Mazlûm Ebdî, ji xweştivêtîya Ocalanî ber bi tewanbarîya Cemîl Bayîk – Beşa 1

Mazlûm Ebdî, ji xweştivêtîya Ocalanî ber bi tewanbarîya Cemîl Bayîk
  • Beşa yekemîn

Paş derbas bûna Ebdula Ocalan, rêberê zîndan kirî ê PKK ê ji bo Sûriyê û mayîna wî li bajarê Kobanê li mala bavê Mazlûm Ebdî li vî bajarî, li wê demê Mazlûm Ebdî ciwanek bû, lê belê bi sedema xizmet kirin û nêzî bûna wî ji Ocalan, wexta Ocalan ji Kobanê derketî ji bavê Mazlûm xwest ku Mazlûmî li gel xo bibe û ewê weke kurê xwe hesab bike, lewma Mazlûm digel Ocalan de Kobanê bi cî hişt, ew hertim digel Ocalan de bû û bi kurê xweştivî ê Ocalanî li nava PKK ê hate nas kirin.

Piştre Ocalanî Mazlûm Ebdî şande çiyayên Başûrê Kurdistanê û paş tevlî kirina wî di hinek xulên perwerdeya çekdarî û hewalgîrî de, li ser fermana Ocalan Mazlûm Ebdî di nav hêzên taybet de wezîfe dar bû û piştre û her bi sedema nêzî bûna wî ji Ocalan, bi lezgînî pile pê hatine dayîn heya ku weke berpirsê hêzên teybet wezîfedar dibe.

Her li ser emrê Ebdula Ocalan, paş serhildana kirîza Sûriyê, Mazlûm Ebdî ji bo Rojava Kurdistanê hate şandin û weke fermandarê hêzên teybet ên PKK ê wezîfe dar dibe, di wexta tevgeryana wî de li salên bûrî, bi teybet paş serhildana şerê DA’IŞ ê û derbas bûna Hevpeymanîya Navneteweyî ya li dijî DA’IŞ  ê ji bo Sûriyê û piştigrîkirina hevpeymanan li Mazlûm Ebdî ji bo ava kirina Hêzên Sûryaya Demokiratîk ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Siryanî ji bo şerê dijî DA’IŞ  ê, li wê demê Cemîl Bayîk, hevserokê KCK ê ji bo dijatî kirina Mazlûm Ebdî kete nava hewlên mezin de û ew bi kar kirinê li gel Amerîkayê li dijî PKK ê sûçbar kir, lewma her ji destpêkê Cemîl Bayîkî hewla guherîn û vegerandina Mazlûm Ebdî ji bo Qendîlê avêt, lê Amerîkîyan nehişt Mazlûm were guherandin û ji Rojava Kurdistanê biçe.

Piştre Cemîl Bayîk bi rêya kesên nêzî Rojava Kurdistanê, hewla ji nav birina Mazlûm Ebdî da û çendîn caran bi rêkên cuda hewla terror kirina wî kir, lê ji ber ku Mazlûm ji aliyê Amerîkîyan ve dihate parastin û zêrevanî kirin û li bingeheka Amerîkayê li nêzî bajarê Hesekê cî digirt û bi erebeyên dije gule di hat û di çû, Mazlûm ji tev hewlên terror kirinê rizgar bû.

Lewma paş serneketina hewlên teror kirina Mazlûm Ebdî, Cemîl Bayîk pena ji bo hink rêkên din ên ji nav birina Mazlûmî birin, ew jî bi rêka neşirîn kirin û tawanbar kirina Mazlûm Ebdî di nav rêxistina PKK ê de, bi awayekî ku di gotin Mazlûm Ebdî li gel Amerîkayê karî ji bo lawaz kirina PKK ê û derkirina wê ji Rojava Kurdistanê dike, lewma her hengavek û serketineka Mazlûm Ebdî dibû ciyê nerhetiyê ji bo Cemîl Bayîk û giropa wî li nava PKK ê ku dawî hengava Cemîl Bayîk li dijî Mazlûmî cudatir bû ji caran û vê carê Bayîk bi rêya kenala PKK ê li dijî lihevhatina Mazlûm Ebdî li gel şirketeke petrolê a Amerîkî li Rojava Kurdistanê derket.

Ev hengava Cemîl Bayîk li dijî Mazlûm Ebdî dihête wê watayê ku Mazlûm Ebdî êdî nekadiroyê PKK ê ye û desthilat Bayîk jî li ser tuneye û êdî kurê xoştiviyê Ocalanî bûye tewanbarê pile yêk ê serkirdatîya PKK ê û Bayîkî.

Pustên heman beş