Keçkek 19-salî li Hindistanê ku bi vîrusa Korona ketbû ji hêla ajokarê ambulansê ve dema ku diçû nexweşxanê rastî destdirêjiyê hat.
Medyayên Hindistanê eşkere kir ku ajokarê ambulansê yê 27-salî li herêma “Pathanamattaya Karala” dema ku keçeke bi Koronayê ketî radikir nexweşxaneyê di rê de dest dirêjî li ser wê kir.
Polîsên herêmî diyar kir ku ajovanê ambulansê kesek navdar bû û gelek caran gilî li wî hatbû kirin û dema ku ew wekî ajokarê ambulansê hatiye xebitandin, wî şahdîya reftara baş û nebûna paşxanek xerab pşêkêş nerkibû.
Rojnameya “Bangor Mirror” ragihand ku ajovanê ambulansê saet 10î şeva pêncişemî, 5/9/2020an çûbû herêmeke dûre dest û alavên Tenduristî ji nexweşekê ku keçek ciwan bû veqetandin, û tecawîzî wê kir.
Nexweşa ku destdirêjî li ser hatiye kirin got ku ajovanê destdirêjkar gef li wî xwar û jê xwest ku mijarê veşêre, lê dema ew ji ambulansê peya bûy wê karmendên nexweşxanê agahdar kirin , û ajokar roja dûv de hate girtin.