Piraniya Qadro û rêveberên PJAK ê piştî ku di vê fêla PKK ê ya bi navê PJAK ê gihîştî ji PKK ê û PJAK ê veqetiyane
Mecîd Keywan bi kod navê “Simko Serhildan” xelkê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ew di salên 2000an da tevlî PKK ê bûbû, kesekî dilsoz û çalak û mandu nenas bû, dilsozê Kurdistanê bû, bi kesekî fedakar û wilatparêz dihat nas kirin, li Bakurê Kurdistanê bi salên dem dirêj maye û heya eyaleta Behra Reş jî piraktîka gerîlatiyê meşandiye.
Li sala 2010 û 2011an de ji bal PKK ê ve ew bi kesekî guncayî hate dîtin ku erkdarî baskî çekdarî yê PJAKê HRK bikin, piştî perwerdeyekê, bû berpirsê HRK ê.
Dema şerê bi pîlan ê sala 2011an li qendîlê dest pê krî ku bi şerê “zîrê casosan” hat nav kirin, simko tê şehîd kirin, ev şer bi pîlanekê di navbera PKK ê û Îranê da hate dest pê kirin û bi dumahî înan, li wê demê hevdîtinên di navbera Îranê û PKK ê da dihatin saz kirin, Reza Altun û Demhat Egîd weke nûnerên PKK ê digel Îranê civîyan.
Bi hevdîtinên PKK ê û Îranê agirbest hat pêkanîn, ev agirbest ji bo wê yekê bû ku PKK bikare sînorên Îranê “sînorên Rojhilatê Kurdistanê” bi kar bîne daku bigehe rojava Kurdistanê.
PKK Ê TEPE BI TEPE YEK LI DÛV YEK TESLÎMÎ ÎRANÊ KIRIN
Di van hevdîtin û civînan de, çiyayê Qendîlê ku bi sedan salan bûbû cihê şervanên Kurdan û stargehek ji bo gelê Kurd bi giştî û di dîrokê de jî tu caran dujminên Kurdan nekarîne li wê derê biserkevin û dagîr bikin, lê belê bi tenê daku PKK bigehe Rojava, vî çiya ku ji komek rêze çiyayan pêk tê teslîmî Îranê diket, daku Îran jî agirbestê digel wan ragihînît û PKK bikare sînorê Rojhilatê Kurdistanê bikar bîne daku derbasî Rojava bibe.
Piştî agirbestê, PKK ê hêdî hêdî hemû çiyayê Qendîlê teslîmî Îranê kirin, ev silsile çiyaye li jêr çavdêrî û perpirsatiya fermandarekî PKK ê ku nêzîkî Cemîl Bayîk bû bi navê “Ceger” ku xelkê herêma Xerza “Garzan” a Bakurê Kurdistanê ye hatin teslîm kirin û her wiha bi rêka Ceger PKK ê kontrol li ser wan gerîlayan dikir ku nerazî bûn ji vê agirbestê û teslîm kirina van navçeyan, dawî qonaxên teslîm kirina van navçeyan li sala 2015an û 2016an bi dawî bû, PKK ê tepe bi tepe yek li dûv yek teslîmî Îranê kirin.
Hejmarek zêde ji gerîlayan ji vê yekê nerazî û aciz bûn, bi taybetî nerazîbûna wan li ser teslîm kirina wê tepe yê bû ku şer bi navê wê tepe yê hatbû nav kirin û hejmarek zêde ji gerîlayan têde şehîd bûbûn, vê yekê gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê pirr aciz kirin.
DEMA PKK Ê EV TEPE TESLÎMÎ KIRÎ, GERÎLAYEKÊ ROJHILAT JI BO PIROTESTO KIRINA PKK Ê XWE ŞEWITAND
Dema PKK ê ev tepe teslîmî Îranê kirî, gerîlayekê xelkê rojhilatê Kurdistanê weke bertek nîşandan û ji bo pirotesto kirina rêveberiya PKK ê xwe şewitand.
Hejmarek zêde ji gerîlayên Rojhilat ji PKK ê qut bûn, PKK ê xwast vê bûyerê jî weke bûyerên din biveşêre û serê wê qepat bike, ji bo qepat kirin û veşartina vê yekê PKK ê bûyerên rûday bi meseleyek “şaşitî” bi nav kir, anku wan got ku şaştîyek hatîye kirin!.
CEMÎL BAYÎK: MISTEFA KARASU TEPE YA CASOSAN TESLÎM KIR
Cemîl Bayîk got: ez haydarî vê yekê nînim û tu kar min encam nedane, got me Mistefa Karasu rê kirîye hevdîtinan, lê belê ji ber ku Karasû tişta zo ji bîr dike, ev tişte jî ji bîr kirbû û tepe ya Casosan jî da dest Îranê! Anku mijarek ew qas hesas û girîng ku têde çendîn gerîla şehîd bûn û çendîn navçeyên girîng teslîmî Îranê kirin û xwe şewitandina gerîlayan jî kir meselek ku Karasû ji bîr kirîye li vê tepe yê ewqas gerîla şehîd bûne û li cem gerîlayan ev tepe ew qas pîroz û girînge! Gelo dibe xwîna wan gerîlayan çi qas bê biha be ku Karasû ji bîr bike?!
belê, PKK ê tepe û çiyayên blind teslîmî Îranê kirin, di dema bi rêveçûna pêvajo ya teslîm kirinê de jî carna her du alî “PKK û Îran” demekî bi hevre di wan tepeyan de diman, a niha sîlsîle çiyayê Qendîlê hemû di destê pasdar û caşên Îranê da ye û bi tenê aliyê qiraxê Qendîlê gundên başûr di bin kontirola PKK ê da ne, ne bi tenê gerîla belku hejmarek zêde ji gelê vê navçeyê jî bi vê mijarê aciz û nerazî bûn, dema her gerîlayekê nerazîbûna xwe diyar kiriba jî da ji layê Qadroyên nêzî KCK ê ve hên bê deng kirin û bi wan re digot ev teslîm kirin di alîyekê de ji bo me serkeftine! Digot PKK û serokatî dizane çi dikin hûn ji siyasetê fêm nakin!
Tiştê pirr balkêş jî ev bû ku piştî vê lihevhatina di navbera PKK ê û Îranê de, PKK ê Reza Alton û Demhat Egîd weke berpirs danan biryargeha PJAK ê daku wan gerîlayên PJAK ê ku bi vê biryara PKK ê aciz bûbûn kontrol biken û bi derewan û perwerdê û civîna wan îqna’ biken, wan biryargeha PJAK ê bi tu awa bi cî nedihîşt.
GELO SIMKO BI TU AWA HAT ŞEHÎD KIRIN?
Simko jî ku di şerê bi navê “tepe ya Casosan” weke berpirs beşdarî dikir bi vê lihevhatina di navbera PKK ê û Îranê aciz bûbû, ji ber ku Simko pêtir ji her kesek din dizanî ev tepe çi qas stratejîk û çi qas xwîna gerîlayan ji bo parastina wê hatîye rêştin, Simko aciz bû û digot: “siyaset li ser xwîna van şehîdan hatîye kirin”, paşan rêveberên PKK ê dizanin Simko nerazî ye.
Di wan rojên ku şer ber bi dawiyê diçû bi awayek pirr ecêb cihê Simko tê keşf kirin û li wir lê didin û şehîd têxin.
Simko kordînatê şer bû, ew li nêzî hevalên kordînatên şer dima û ne li sengerên pêşiyê bû, lê di dema hevdîtinên di navbera PKK ê û îstixbarata Îranê “îtîlaatê” da bi awayek pirr goman cihê Simko tê keşf kirin û paşan şehîd dikin.
Tişta ku vê gomanê pirr zêdetir dike eve ku piştî şehîd ketina Simko bi demek kurt agirbest tê ragihandin û şer bi dawî dibe.
Tirba Simko li gundê “Maredo” li Qendîlê tê çêkirin, PKK ê tirba şehîd Simko ji hemû tirbên din bilindtir û mezintir çêkir û çeka wî jî li gel tirba wî dana, ev yek ji bo gelek Qadro û şervanan pirr ecêb bû, lê biryara partiyê ye, tu kes nikare bibêje ev çi mesele ye çima tirba wî ji hevalên din cudatire?!
Her kes baş dizane ku kesên li Rojhilatê Kurdistanê tevlî PKK ê dibin li ser esasê Netewî û azad kirina her çar parçrçeyên Kurdistanê tevlî dibin ne jiber siyaseta Biratiya Gelan û Civaka Demokratîk ya ku PKK e xebatê ji bo dike, ew bi navê PJAK ê tevlî PKK ê dibin daku li himber rejêma dagîrker ya Îranê tekoşîna xwe pêş bêxin, lê belê dema ku tevlî PJAK ê dibin û dibînin ev sefiste ya PJAK ê derewe û PJAK hêdî hêdî wan di bin perwerdê da derbas dike û bi tirsê wan dişîne Amed, Botan, Dêrsimê û saheyên din yên şerê Bakur, dema ev şervanên Rojhilatê Kurdistanê xwe li van navçeyan dibînin bi neçarî tevlî kar û xebatê dibin, êdî ew fam dikin tu cîyek nîne ew herin û xwe radestî Tirkiyê jî nakin ji ber ku baş dizanin Tirk çi zalimin, tu ferqa Tirkên faşîst û Îranî yên faşîst nîne.
Heya niha hinek kes îstîsna nebin, piraniya Qadro û rêveberên PJAK ê piştî ku di vê fêla PKK ê ya bi navê PJAK ê gihiştî ji PKK ê û PJAK ê veqetiyane.