“Fîlê Dîn” piştî 35 salan di zîndanê de hate berdan

"Fîlê Dîn" piştî 35 salan di zîndanê de hate berdan

Piştî pênc salan hewlên domdar ji hêla kes û komên mafên heywanan ve, Fîlê bi navê “Kavan”, ku berê wekî “Fîlê Dîn” dihat navkirin, piştî 35 salan di zîndanê de ji baxçeyê heywanan li Pakistanê hate derxistin û dê di demek kurt de ji bo navçeya parastî ya “Kambocê” hêt veguhastin.

Vî Fîlî ku piraniya jiyana xwe li baxçeyê heywanan ê bi navê “Murxzar” li Islam Abad a Pakistanê derbas kiriye, û ji ber reftarên xirab ên digel wî hatî encamdan, nîşanên nexweşiya deronî li wî peyda bibûn û paşnavê “Fîlê Dîn” wergirtbû. Mijarek ku bertekên berifreh ji parêzvanên mafên heywanan re li pey xwe anîn û ji bo berdana wî kampanyayek berifreh di meşand.

Fîleke din ku gelek salan bi Kavan re jiyaye, di sala 2012-an canê xwe ji dest daye, jiber vê yekê jiyana vî Fîlê bala komên parêzvanên heywanan ji bo xwe kişand. Neheqî û reftarên xirab ên derheq vî Fîlî hatiye encamdan bertekên cîhanî li pey xwe anîn û gelek kesayetiyên navdarên cîhanê beşdarî kampaniyayê bûn. Li ser înternêtê pêtrî 400 hezar kesan îmza ji bo serbest berdana vî Fîlî kirbûn.

Hikûmeta Pakistanê jî bi erênî berisva van daxwazan da û biryar da ku Kavan bişîne cîyekî parastî li “Kambocê” da ku jiyana xwe ya mayî bi azadî di xwezayê de derbas bke. Emîn Îslam yek ji wezîrên hikûmeta Pakistanê ji medyakaran re ragihand: “em bi dilsozî vî Fîlî serbest dikin û hewl didîn jiyanek baş ji bo wê peyda bikin”.

Pustên heman beş