Nerîna PKK ê bo parçeyên din yên Kurdistanê, nerîna miftxwer bo mêhvandarî – Beşa 4
Her weke me di sê beşên rabûrî de bi kurtî bas krî, Partiya Karkerên Kurdistanê di pêwendiyên xwe di gel parçeyên din ên Kurdistanê rola miftxwer (parasite) digêre û ji bilî derdeserî û malwêraniyê ti xêrek ji bo beşên din ên Kurdistanê nebûye.
Pirsyar eve ku PKK e çima li himber van hemû xizmet û alîkariyên parçeyên din ên Kurdistanê, bi vî awa bi xirabî û miftxwerî tevdigere? Niha jî digelda be PKK e hem ji aliyê hejmarê ve hem jî ji aliyê pêkhateyê ve, pêtir tirîn û baştirîn hêzên wê yên mirovî ji parçeyên din ên Kurdistanê, bi taybetî rojava û rojhilatê Kurdistanê werdigire. Ger li nasnameya wan gerîlayan binêrîn ku canê xwe kiriye qurbanî, piraniya wan xelkê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ne, lê belê sedem çiye ku PKK e li himber pirsên sereke yên netewî yên parçeyên din ên Kurdistanê ne bi tenê bê denge belku di berjewendiya dagîrkaran de tev digere?
Bê goman ji bo berisva van pirsan pêwîste hinekê bi horgilî li şêwaz û sedemên rasteqîne yên damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê binêrîn. Li gor axaftina Ocelan û Cemîl Bayik weke damezrînerên PKK ê, dewleta Tirkiyê û bi taybetî saziya Mîtê her li destpêka damezrandina PKK ê çûne di nava vê rêxistnê de, û ev rêxistin kontrol û araste krîye. Bi taybetî bas li du kesan tê krin ku di damezrandina PKK ê de cî digrin û dibêjin ku ev kesane endamên Mîtê û şandîyên dewletê bûn. Ev du kese jî “Necatî Kaya” ê berniyas bi “Pîlot” û her weha “Kesîre Yîldirim” berniyas bi “Fatima” bûn. Fatima di destpêka damezrandina PKK ê de jina Ocelan bûye. “Necatî Kaya” jî ji wan kesan bû ku di piroseya damezrandina PKK ê de roleke berçav hebûye û Ocelan dibêje piraniya civîna ji bal wî ve hatîne rêxistin û têçûnên wan civînan jî her wî bi xwe dane, bi gotina Ocelan alav û cihê jiyan kirina wî jî her ji bal “Necatî Kaya” ve hatîne dabînkirin ku Apo dibêje ev pere ên Mîtê bûn! Ger bi awayek dûr ji partayetiyê nivîsandinên Ocelan û Cemîl Bayik li ser Fatima û Pîlot bixwînîn wê ji mere zelal bibe ku PKK e bi hizir û bername û pereyê dewleta Tirkiyê û saziya îstixbaratî ya Mîtê ve hatiye damezrandin û werar kirîye.
Hevdem Ocelan bi xwe dibêje: “li sala 1966an heya 1978an min pala (pişta) xwe dabû dewletê, piştre li sala 1977an heya 1978an pirosesa dûrketina min ji dewletê destpêkir”. Bi wateyeke din li dema danana bernameya damezrandina PKK ê de Ocelan bi xwe jî bi gotna wî bi xwe pala (pişta) xwe dabû dewletê.
Anku rêxistinek ku damezrandina wê bi haydarî û bernameya dewleta Tirkiyê û saziya îstixbaratî ya Mîtê bûbît, bê goman di esas de nikare ji bo armanca rizgariya netewa Kurdistanê tekoşînê bike û parêzgehîyê li maf û şûnas û kerameta netewî ya Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê bike.
Ez dizanim ku ev rastiye çi qas te’le, ji bo min jî pirr te’le ku beşek berçav ji jîyê zêrînê xwe min di nava rêzên vê rêxistnê û ji bo xizmet kirin bi bername û ecindaya vê rêxistinê derbas kiriye. Ji bo her Kurdekî te’le û nexweşe ku hest bke rêxistinek Kurdî, pirojeya dagîrkarên Kurdistanê be. Ne bi tenê ji bo Kurdan ji bo her neteweyeke din dema rêxistinek bi siloganên rizgariya netewî were meydanê û hejmarek zêde ji kesên wê neteweyê li derdora xwe kom bke û hêvîyan ji bo wan dirust bike û ji pênav wan hêvîyan bi hezar ciwanên wê netewê canê xwe feda bikin û wê netewê ji pêxemet desteber kirina armancên wê rêxistnê bi salan xwîn jê biherike, lê belê paşan zelal bibe ku pirojeyeke sexte ye û dagîrkaran dirust kiriye, bê guman ew qas te’le ku ji bîr kirina wê pir zehmete.
Ez bi xwe fêm dikim ku asta te’l bûna vê ketwarê ew qas zêdeye ku ti kesek hez nake qebûl bike. Lê belê qebûl kirina ketwarek dîrokî çi qas haşa lê were kirin û pişt guh were avêtin, ew qas êş û jana qebûl kirina wê zêdetir dibe. Jiber vê yekê dem hatiye Gelê Kurdistanî bi giştî û ciwanên Kurd bi taybetî, êdî zêdebarî te’l bûna wê lê vî ketwarî qebûl bikin ku PKK e her ji dema heyî ji bilî zirar û zîyan û malwêranî nebe ti destkefteke din ji bo pirsgirêka netewî ya Kurdan nebûye. A ji vê girîng tir ciwanên parçeyên din ên Kurdistanê pêwîste vê rastiyê mêze bikin, ya ku PKK e dixwaze li bin navê esas û sereke bûna rizgariya beşa Bakurê Kurdistanê de, parçeyên din pişt guh bihavêje, rehên wê ji bo felsefe û armanca damezrandina PKK ê vedgere.
Bila em ji xwe bipirsin çima heya niha li ser janek taybet bi parçeyên din ên Kurdistanê PKK ê ti pêngavek ne avêtîye ku cihê dilxweşiyê be. Ez bi xwe li Ewropayê jiyan dikim, demeke berçav jî min weke endamekî PKK ê li virr jîyan kirîye, heya niha min mêze nekiriye PKK e di çalakiyeke taybet bi Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê de beşdar bibe.