KCK e bi navê Biratîya Gelan, hertim xizmeta ecindayek îstixbaratî ya herêmî dike
KCK ê li roja 23î Tebaxa sala 2020an, daxuyaniyek parve kirîye û têde dixwaze şikestinên çendîn salên rabûrî yên siyasî, cugrafî û hizrî û pêgeha cemawerî ya xwe li parçeyên din yên Kurdistanê bixe ser milên Partîya Demokrata Kurdistanê, ku di esas de guman li ser şêwaza xebata KCK ê li cem Kurdistaniyan û revenda Kurdî ciyê pirsyarê bûye û hertim di dema pêş bûyeran de ji bo xizmeta ecindayek herêmî destpêşxer bûye bo dirist kirina astengan li himber pirsgirêka Kurdî… Ew her ji dema bi zîhniyeta (çiya mîtîgehin) li ciyê xebat û tekoşînê ji bo serxwebûna Kurdan li Bakurê Kurdistanê, yan jî (mîtîngehe ji bo Bakur) bikin peyrewa siyasî ya xwe, hertim li jêr navê Biratiya gelan, xwe li çiyayên Başûrê Kurdistanê asê kirine, li Şengalê ji bo piştgirîkirina Heşda Şeibî hêzek ava kirîye û ji hêla hizrî mejîkê zarokan şoştîye û zarokên jêr temena 13 saliyê çekdar kirine, bi navê Biratîya Gelan, hertim xizmeta ecindayek îstixbaratî ya herêmî kirîye ku di dema 10 salên rabûrî de li çiyayên Başûrê Kurdistanê bibûn sedema rakêşana hêzên Tirkiyê bo navçeyên sînorî yên Zaxo, Amêdî û heya sînorê Hacî Omeran û Qendîlê û navçeyên sînorî yên Helebce, wan bi navê civakî li kampa Mexmûr çendîn caran mertalên mirovî bo pîlangîrî û dirist kirina alozîyan li bajarên Başûrê Kurdistanê dirist kirine, li dema dagîr kirina navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêmê jî çavsaxî bo rakêşana Heşdê kir û li gel wan xwe di Şengalê de asê kirine.
Rêbaza PKK ê êdî li Bakurê Kurdistanê ne ciyê pejirandina Gelê Kurde û li qada navdewletî jî red kirîye
KCK e zêdebarî şikestinên berdewam di şêwazên kar kirinê de, hertim weke amrazek ji bo armancên siyasî û îstixbaratî li navçeyên sînorî derketiye, ji rûyê hizrî ve rêbaza wan ya red kirîye û ciyê pejirandina navdewletî û cemawerî jî nîne li Bakurê Kurdistanê, berdewam li dûv wehma siyasî ketîye û ji wan navên ku bi wehim xistîne nava mejîkê takên xwe wek herêmên Haftenînê, Xinêre, Avaşîn û herêma Qendîlê û Parastina Mîdya.. çendîn herêmên din di demekê de ku ciyê xebata xwe li Bakur bi cî hiştîye û hatiye navçeyên sînorî xwe asê kiriye, zêdebarî wergirtina bacê ji Gelê navçeyên sînorî, wêrankarî ji ber rakêşana arteşa Tirkiyê bo navçeyê, revandina xelkî û her wiha hinek caran dirist kirina pêla guherîna arasteya xwepêşandana li wan navçeyan û teqe kirin û revandin û sivkatî kirin bi ala pîroza Kurdistanê, KCK e ji nûve tê û tuhmetan bo PDK ê dirist dike û di daxuyaniyek nivîskî de bêy hebûna rehindek dîrokî, lojîka siyasî, kincekê şer’î bûnê ew bi xwe li ber xwe dikin û bêy ku ew bizanin ku wan li gorey sîstema desthilatdariya herêma Başûrê Kurdistanê, şer’îyeta qanûnî li herêma Kurdistanê nîne û bi tenê malwêranîye ji bo gelê navçeyên sînorî.
KCK ê pirsa aştiyê li wê derê bi çend bûyerekan jêr ax kir û kincekê bi xwîn li ber aştiyê kir
Partîya Demokrata Kurdistanê, ji aliyê hest kirin bi berpirsyarî wek handerekê aştiyê bo pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê encamên baş ji bo xizmeta aştîya siyasî bi dest xistine, lê belê KCK ê pirsa aştiyê li wê derê bi çend bûyeran jêr ax kir û kinceke bi xwîn li ber aştiyê kir û hevkêşe bo şer guherî û piştre bo sedemek ku gelê Bakur bikevin rewşek siyasî ya nexweş bi destê PKK ê û ew bi başî ji nîyaza PKK ê gihîştin ku PKK e berjewendiyên Bakurê Kurdistanê naxwaze, ji ber vê yekê her di zû de destê KCK ê li wir îfşa bû û bi têkder navê wan hate birin û Kurdên Bakur KCK e red kir, Partîya Demokrata Kurdistanê hertim hewl daye PKK ê ji şaşitîyên siyasî rast bike û wiha bike ku PKK e bikare wek tevgerek medenî bixebte, bikare ew siloganên ku helgirtîne ji bo azadiya gelan li Bakurê Kurdistanê cî bi cî bike, lê belê dîsan diçin jêr vê siyasetê “Divê li jêr aydolojiyetek bazineyî siyaset were kirin, ne ji bo serxwebûna Kurdistanê, dewletbûna Kurdistanê, yan jî destkeft ji bo gel”, niha gelê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilata Kurdistanê jî dizanin ku KCK e dixwaze li xizmeta leyistokek herêmî de weke mertalek ji bo têkbirina ezmûna herêma Başûrê Kurdistanê pêş bûyeran bikeve, Partîya Demokrata Kurdistanê hertim nerîna wê wiha bûye ku li gorey rewşa siyasî, civakî û cugrafî li her parçeyeke Kurdistanê, resenatîya siyasî û partên Kurdî di çarçûveya lojîkî de, esasa xebat li gor siyasetek aqlane û dîplomatîk bixe xizmeta Kurdistanê, li gor rewşa zatî û babetî tekoşîna neteweyî rêk bêxe û bikarin partîyên destxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê bin, ne wek tevgerek bi dehan nav û ala yên çêkirî û bi navê gelê Kurd bibe sedema jinavbirina destkeftan û bi tundiya siyasî doza Kurdî li navendên navdewletî wêne bike û di cîhanê de wêneya Kurdan neşirîn bike.
KCK e zemînê ji bo destwerdan û êrîşên Tirkiyê zêdetir dike
KCK e di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kirîye ku Partîya Demokrat ya Kurdistanê paş êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên herêma Başûr, PKK ê bi sedema van êrîşan dizane, li vê jî pêtir piropagindeyê bo vê yekê dike ku ew navçeyên herêma Kurdistanê ku niha çekdarên PKK ê lê hene û bûne rêgir li himber avedan kirina sedan gundên wan navçeyan, bi awayekî diaxve weke ku ew hakimên reha bin û bi navçeyên xwe pênase dike û tu i’tîbarekê ji bo şikoh û serweriya herêma Başûrê Kurdistanê nadanin, sebaret bi vê çewtandinê, bi eşkere dibêjîn, herêma Kurdistanê Îraqê, herêmeke î’tiraf pê kirî û destûrî ye, di çarçûveya destûrê bingehîn yê Îraqê de û xwedî parlamento û hikûmet û saziyên şer’î yên xwe ye, ji ber vê yekê her hêz û alîyek siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê ku bi neçarî û ji ber wê rewşa taybet ya wilatê wan bi xwe têne herêma Kurdistanê, pêwîste rêzê li serwerî û qanûnên herêma Kurdistanê bigirin û di çarçûveya wan rêkarên ji bo wan tên diyar kirin, xebata xwe ya siyasî bikin û herêma Kurdistanê weke statoyek siyasî û destûrî rû bi rûyê pirsgirêk û alozîyan digel dewletên cîran nekin…
Ji vê hêlê ve, dema dewleta Tirkiyê bi hinceta hebûna çekdarên PKK ê sînorên herêma Kurdistanê û Îraqê dibezîne û êrîşê dike ser gund û sînorên me, serkirdatiya PKK ê li ciyê ku alîkariya parlemen û hikûmeta Herêma Kurdistanê be û ji bo ku tu hêncetan ji bo Tirkiyê nehêle, lê belê ew bi xwe zemînê ji bo destwerdan û êrîşên Tirkiyê zêdetir dike ku ev jî di tu dewletek vê cîhanê da nayê qebûl kirin û şêweyeke ji xwe feriz kirin li ser şikoh û serweriya wê dewleta ew têde.
KCK e wiha nizim axaftiye her weke ku wan Bakurê Kurdistan azad kirirye
Di beşek din a daxuyaniya KCK ê de hatîye, wiha diyar dibe ku ev daxwazên şer’î yên parlemen û hikûmeta Kurdistanê ji bo rêzgirtin li qanûnên Herêma Kurdistanê arastey wê hêzê kirî, wiha hesab kirîye ku ev dihête wê watayê: (Dest ji berxwedana xwe li dijî komara Tirkiyê berdin?), ev axaftin bi astek wiha nizim hatîye nivîsandin weke ku çekdarên PKK ê karî bin li nava axa Kurdistana Tirkiyê pêgehekê ji bo xwe azad bikin û li wê derê xebata çekdarî bikin, û yên ku rênadin ew xebata çekdarî li çiyayên Kurdistana Tirkiyê bikin, ew Partîya Demokrata Kurdistanê ye… Sebaret vê propaganda ya ast nizim em dibêjîn: gelo kê rê lê girtîye ew xebata xwe li Kurdistana Tirkiyê bikin û bi camêrane beşekî ji wan navçeyan ji bo xwe azad nakin û li wê derê berdewamiyê bi xebat û çalakiyên xwe bidin, pirs li vir eve, aya li nava axa Herêma Kurdistanê berxwedanê dijî komara Tirkiyê dikin û li vir dakokiyê li mafên rewa yên Kurdên Bakurê Kurdistanê bikin? yan jî hûn nikarin xebata çekdarî li Kurdistana Tirkiyê bikin û di esas de ji dirust kirina serêşê ji bo gel, parlemen, hikûmet û têkbirina ezmûna Herêma Başûrê Kurdistanê li virin, ger hûn ew qas camêrin ku berxwedanê li dijî komara Tirkiyê berdewam bikin, li vê demê pêwîste li nava axa Kurdistana Tirkiyê wê propaganda yê bikin, ne li cîyekî din ku bi sedan kîlometroyan ji Kurdên Kurdistana Tirkiyê dûre.
Gelê Başûrê Kurdistanê bi van axaftinên teysok û şaş yên KCK ê nayê xapandin
Her di daxuyaniyê de, KCK e bas li bicî kirina hêzeke Pêşmergeyan li Zînî Wertê dike, di vê mijarê jî de pir bê minetî bi awayekî di axivin weke ku Zînî Wertê beşek nebe ji axa Başûrê Kurdistanê û wiha pêşan didin bi cî kirina Pêşmergeyan bi biryara hikûmeta Kurdistanê li wê navçeyê jêr pê kirina mafê wan be! Bi gotineke din serkirdatiya PKK ê bi tu lojîk vê mafê didin xwe ku di çarçûveya sînorê qanûnî û destûrî yê Herêma Başûrê Kurdistanê de, sînoran bo livandina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê diyar bikin, ev propaganda ye hem wext li gel vê yekê ku bê buha kirina siyaset û stratejîya yekîtîya neteweyî ya di nav Kurdan de ye, di heman demê de xwe feriz kirineke diyar û berçave ku tu caran nayê qebûl kirin û gelê Başûrê Kurdistanê bi van axaftinên teysok û şaş nayê xapandin û dizane arasteya rast ya bûyeran bi tu awa û bi kuderê de diçe pêş.
KCK e nikare eşkere ji raya giştî ya Kurdistanê re bêje ku wan nehişit Êzidî li Koço werin rizgar kirin?
Di dirêjî ya daxuyaniyê de, KCK e dibêje: em di hawara Kurdên Êzidî yên devera Şengalê de çûn, ev li demekê ye ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pilan danabû ku li gel hêzên Hevpeymanan biçe nava gundê Koço û Kurdên Êzidî li ambargoya terorîstên DA’IŞ ê rizgar bike, pirsa li vir eve, aye KCK e dikare eşkere ji raya giştî ya Kurdistanê re bêje: tu hêzek bû ku nehişt ev operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û hevpeymanan ji bo rizgar kirina Kurdên Êzidî li Koço were encam dayîn?, li vê jî zêdetir li ciyê xwe deye vê yekê jî bi raya giştî ya Kurdistanê re ra bigihînin, ku ew hêza operasyona azad kirina Şengalê çendîn caran paşxistî, her çekdarên PKK ê bûn li wê navçeyê û piştî ku bi qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şengal hatîye rizgar kirin beşek ji Şengalê qut kir û kanton têde ragihand û destê xwe kire di destê Heşda Şeibî de û li ciyê ala Kurdistanê ala PKK ê bilind kir ji bo ku banga arteşa Tirkiyê bikin û careke din Kurdên Êzidî werin komkuj kirin.
Ger hûn rast dibêjin ku we berevanî ji Êzdîyan kiribe çima paş rizgar kirinê, hûn Şengalê ji Êzdîyan re bi cî nahêlin
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ku erka ser milên xwe dizane berevaniyê li her buhosteka axa Kurdistanê bike û tu caran vê yekê nake minetek li ser hemwilatiyên xwe, bo mînak dema hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di hawara Kobanê çûy, piştî rizgar kirina Kobanê aye tu beşek ji bajar kontirol û qut kir?, yan paş ku erka xwe ya niştîmanî bi serbilindî encam day vegerî Herêma Kurdistanê?, pirs eve eger hûn rast dibêjin ku we berevanî li Kurdên Êzidî kiribe çima paş rizgar kirina Şengalê, Şengalê ji Êzdîyan re bi cî nahêlin, hûn çima careke din wan dikin qurbanî mebestên xwe ên xerab?
Çewa dibe PKK e bas li Yekîtîya Neteweyî bike û hem wext ala Kurdistanê bişewitîne, gelo qey ne her PKK e bû astengî ji bo kongireya neteweyî çêkirîn û nehşitî ev encûmen ava bibe?
Di beşeka din ya daxuyaniya xwe de, KCK e amaje bi Yekîtîya Neteweyî dike, bi rastî pêkenoke ku ew vê mafê bi xwe bidin ku bas li Yekîtîya Neteweyî ya Kurdan bikin, li vir girînge pir bi eşkere raya giştî agahdar bikîn û bipirsîn, aye her PKK e nebû astengî ji bo kongireya neteweyî dirist kirî û nehiştî ev encûmena neteweyî ava bibe?, aye her PKK e nîne ku ala Kurdistanê dişewtîne û li wan kesan dixe ku ala Kurdistanê bilind dikin û sivkatiyê pê dike? Pirsa herî girîng li vir eve, aye ala Kurdistanê ala Partîya Demokrata Kurdistanê ye ku hûn dişewtînin? Aye ev ala pêş damezrandina Komara Kurdistanê li sala 1946an sembul û hêvîya neteweyeke dagîrkirî û bê dewlet nebûye û ji bo yekemîn car li Komara Kurdistanê bilind nebûye?
Guneha PDK ê çiye ku Kurdistaniyên li Bakur û Rojava, li Başûr û Rojhilat maska ser rûyê KCK ê hildane û têgihiştîne ku ev koma bi navê civak ew qas ji bo ecêndayeke derekî tekoşînê dike
Çewaşekariyên di nava daxuyaniya KCK ê bi astekî ji buhayê neteweyî û niştîmanî valaye ku pêwîst bû perde li ser çewaşekarîyan were helgirtin û raya giştî ji rastiyan agahdar bikîn, ji ber vê yekê li dawiyê her vê bi KCK ê dibêjîn, hêzeke siyasî xwe bi Kurd wêne bike û bi kiryar ala Kurdistanê bişewtîne û serêşiyê û aşopê bo neteweya xwe dirust bike, pêwîste şerim bike bas li Yekîtîya Netewî ya Kurdan û berxwedana dakokî kirin li mafên rewa yên Kurdistanê bike û dawî car jî guneha PDK ê çîye ku KCK e şikestina hizrî û pêgeha cemawerî ya xwe li nava parçeyên Kurdistanê dixe milê PDK ê? Guneha PDK ê çîye ku Kurdistaniyên Bakur û Rojava, li Başûr û Rojhilat maska ser rûyê KCK ê hildaye û êdî têgihiştîne ku ev koma bi navê civak ew qas di berjewendîya ecêndayeke derekî de tekoşînê dike, ew qas ji bo pirsa Kurdan weke hêzeke resen a Kurdistanî xebatê nake.
Beşa Çapemenî ya Dezgeha Roşenbîrî û Ragihandinê
Partîya Demokrat ya Kurdistanê
24î Tebaxa 2020