Dewleta Îraqê û 100 salên sitema ser Gelê Kurd

Dewleta Îraqê û 100 salên sitema ser Gelê Kurd

Îro 100 sal li ser damezrandina dewleta Îraqê derbaz dibin, ew dewleta ji avabûna xwe heya niha, hemû core sitemek li ser gelê kurd li başûrê kurdistanê encam dayî.

Li 23 Tebaxa 1921an dewleta Îraqê hat damezrandin, Îraq weke dewlet ji 3 wîlayetên Mûsil, Bexda û Besra pêkdihat, li sala 1932an li jêr çavdêrîya “întîdaba” Berîtanya yê derket û bû endam di Komeleya Gelan de, li himber bi endam bûna Îraqê di Komeleya Gelan de merc li ser Îraqê hatine danan wek pêdana mafên dirustkirina Komeleyên kiltûrî û îdarî û hinek mafên din ji bo kurdan, lê ev mafên hatî baskirin bi tenê li ser kaxezê man û bi t awa ne hatine cî bicî kirin.

Îraq wek dewlet di qonaxên Melikî, Komaryê da derbaz bû, her ji roja damezrandina vê dewletê, hikûmetên wê, kurd tepeser kirîne, komkuj û cînosayd kirîne û bi t awa îtîraf bi mafên wan nekirîye, zolim û sitem li dijî gelê kurd ji bo hikûmetên yek li pey yek yên Îraqê bû kiltûr û siyaseteke ku van hikûmetan bi êmanet radestî hev dikir.

Paş şorşa Şêx ‘Ebdulselam Barzanî ya ku di nava salên 1909 û 1914an de hatîye kirin ku bi yekem bizava rizgarîxwaza kurd di sed sala 20an de tê hejmartin û şoreşek xwedî armancên siyasî yên zelal bû , dengê kurdan di vê şoreşê de ji bo serxwebûnê blind bû, heta ku ev navçe ketîye jêr biryara rêkeftina wezîrên derve yên Berîtanya û Firansayê Saykes – Bîko, ewa bi sedema wê hinek statoyên nû hatî damezrandin, şahnişîna Îraqê jî hate wicudê ku li destpêkê wîlayetên Besra û Bexdayê bi xwe ve girtin, wîlayeta Mûslê ku hemû başûrê kurdistanê bi xwe ve digirt, li ser vê wîlayetê nîqaş li gel kurdan hate encam dan û li ser wan sozên bi kurdan hatîne dan, kurdan ku piraniya vê wîlayetê pêktîna, dengê xwe ji bo yekgirtina Mûslê li gel şahnişîna nû ya Îraqê da, anku kurdan xizmeteke mezin di dirustbûna Îraqê de gêraye.

Li himberî vê, Îraqê dest avêt pîlanên qirêj û hemû sozên bi kurdan day jêr pê kirin û siyaseta qirkirina kurdan destpêkir, ji wî demî ev yek bû çandek û hikûmetên yek li pey yekên Îraqê di serdemên melikî û komarî da ev siyasete peyrew kir.

Piştî derbeya sala 1958 û ragihandina komara Îraqê bi serkirdatiya ‘Ebdulkerîm Qasim, Mela Mistefa Barzanî Rêberê Gelê Kurd careke din vegerî Bexdayê bi hêvîya wê yekê ku bikare wê sitema li ser kurdan nehêle, biratiya di nêvbera kurd û ‘Ereban de di vê dewletê da li ser esasê destûrek bingehîn armanc bû, lê belê paş çend salan ev soz û peyman hatine bin pê kirin û hikûmeta Îraqê dîsa dest bi qirkirina Kurdan kir, ev bû sedem şorşa Îlonê li sala 1961an bi rêberatîya Barzanî yê nemir dest pê bike, piştre rêkeftina 11 Adara 1970an li nêvbera Îraqê û bizava rizgarîxwaza kurd çêbû û bo yekemîn car îtîraf bi mafê otonomî ji bo kurdan hat kirin û paş 4 salan hikûmeta Îraqê careke din vegerî bikaranîna hêza leşkirî û guftûgo li gel kurdan red kir, berisva bizava rizgarîxwaza gelê kurd jî şorşa Golanê bû û xebat domand.

Îraqê di 100 salên dewletê da, ji serdemê melikî û komariyê û paşan li serdema rejêma Beis, Başûrê Kurdistanê dagîr kirîye, mafên gelê kurd jêr pê kirîne, kurd komkuj kirîne, gundên kurdistanê wêran kirîne pêkhateya civaka kurdistanî tevlîhev kiriye, tawanên herî hov weke enfal û kêmyabarn li dijî kurdistanê pêk anîne, a rast ev siyasete heya roja me ya îro berdewame û hikûmetên sed sala 21an yên Îraqê jî, herçend ku xwe ji bo dagîrkirina Kurdistanê cerband lê belê di vî karê xwe de şikestin anî, lê niha siyaseta birçîkirina gelê kurd dimeşîne û hertim bi pîlanên hevpar di gel dewletên Tirkiyê û Îranê pêkola jinavbirina statoya başûrê kurdistanî dike, ew statoya 100 sale bi zorî bi dewleta Îraqê ve hatîye girêdan.

Di vê derbarê de, çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê diyar kirine, kampanya yek mezin ji bo daxwaz kirina qerebûkirina wê zirar û zîyanên di dema 100 salên bûrî de dewleta Îraqê li Gelê Kurd kirî, wê were encam dan û ji bo vê kampanya yê gilîname wê werin tomar kirin û pêkol tê kirin saziyên navdewletî wek yekîtiya Ewropa û neteweyên yekbûîy û dadgehên mafên mirovan bi vê kampanya yê werin haydar kirin.

Herweha eşkere kir, ev kampîn ji bal hejmarek zor a kesatî û çalakvanan ve bedelî tevahiya Gelê Başûr ve tê encam dayîn û vê kampaynê yek armanc heye ew jî eve ku hikûmeta Îraqê were neçar kirin ku qerebûya madî û meinewî ya zîyan vê ketiyên destê rejîm û hikûmetên yek li dûv yekên Îraqê bike.

Pustên heman beş