Bisekine Mazlûm heya vir bes – Beşa 2

Mazlûm Ebdî, ji xweştivêtîya Ocalanî ber bi tewanbarîya Cemîl Bayîk
  • Beşa dûyemîn

Ji damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê li sala 1978an, heya niha bi fermana serkirdatîya vê partiyê, bi sedan kadiro di pile û postên cuda de heya digihe asta rêveberiyê hatine ji nav birin û tesfîye kirin, sedemên tesfîye kirina wan pir sade bûn bi awayekî ku li ser hizir û bîrên cuda ji hizrên rêveberîya PKK ê, zîrekî û hesta netewî a ku bûye sedema xweştivêtîya wan di nava rêxistinên PKK ê û caddeya Kurdî de û gihane astekî ku ji rêvebrên PKK ê meqbûltir dibûn, kadiro dihatine ji nav birin.

Mazlûm Ebdî weke kadiroyekê pêşketî ê PKK ê, baş ji siyaseta rêveberîya vê partiyê fêm dike û baş dizane ku hengavên wî bûne ciyê dilgiranîya Cemîl Bayîk û taqma wî, çunke Cemîl Bayîk û taqma wî li Rojava Kurdistanê bi teybet Aldar Xelîl, nikarin wê rastiyê qebûl bikin ku kesekî wek Mazlûm Ebdî bibe ciyê balkişandiana Amerikay û bi general were nav kirin û ew heya niha weke Heval mane, hem wext Bayîk û Aldar qebûl nakin Mazlûm Ebdî li asta rêxistinên PKK ê û caddeya Kurdî de ji wan meqbûltir be û kar ji boy yekirêzîya mala Kurdî li Rojava bike û bi reftarên xwe ji rêvebrîya PKK ê re bibêje dev ji Rojava Kurdistanê berde, em dixwazin weke Kurdên Rojava bi hevre dûr ji siyaset û sîstema şaş a PKK ê bixebitîn.

Ji ber van sedeman, niha Mazlûm Ebdî bûye pirsgirêka sereke a Bayîk û Aldar li Rojava Kurdistanê, wan bi çendîn rê û awayên cuda hewl dane ji wî xelas bibin, ji wan hewlan: vegerandin ji bo Qendîlê, gef xwarin bi tesfîye kirinê, hewla teror kirin û tewanbar kirina wî bi xebtîna li gel Amerikay ji boy bê tesîr kirina PKK ê li rojava, lê belê bi sedema piştigrîya Amerîkayê li Mazlûm Ebdî, hemû hewlên Bayîk û Aldar serneketin.

Bi lihevhatina dawiyê ya Mazlûm digel şîrketa petrolê a Amerîkî li Rojava Kurdistanê, axayên Bayîk û Aldar ên li Îranê û Dîmeşqê pir hêrs û dilgiran bûne, ji ber ku ev hengava Mazlûm bi xeterîyek li ser pêşeroja xwe dizanin, lewma Îranê û Dîmeşqê zext xiste ser Bayîk û Aldar ku ji lihevhatina petrolê paşve bizivrn, lê belê Mazlûm ji biryara xwe paşve nezivirî û Bayîk naçar ma bi awayekî raste rast di medyayê de dijatîya xwe ji boy encam dayîna lihevhatinê û Mazlûm rabgihîne, bi vî awayî qonaxeke din a pirî pirsgirêk li nêvbera bayîk û Aldar li gel Mazlûm de dest pê bike û (silogana bisekne Mazlûm heya vir û bes) li dijî wî beriz bikin.

[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#df5461″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:10px;padding-right:15px;padding-bottom:0px;padding-left:15px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#e5825e||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true”]

Ji bo xwendina beşa 1 kilîk bike

[/mpc_alert]