PKK e pirojeyek bo jinavbirina bizava netewî a Kurdan – Beşa 1

PKK e pirojeyek bo jinavbirina bizava netewî a Kurdan - 1
  • Beşa yekemîn

“PKK Projeyek Bo Jinavbirina Bizava Netewî a Kurd an”, nav û nîşanên lekolînek girîngin ku yek ji nivîskarên Kurd  li welatê xerîbya bi navê “Cemîl Kulahî” encam daye û paşan di pirtûkekê de her bi vî navî belav kirîye. Ji ber girîngiya vê lekolînê û ew bandora ku dikare di naskirina rastiyên PKK ê û Ebdulla Ocelan ê Serokê vê Rêxistinê de hebe, pêgeha “Darka Mazî” wê bixebite di çend gotaran de, beşên girîng yên vê pirtûkê bêxe berçav û dîtna xwênerên xwe yên birêz. Em di vê bawerê da ne ku ev lekolîn dkare ji bo nêzî bûn li sereketirîn armanca pêgeha “Darka Mazî” anku çêkirina ceweke hizrî ê baş ji bo serxwebûn û rizgariya Kurdistana pîroz, bandorek pozîtîf hebe û wan xetereyan zêdetir zelal bike ku felsefeya apocîtiyê û stratejîya PKK ê bo ser damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê û rizgariya netewî ya Kurdan dirust dikin.

“PKK partîyeke ji bo Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin û civaka ew armanc dike Bakur e, lê belê li hemû parçeyên din ên Kurdistanê de maytêkirinê dike”

Pirtûka ” PKK projeyek bo jinavbirina bizava netewî a Kurdan, lekolînek li ser aydiya û dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê” balê dikşîne ser naveroka apoyîzm û dîroka PKK ê li her 4 parçeyên Kurdistanê û 4 beşên jiyan nameya Ocalan, apoyîzm, dîroka PKK ê û dîroka PKK ê û apoyîzm û jin bi xwe ve digire. Yek ji girîngî yên vê lekolînê di vê yekê de ye ku sereketirîn çavkaniyên wê ji pirtûk û axaftinên Ocelan pêk tê.

Weke nivîser di pêşekî ya pirtûkê de dinvîse: “yek ji sedemên sereke yên nivîsandina vê pirtûkê, vedgere bo vê yekê ku PKK partîyeke ji bo Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin û civaka ew armanc dike Bakur e, lê belê li hemû parçeyên din ên Kurdistanê de maytêkirinê dike. Ev maytêkirine di demekî daye ku digel hemû dagîrkarên parçeyên din ên Kurdistanê di hevpeymaniyê de ye. Vê hevpeymaniyê jî li ser hesaba Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê bi dawî dike, anku bi alîkarya wan dagîrkeran li dijî bizava netewî ya wan parçeyên Kurdistanê disekine. Ger ev maytêkirine di berjewendiya dagîrkaran de ne kiriba, mafê wê ê xwezayî bû ku digel wan dewletan peywendî hebûban, her weke çewa hemû Partîyên din ên her çar parçeyên Kurdistanê ev peywendî hey”.

“Damezrandina konfedralîzma cîhanî, ew jî bi wî rengê PKK ê berhevkirî, ku têde ne dewlet heye, ne netewe û ne sînor, li xewnekê zêdetir tiştek din nîne”

Nivîskarê vê pirtûkê ku li sala 2018an de ev pirtûk çap kiriye di beşekê ji pêşekiya xwe de dibêje: ” piştî revandina Ocalan heya niha PKK weke hêzeke şepirze xebatê ji bo tiştekê dike ku îmkana serkeftinê têde em dikarin bibêjîn sifre. Damezrandina konfedralîzma cîhanî, ew jî bi wî rengê PKK ê berhevkirî, ku têde ne dewlet heye, ne netewe û ne sînor, li xewnekê zêdetir tiştek din nîne”. PKK di demekî de bas li konfedralîzma demokratîk ya cîhanî dike ku ev bo dema 40 salane nekirîye gundekî li Bakurê Kurdistanê bi destên xwe azad bike. Ya ku em li Rojava Kurdistanê jî mêze dikîn “bi mamelekirin digel gendeltirîn wilatê cîhanê anku Sûriyê û Îran û Rûsiyê û bi bê teqandina yek gulle bi hêmanet ji Sûriyê wergirtîye”.

“Konfedralîzma demokratîk a PKK ê bi temamî berevajî nasyonalîzma Kurdane”

Bi nerîna nivîskarî: “PKK partîyeke îdolojîk e û îdolojiya yê bi çekê di destê xwe de dizane û îdolojiya niha ya PKK ê raste rast xizmeta nasyonalîzma dagîrkarên Kurdistanê dike. Jiberku ev îdolojiye dibêje pêwîste di qonaxa yekemîn de lingê xwe li ser cesedê nasyonalîzma Kurdî de danî û konfedralîzma Kurdistanê ava bikî. Her ji ber vê yekê em dibînîn pilatforma Hewraman, Yarsan û Şengalê dirust dike û dixwaze wan ji Kurd an cuda bike, dibêje pêwîste li Başûr, Badînî û Soranî ji hev werin cuda kirin û li Rojava Kurdistanê jî navê Kurdistanê jinav dibe û dike Bakurê Sûriya yê. Di qonaxa duyemîn de dixwaze nasyonalîzma Fars û Ereb û Tirkan jinav bibe û konfedralîzma Rojhilata Navîn ava bike û di qonaxa sêyemîn de bi mebesta pêkanîna konfedralîzma cîhanî, nasyonalîzma hemû neteweyên cîhanê jinav bibe û di cîhanê de ne wilat bimîne ne sînor û ne dewlet. Tiştek ku bi tenê di aşop û xeyalan de cî digire û hemû rojan jî xortên Kurd kom bi kom dibin qurbaniyên wê îdolojiya dijî Kurdan û wisa hizir dikin ku xebatê ji bo rizgariya Kurdistanê dikin”.

“konfedralîzma demokratîk a PKK ê bi temamî berevajî nasyonalîzma Kurdane, her ji ber vê yekê bi tundtirîn awa êrîşê dike ser û bi kevneşopî wesif dike, ger nasyonalîzma Kurd  xebatê dike hestek netewî dinava Kurdan de ava bike û Kurd bûn bibe binema û nakokîyên olî û devokî bi merema serkeftinê bixe aliyekî, konfedralîzma demokratîk raste rast li ser mezin kirina wan nakokîya ku nasyonalîzm tekoşînê dike wan bixe perawêzê Kurd bûnê kar dike û dixwaze hemûyan li beramberî hev dane daku tiştek bi navê neteweya Kurd  pêk neyê û dewleta Kurd î bibe xewin. Ev hemû jî ji bo pêkanîna konfedralîzma Kurdistanê dike ku ji wehmekê zêdetir tişteke din nîne”.

“Xetere heye ev şerê çapemeniyê ku niha heye bibe destpêkek ji bo şerê navxweyî”

“niha ku Rojhilata navîn tevlî hev bûye û dewletên dagîrkar li ser lêva helweşînê dane, take îdolojîk ku li ser esasa Kurd  bûnê ku stratejîya pêkanîna dewleta netewe hebe, dikare di xizmeta Kurd an de be. Îdolojîyek ku dibêje Kurdan qonaxa dewlet netewe derbas kiriye û li dijî serixwebûna Kurdistanê ye tu cudahiyek digel dagîrkarên Kurdistanê de nîne û ji wan pêtir bo pêşeroja Kurdistanê xetere ye, jiberku ev îdolojiya di nava beşek ji bizavên Kurdî de û li dijî gotarên netewî yên Kurdan derdikeve ku dibe sedema ji hev qut kirina hêza Kurdan û parvekirina wan li ser du aliyên bi temamî dijî hev. Ev nakokî ya îdolojîk xetereyek pirr mezine ji bo ser pêşeroja bizava Kurdan û hêza Kurd an di nav xwe de jinav dibe. Pirsgirêka dinavbera her du aliyan ewqas kûr e ku tu xaleke hevbeş dinavbera wan de nîne û bi temamî li dijî stratejiyên hevdu ne. Ji ber vê yekê xetere heye ev şerê çapemeniyê ku niha heye bibe destpêkek ji bo şerê navxweyî”.

“PKK e li bajarê Kirmaşanê wisa piropagindeyan dikin ku Apo şî’e ye”

Nivîskar li ser wê bawerê ye PKK bi dîtineke pirr ji paradoks dixwaze hevdem digel vê yekê ku hevpeymaneke nêzîk a dagîrkarên Kurdistanê ye, xwe weke rizgarkera Kurdistana bin dest a wan dagîrkaran nîşan bide. PKK hemû rojan li dijî bizavên netewî yên parçeyên din ên Kurdistanê piropaginda dike, partîyan ji bo wan ava dike û şerê bi wekalet ê wilatan bi bihayê riştina xwîna ciwanên Kurd dike. Jiber vê yekê dinvîse niha jî piraniya gelê Kurdistanê PKK ê bi rêya dezgehên wê yên çapemeniyê nas dikin, lê PKK bi xwe berevajî wê ye ya ku di çapemeniya wê da tê naskirin. Xwe endamên rêxistinên nihênî yên PKK ê jî ku li parçeyên din ên Kurdistanê de piropagindeyê ji bo PKK ê dikin rastîyên vê partîyê ji bo xelkê diyar nakin. Bo mînak li Rojhilatê Kurdistanê tekoşînê dikin bi rêya nakokîyên olî û devokî hêzê ji bo PKK ê peyda bikin.

“Eger mebesta PKK ê azadiya rojhilatê Kurdistanê baye, bi pişt rastî rejêma Îranê rê bi çalakiyên wê ne dida”

Li bajarê Kirmaşanê wisa piropagindeyan dikin ku Apo şî’e ye û bizava netewî ya Rojhilat sinne ye û dijî şî’a ye û PKK xwe merasîmên Taso’a û ‘Aşorayê jî wê ji rejêma Îranê baştir birêve bibe. Her ew girûp dema tê Sine yan Merîwan careke din Apo dikin sinne mezheb û bi awayek din dijî bizava Rojhilatê Kurdistanî diaxve. Di nava Hewramî û Yarsan û navçeyên Kurmancî jûr û taktîkên wan tên guherîn û dixwazin bi dirustkirina pilatforman wan ji Kurd ên rojhilat qut bikin.

Felsefeya hebûna PKK ê li rojhilatê Kurdistanê ji bo kom kirina hêzê ye ne ji bo rizgariya Kurdistana rojhilat. Jiberku komara îslamî ya Îranê li pişt cipheyê PKK ê ye û eger mebesta PKK ê azadiya rojhilatê Kurdistanê baye, bi pişt rastî rejêma Îranê rê bi çalakiyên wê ne dida. Rejîm ji bo jinavbirina gotara netewî û nasyonalîzm ya Kurdan di sê gotarên reformxwazî, îslamî û PKKeyî sûdê dibîne. Lê belê gotara PKK ê jiberku ji eynî cinsa bizava Kurdane û pêş niha gotara serxwebûn xaziyê hebûye ji hemûyan xetertire û ne bi tenê tu xetereyek li ser Rejîma Komara Îslamî ya Îranê nîne, belku rejîm bi vê rê yê xebatê dike bizava netewî ya Kurdan li rojhilatê Kurdistanê jinav bibe. Rejêm bi bikaranîna vê Kurdatiya bi dest çêkirî dixwaze Kurdayetiya resen ku rehên wê di dîroka Kurdan de heye jinav bibe.

Pustên heman beş