Li Şemzînan bêrîvan ji bona pez bidoşin bi kîlomêtroyan rê diçin

Li Şemzînan bêrîvan ji bona pez bidoşin bi kîlomêtroyan rê diçin

Li Şemzînan a navçeya Colemêrgê, bêrîvan ji bona pez bidoşin her roj bi kîlomêtroyan rê diçin û derdikevin çiyayên bilind.

Bêrîvanên ber destê sibehê derdikevin rê ji şiverêyan, gelî û daristanan derbas dibin û diçin ciyê bêriyê.

Bêrîvanên ji bona pez bidoşin bi rê dikevin carinan li ciyên ku bêhna xwe didin govend digirin.

Bêrîvan şîrê didoşin di sitîlên mezin da dikelînin û ji şîr penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin.

Ji bêrîvanan Gul Can Durmazê destnîşan kir rojê du caran ji bona pez bidoşin qederê 20 kîlomêtro rê diçin.

Durmazê diyar kir ji bona pez bidoşin şeveq û êvarê bi rê dikevin û wiha got: “Em carna di nav vî karê xwe yê zehmet da tiştên ku kêfa me pê tê dikin. Em keçikên ezep bi govendê kêfxweş dibin. Rêwîtiyeke zehmet e, lê em tiştên kêfî jî dikin”.

Pustên heman beş