de li roja 13 tîrmeha sala 1989an bi nûnerên rejîma Îranê got ku:

“Ew giriftên ku hûn dibêjn bi sedema xweseriyê ne (xweserîya birêvebrinê) qebûl nakem, axayê Xamineyî û Axayê refsencanî dikarin di nimêja înî ya Tehranê de, bas li mesela xweserîya Kurdistanê bikin”.

Kîjan 4 merc bûn ku Qasimlo bi sedema wan ji bal Îranê ve tê teror kirin

Qasimlo piştre dibêje: Me bawer bi 4 xalên sereke heye:

Yêk: Xweserî bi wataya kom nekirina desthilatê li navendî.

Didû: Ji bo me girînge zimanê Kurdî, Kurdî pêwîste zimanê fermî yê navçeyên Kurd nişîn be.

Sisê: Dest nîşan kirina sînorên herêmî yên xweseriyê, ji bo vê jî pêwîste navçeyên cugrafî, abûrî yên Kurdan li ber çav werin girtin.

Çar: Dabîn kirina ewlehiya navçeyên Kurdî ku ev yek jî pêwîste bi Kurdan bi xwe were encam dayîn.

Ebdulrehman Qasimlo bi şandê rejîma Îranê dibêje: “Me ji vê zêdetir tu tişteka din daxwaz nekirîye, ev merc waq’îne û dikarîn de ye werin cî bi cî kirin”.

Tişta ku Qasimlo ji bo şandiyên rejîma Îranê tekez kirî ev bû ku nabe peyva xweseriyê were guhertin, ji ber ku ev peyv ji bo Kurdên Rojhilat pirseke atîfî û dîrokî pêre ye.

Xwîna wî li ser maseya danustendinan hat rijandin

Paş van nîqaşan, nûnerê rejîma Îranê “Sehrarrudî” bi Qasimlo û hevrêyên wî dibêje ku pêwîste em pêwendiyê bi Tehranê bikîn, biryar ew bû roja pey 13î tîrmehê careke din civînekê li dar bixin ji bo ku nîqaşê bi domînin, lê belê ji nişkekê ve, dengê gulleyan tê bihîstin, polîsên Nemsayê ji aliyê cîranan ve tên haydar kirin û wexta polîs diçin hundirê şuqê de, cesedê Qasimlo û 2 hevrêyn wî dibînin, xwîna van wilatparêzan li ser maseya danustendinan hat rijandin.

Tişta ku herî zelal û ku hatîye tesbît kirin, fermana teror kirina Qasimlo raste rast ji alyê “haşmî ehmedê refsencanî û serokê berê yê Îranê mehmûd ehmed nejad” ve hatbû dayîn, hkûmeta nemsayê hemû serdavk û belgeyên dest hebûna wan herdu serkirdihyên Îranê îlan kirin, lê piştre û ji ber berjewhindyên xwe yên li gel Îranê, tu hengaveke dij neavêt.

Paş teror kirina Qasimlo bi 3 salan û bi taybet li 17 îlona sala 1992an, wilatparêzê Kurd û emîndarê Partiya Demokrata Îranê “Sadiqê Şerefkendî” li Berlînê bi dest rejîma Îranê tê teror kirin, bi heman awayî tu lêpirsînek li gel cînayetkaran nehat encam dayîn.

Li sala 1993an keça Ebdulrehman Qasimlo “Hêlîn Qasimlo” nivîsek li kovara “Dirasat Kurdiye” ku li Parîsê dihat weşandin parve kir û têde wiha gotibû: “Hkûmeta Nemsayê hêjan di keysa terror kirina bavê min de xemsariyê dike, erê ev yek bi wê watayê tê ku gelê Kurd xwe heger li wilatekê demokrat jî be û di dilê Ewropayê jî de be, nabe mafên xwe daxwaz bike?”

Îro jî 31 sal li ser şehîd kirina vî wilatparêzê Kurd derbas dibin, 31 sale hêjan doza Kurd li Rojhilata wilat bi sedema desthebûna PJAK ê û PKK ê li gel rejîma Îranê û dijatîkirina wan ji bo partiyên Rojhilat roj bo rojê di paşve çûnê de ye.

Pustên heman beş