Teşbîhî dujminê xwe bûyîn rewşeke civaknasî û derûnî ye. Mirov dinava demê de diçe û tê, tiştê herî zêde jê gilî û gazî dike dawî de dişibhe wî tiştî. Di siyasetê de jî wisa ye. Mînak, PKK di her gotineke xwe de dibêje faşîzma AKP ê û hevpeymaniya faşîzma AKP-MHP, lê her ku diçe PKK jî dişibhe AKP ê û di dawiyê de bi her alî ve, ew bixwe dibe AKP. Şêwazê siyasetê, şêwazê dujminkarî, nêçîra cadîya û terzê pirsgirêk çareser kirinê bi pozbilindî nêz dibe. Ango ji kîjan quncikî de lêbinêrîn emê bibînîn ku di navbera AKP û PKKê de teşbîhî hev bûyîn çêbûye û wekheviyek heye. Helwestên Ardogan yên gef xwarinê li cîhanê, heman şêwaza gef xwarinê di PKK ê de jî heye. Bêrometkirina kesê hemberî xwe, bê du dilî ji re dibêjin bê exlaq û bê terbiyet. Lê ecêbe yê ku dibêje bê exlaq, we dizanin ku wan çîya afirandine bi vê rûqayimî yê rêveberên PKK ê daxuyanîyan didin. Ew hewl didin ku balansê bidin her kesî, gefan dikin, bang li hestên mirovan dikin, nirxên civakî û jîyana mirovan bê wate dikin. Ew xwe tenê demokrat dibînin.
Her du alî jî hebûna xwe ya rêxistinî pîroz dibînin û we difikirin ku pêwîste her kes û her tişt di xizmeta hebûna wan de be. Ew bi tenê li ser wê yekê nafikire belku wê li ser her kesî jî ferz diken. Wekî encamek, her çend Erdogan û PKK we biden xuya kirin ku pir êrîşî hev dikin jî, ew herdu heman rêbaz û amûran bikar tînin. Ew roj bi roj bêtir dişibhin hevdu.
Besê Hozat weke pilingê ji qefesê revyayî:
Bê guman, yekê ku ji vê teşbîhî hev bûnê para xwe digirin jî, jinên PKK ê ne. Di hevpeyvîna ku Besê Hozat di 3 Tebaxê de ji Stêrk TV re dabû, weke zilaman gef li çep û ras dixwarin.
Wê sedemên şer li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kirin û got; ev şerekî rewa û pîroz . weke em jinên kurd dinasîn Dema ku şer diqewime, jinên Kurd ji bo berevaniyê desmala xwe tavêjin navbera her du aliyan da ku şer bisekine. Lê belê Besê Hozat mîna pilingê ku ji qefesê bazdayî êrîş dike dewrubera. Besê Hozat bi şêwazê axaftina xwe ya gefxwer û bêşermîya xwe ve weke Ardogan bû. Besê Hozat a genî Mîna ku çiyayên biçûk afirandibin, ez di cîhanê de ji hemû kesî hêjatirim bila her kes pêş min ve rabe ji zilamekê zilamtir û bi zimanekî desthilatdarî gefên şer li rêveberiya başûrê Kurdistanê xwarin.
Besê Hozat ne wilatparêze
Besê Hozat got ku ger PKK-KDP şer bikin, dê nebe şerê “birakujî”, ango ne şerê di navbera xwîşk û birayan da ye. Diyar e, Besê Hozat bi xwe nasname ya kurdayetî biçûk dibine û Kurda weke kêm netewe binav dike, bi mejîyekî kemalîst Kurda digire dest. Lewma jî helwestekî welatparêzî em ji Besê Hozat hêvî nakîn. Besê Hozat ê şerbeta kemalîzmê vexwarîye û dixwaze kurdan biçûk bike. Besê Hozat ne wilatparêze. Ew mirîda PKK ê û Apo ye. Li gorî Besê Hozat PKK ji Kurdistan ê mezintire û Evdila Ocelan ji neteweya Kurd mezintire. Divê her kes pabendiya van her du hêzan bike. Besê Hozat xwe endama PKKê dibîne, xwe mirîda Apo dibîne, xwe jin dibîne, xwe Elewî dibîne, xwe Dêrsimê dibîne, lê belê bi çi awayî xwe Kurd na bîne.
Tê dîtin ku Besê Hozat ji siyaseta rojane bê xebere. Li gorî Besê Hozat, hemû dewlet û hêzên li cîhanê bûne yek û dixwazin PKKê tune bikin. Lê belê, heman Besê Hozat di hevpeyvînekê de ku wê di 17 Sibata 2014an de digel Al Jazeera re encam dabû gotibû: “Yên ku ji me re dibêjin ‘cûda xwaz’ xeletin. Em ne xwedîyê Stratejiyeke Kurdistana serbixwe ne. Me di sala 2000 an de Dewlet-Netew ji bernameya xwe derxist. Ger Ev pirsgirêk tenê li hêvîya Tirkiyeyê maba, niha me di zû da çareser kiribû. Amerîka û Ewropa naxwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ji ber ku poletîkayên herêmî li ser Tirkiyeyê dimeşînin. Ji ber vê yekê ew bi berdewamî paranoya cûdaxwazîyê çêdikin. “
Besê Hozat bi vî mejîyê xwe yê şolî ve pêwîste bi navê Kurda sîyasetê nake. Û heman dem Besê Hozat ji rayedarên KDP re dibêje ku “ya ku hûn dikin tawanek neteweyî ye, hûn ê di dîrokê de werin darizandin”. Lê belê, heke darizandinek hebe, dê Besê Hozat were darizandin. Besê Hozat Kordînatora şerê Xendekan bû. Zirarek pir mezin gihand gelê Kurd û bû sedema wêrankirina bajarên Kurdan.
Pêtivî ye ku Besê Hozat ji gelê Cizîrê û malbatên ciwanên hatîn şewitandin lêborînê bixwaze
Besê Hozat berpirsyarê wan kesan e ku bi fermana wan di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin. ew jî qasî dewleta Tirk berpirsê vê qetlîamê ye. Derfeta wan ciwanan hebû ku ji wan jêrzemînan derkevin. Dibe ku ew niha sax bin. Dewleta Tirk ambulans rê kirbûn wir. Ew dikarin derkevin derve, dibe ku ew di zindanê de bimaban, lê ewê sax bimaban. Gava ku ev îhtîmal ji Besê Hozat re tê gotin, Besê Hozat wiha dibêje: “Em li Silopî paşde vekişiyan, û heke em li Cizîrê paşde vekişin, dê navûdengê me têk biçe. Berxwedan kirin rêka herî başe.” Dizanin ku şerê li bajêr dê hilweşînek pir mezin çêbike. Ew pir zelalî dizanin ku ewê şerekî wisa de ser nekevin, gelo çima bi jiyana hinde mirovan ve hate lîstin. Dûv re wê mirina mirovên ku birîndarî xwe nekarî bûn xilas bikin erê kir. Piştî ku ev hemû qewimîn, Besê Hozat di hevpeyvînekê de di buhara 2015 da got: AKP ê winda kir, berxwedana Cizîr û Sûrê biser ket. Dema ku cenaze hêj li erdê bûn û li Cizîrê bêhna mirovan dihat, Besê Hozat qala berxwedanê kir. Heman ew Besê Hozat niha rabûye ji PDK ê re dibêje: hûn bê wijdan û bê exlaqin.
Besê Hozat, ku ji bo “planên azad kirina serokê xwe, tevgera şoreşgerî ya bê dawî” zarokên vî gelî wisa bi bêşermî dişîne mirinê lewma jî em dibêjîn Besê Hozat ne xwedîyê wijdana jinê ye. Ew nikare bi kesî re behsa exlaq, wijdan an jî siyasetê bike. Bila ew pêşî lêborînê ji ber kiryarên xwe yên xendeka bixwaze, û li Cizîrê ji wan malbatên ciwanên wan hatî şewitandin lêborînê bixwaze.
Pêdivî ye ku Besê Hozat û serokên din ên PKKê dev ji vê helwesta xwe ya bê şerim berdin. Şûna ku ew her kesî weke şirîkê AKP û Tirkiyê bibînin, di destpêkê de pêwîste rêya xwe ji rêya dewleta Tirk cûda bikin û dest ji selîqa Tayîp Ardogan a axaftinê berdin.