Fetwaya cîhada Xumeynî li dijî kurdan, hewlek dagîrkarane ji bo qirr kirina nejadî
Li 28î Gelavêja sala 1979an de, “Xumeynî” bi gotina «Eşed elel kufar rehmuha beynehum» xwîna Kurdên Rojhilat helal kir û fetwaya cîhada dijî netewa Kurd derkir, piştî 41 salan hêjan Rojhilatê Kurdistanê di destê dagîrkerandaye, xwîn jê diherike.
Di destpêka hatine ser kara Rejêma Îslamî li Tehranê, berevajî Rojhilatê Kurdistanê, li paytext û cihên din yên Îranê de, ji ber hizra kevneşopî ya komek melayan û faşîzmên netewî- mezhebî, şêwaz û jiyan û halê xelkê bi awayek lezgîn ber bi paşve diçû, jin dihatin berdbarankirin, azadiyên xelkê jê dihatin standin, dengê kesên hizir cîyawaz û dijber bêdeng dikirin, mafê kemîneyên olî û neteweyî dihat pêşêlkirin û qelemê aza û serbixwe dihatin şikandin û rojname û Kovar û çapemenî yek li pey yek dihatin qepatkirin. Lê her di wê serdemê de Rojhilata Kurdistanê berevajî navçeyên din ên Îranê li bin sîbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê weke giraveke aram û seqamgîr, roj bi roj di warê siyasî, abûrî û civakî de ber bi pêş diçû. Gelê Kurdistanê serdemek nû ji azad jiyanê û bi hev re jiyana Kurdistaniyae û demokratiyane ezmûn dikir. Civatên gund û bajaran û rêxistinên ne hukûmî hatbûn avakirin û xelkê bi azadane îdareya welatê xwe dikir.
Rojhilatê Kurdistanê bi sedema kiltûra pêşketî a neteweyî û felsefeya xwe neçemandin li himber stemkaran û dagîrkaran, bûbû sembola berevanî kirinê ji maf û azadiyên însanî û nasnava “metrêziya berevanî kirin ji azadiyê” li ser hatbû danan. Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê take netewe bû ku kulavê melayan neçûba serê wan û deng bi rejêma îslamî ya Îranê nedabû.
Felsefeya azadîxwaz û rizgarîxwaz ya kurdan ji bal rejêma totalîtar û dagirker a nû li Tehranê nedihat qebûl kirin. Jiber vê yekê li roja 18/8/1979an de û di demekî de ku bi tenê 9 meh li ser herifandina rejêma paşatî derbas bûbû, “Xumeynî” weke damezrînerê rejêma îslamî li Îranê, fetwaya cîhadê li dijî netewa Kurd derkir û bi gotina «Eşed elel kufar rehmuha beynehum» ferman da hêzên xwe yên çekdar daku bi tundtirîn şêwe Rojhilatê Kurdistanê bê deng bikin.
Her kes dizane ku Kurd, neteweyek musilmane û di rastî de derkirina vê fetwaya olî sedemên siyasî li pişt bûn. Bi kurtî dagîrkaran careke din ji bo qirr kirina Kurdan ol weke alav bikar îna.
Piştî ku Xumeynî, Kurd weke kafir bi nav kirin û riştina xwîna Gelê Kurd bi helal da zanîn, karbidestên din ên vê rijêmê jî bi hizra regezperestane, faşîstane û dagîrkerane ya Farisan hêzên xwe şandin Kurdistanê û qirr kirin û jinavbirina netewa Kurd xiste warê cîbicî kirinê de.
“Xelxalî” weke hakimê şer’î yê “Xumeynî” li Kurdistanê dest bi komkujî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir. Ciwanên Kurd li bajarê Sine, Pawe û Mehabad û bohşit bi bohista Rojhilatê Kurdistanê, bi tenê bi tawana daxwaz kirina mafên xwe yên rewa kom bi kom hatin sêdaredan û gulle baran kirin. Xelk û partîyên netewî yên Rojhilatê Kurdistanê ku daxwaza destpêkî tirîn mafên xwe yên netewî û însanî dikirin, ji bal pasdarên fars ve bi tundtirîn şêwe hatin tepeserkirin.
Cemawerê xweragirê Rojhilatê Kurdistanê û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji bo berevanî kirin ji wan destkeft û nirxên netewî yên xwe biryara berxwedanê da û bi destpêkî tirîn amûrên leşkirî sîngê xwe kir mertala gelê xwe û li dijî supayê Xumeynî şer kir. Di vê berxwedana rewa de ku di berxwedana bi xwîn a 24 rojî ya bajarê Sine da gihîşte lotkeya xwe di edebîyata Rojhilatê Kurdistanê de bi “bergirî ya Gelê Kurdistanê li şerê sê mehî” tê naskirin, rijêm hat neçar kirin gotubêjan bike û guhdariya nûnerên gelê Kurdistanê bike. Herçend ku gotubêj kirin derfetek ji bo bi destve anîna demî û paşan bi hêzê û çekî Kurdistan dagîr kir û heya niha jî berdewame.
Li 41 salî ya fetwaya cîhada Xumeynî li dijî netewa Kurd da herçend ev fetwaye berdewame û Rojhilatê Kurdistanê bi destê rejêma îslamî ya Îranê ye û hêjan jî xwîn jê diherike, lê belê îradeya rizgarîxwazane ya netewî di vê perçeya Kurdistanê de bi hîç rengekî lawaz nebûye û ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi bawertir ji her demê ji bo bi destveanîna mafên xwe yên netewî û rizgarkirina Kurdistanê amadeyî tekoşîn û canfîdaîyê ne.