Nerîna PKK ê ji bo parçeyên din yên Kurdistanê, nerîna miftxwer bo mêhvandarî – Beşa 5

Nerîna PKK ê ji bo parçeyên din yên Kurdistanê, nerîna miftxwer bo mêhvandar – 5
  • Beşa pêncemîn

Her weke me bas kirî, heya niha li ser janeke taybet a parçeyên Kurdistanê, PKK ê tu hengaveke neavêtîye ku ciyê dilixweşiyê be, lê belê me bi çavê xwe dît ku li Ewropayê ji bo her xwepêşandan û mîtîngeka ku PKK ê daxwaz dikir û pêwîstî pê hebû, gelê parçeyên din ên Kurdistanê bê ku endamên PKK ê jî bin, bi hemû karînan amade dibûn, endamên partiyên Yekêtî, Komele û Dîmokirat me dîtin ku piştgirî li xwepêşandanên PKK ê dikir, lê careke bi tenê jî me ne dît ku PKK ê piştgirî  li pirsa perçeyên din ên Kurdistanê kirî û daxwaz ji endamên xwe kir be ku piştgiriyê bo bidin û di xwepêşandaneke taybet bi wan parçeyan ve beşdar bin, ev hemû ciwan li Rojhilat hatine bidarvekirin, salane di boneyên bîranîna kîmyabarana Helebce û Enfal û hejmareke din a bûneyên Başûr de, çalakî li dervey wilat tên encam dayîn, lê belê PKK e ne tenê beşdariyê têde nake belku hewla guherîna arasteya wan çalakîyan jî dike, mînak pirsa êrîşa DA’IŞ ê a li ser Şengalê û ew cînayeta hov a li dijî Kurdên Êzidî hatîye encam dayîn ku weke kartekê ji bo sûd wergirtina rêxistina xwe bi kar tîne û rastîyan berevajî dike.

Li ser Rojava Kurdistanê rewş ji vê jî xerabtre, PKK e niha jî bi nerîna wexta Ocalan li dola Bîqa’, li Rojava Kurdistanê dinêre, niha jî bi çavê mêhvanî li Kurdên Rojava dinêre, niha jî tê gotin ku Cemîl Bayîk vegerîye Sûriyê û biryare li wê derê cî bigire, dîsan nedûre çaverêya silogana (Bakur, Başûr, Rojhilat) û veder kirina Rojava ji bal PKK ê ve bibin, di rastî de hevdîtina TV yê a Cemîl Bayîk li derbara Rojava Kurdistanê û bi teybet nerînên wî ên dije neteweyî li derbara lihevhatina aliyên Kurd ên Rojava wilat û her wiha pirsa lihevhatina petrolê li nêvbera Rêveberîya Xweser û şîrketeke Amerîkî û vegerandina mafê xwedîbûna petrola Rojava Kurdistanê ji bo hikûmeta Sûriyê, esasê eşkere bûna vê nerînê ye ku demek dirêj bû li jêr siloganên cuda peçinî bû û emên Rojavayî pê xapandibûyn.

Li dawiyê weke xortekî Rojava Kurdistanê ku min demekê zêrîn ê jiyê xwe ji bo rêzên Partîya Karkerên Kurdistanê û xizmeta vê rêxistinê terxan kir û li wexta xwe bi bawer bûm ku xizmetê bi serdestîya Kurdistanê dikim, ji ciwanan dixwazim ku bêy demargîrîya hîzbî û aydolojî, careke din bi nerîneke ‘eqlane û dûr ji hestên bê esas û bê dokyoment, careke din li şêwaz û amancên damezrandina PKK ê bi nerin û destketiyên vê rêxistinê ji bo Kurdan bidanin alîyekî û li gel wê zirar û verêja ku bi sedema PKK ê rastî neteweya Kurd û xaka Kurdistanê bûy, himber bikin.

Li wê demê biryarê bidin, bizanin ev rêxistin di rastî de ji bo xizmet kirinê bi Kurdan û rizgariya Kurdistanê hatîye damezrandin, yan pirojeyekê sexte ê dagîrkeran bûye û ji bo derxistina tevgera neteweyî a Kurdan ji rêya rast heye?

Bila li dema hizir kirina xwe de, jibîr nekîn ku li dema damezrandina PKK ê, hêza veşartî a neteweyekê li Bakurê Kurdistanê pengîya bû û heger bi sedema PKK ê nehatiba kontirol kirin, bê şik wê karî ba bi hêsanî text û bextê dewleta Tirk bi hejîne.

Bila li dema hizirkirinê weke ciwanên parçeyên din yên Kurdistanê evê yekê jibîr nekîn ku heger ew hêza li van parçeyan ketîye li jêr xizmeta PKK ê, ji bo xebata perçeya me hatiba terxan kirin û hem wext heger ew têçûyên bi sedema PKK ê ji van parçeyan çûy nebane, çend hêz û şiyanên pozîtîf ên neteweyî li van perçeyan wê zêde biban, mînak heger Başûrê Kurdistanê çendîn salan bi şerê li gel PKK ê nehatiba neçar kirin û her bi sedema PKK ê rastî şerê Tirkiyê û dagîrkirina beşek ji navçeyên xwe ji aliyê arteşa Tirkiyê nebaye, niha bi hêztir nedbû? Heger rojava Kurdistanê li pênavê mameleyeka neşirîn û ciyê gomanê bi PKK ê nehatiba firoştin û bi hinceta PKK ê rastî dagîrkariya zêdetir a Tirkiyê û şer û malwêranîyê nebaye, aye Kurdistan û tevgera rizgarîxwaza Kurd wê sûd wergirtiba yan ne?

Li Rojhilata Kurdistanê jî heger hêza neteweyî di rêya pirojeya sexte a PKK ê de ji rêya rast nehatiba dûrxistin û hemû ji bo hembêza rîformêstên Faris û komariyên Tirk nehatiba birin, heger PKK e bi fîta Îranê li Qendîlê û navçeyên sînorî ên nêvbera Başûr û Rojhilat de cî negirtiba û rola wê ya têkder nebaye, bi rastî Kurdan û tevgera neteweyî a Kurdistanê wê sûd kiriba yan ne?

Bi kurtî heger bi lojîk bixwazîn biryarê bidîn, pêwîste ev rastî heger çi a tehil jî be qebûl bikîn ku Kurdistan bê hebûna PKK ê wê bihêztir ba, tevgera neteweyî a Kurd wê pêşketineka berçav bi xwe ve dîtba û perçeyên din ên Kurdistanê hêza wan ya herî kêm jî bi heder nediçû û pirsa wan ji rêya rast nedhat derxistin, bi wê hêviyê li pêşerojê xwenasîna neteweya Kurd bigihe astekî ku dagîrkar nikarin bi rêya pirojeyên sexte û lader ên weke PKK ê pirsa wan rastî giriftan bikin, hêz û karîn bi heder neçin û bi navê biratîya gelan ji rêbaza rasteqîne a Kurdatiyê dûr nekin, bi wê hêviyê rola miftxwerîya PKK ê li perçeyên din yên Kurdistanê ji bo heta hetayê bi dawî bibe.

Pustên heman beş