Gelo PKK e wê lihevhatina aliyên Rojava jinav bibe?

Gelo PKK e wê lihevhatina aliyên rojava jinav bibe?

Heger PKK e nebaye, niha demek pir dirêj bû aliyên rojava gihîştiban lihevhatinê

Rojava Kurdistanê heya niha nikariye bi sedema PKK ê bibe xwedî lêvegerek siyasî ku nûneratiya wan di çareseriya siyasî ya Sûriyê da bike, belku PKK e bûye mezintirîn asteng li himber danûstandinên ENKS ê û rêveberiya xweser ku ji Nîsana îsal dest pê kirine.

Di vê derbarê de, Rêkxerê Tevgera Çaksaziya Kurd û Endamê Desteya Seroktîya ENKS ê Feysel Yûsif ji bo pêgeha Al-Arabia Cedîd dibêje: danûstandinên nêvbera partîyên di nava rêveberiya xweser de û li pêşiya wan partîya yekîtîya demokratîk PYD ê û partîyên di nava encûmena Niştîmaniya Kurdî de weke plan ji bo hatîye dana di domin û Amerîka serperiştiyê lê dike, tişta ku niha tê kirin nirxandina benda duyemîne ji lihevhatina Duhokê ku ew jî hevbeşiya di nava rêveberiya xweser da ye.

Aliyên rojava lihevhatina Duhokê ya 2014an bi bingeh wergirtine

Qonaxa yekemîn ya nîqaşên lihevhatina aliyên rojava kurdistanê ku Mezlûm ‘Ebdî fermandarê HSD ê bang ji bo kirî, li meha Nîsana îsal dest pê kirine û heya 17 xizîranê dewam kirin, ev qonaxa bi serketî hat hejmartin, aliyên rojava lihevhatina Duhokê bi bingeh wergirtin, ew lihevhatina li dema xwe Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê serperiştî kirî.

Di lihevhatina Duhokê de, xala sereke ev bû ku lêvegerek siyasî ji bo rojava were avakirin, hemû aliyan li xwe bigre û erka wê danana stratejîya giştî û yek helwestî be, hemwext çêkirina hevbeşiyê di rêveberiya xweser de û tevlî kirina hemû pêkhateyên rojava di hukimranîyê de.

Lê belê wiha diyare ku gelek astengî ketine pêşiya danûstandinên nêvbera ENKS ê ku bi beşek ji opozîsyona sûryê tê hesab kirin û partîya yekîtîya demokratîk ewa bi çavê balê PKK ê yê rojava Kurdistanê tê mêze kirin.

Bo têkbirina danûstandinan PKK ê qadroyên xwe di rêveberiya xweser de çandine

Di vê derbarê de, ‘Îmad Berhu endamê ENKS ê li pêncişemî ya rabûrî ji bo pêgeha BAS NEWS gotbû ku PKK e û aliyên girêdayî wê, niha tenê astengîya ji boy danûstandinan çêdikin û heger PKK e nebaye, niha aliyên rojava berya çendîn salan gihîştiban lihevhatinê.

Navbûrî her wiha dest nîşan kir, lê di ser astengiyên PKK ê re, aliyên danustendinkar gihîştine lihevhatina dawiyê û ev lihevhatin wê çareseriyan jiboy melefên siyasî, leşkirî û îdarî destnîşan bike.

Lê belê hinek çavkaniyên xwecihî yên bajarê Hesekê ku navê xwe eşkere nekirine ji boy pêgeha Al-Arabia Cedîd gotine ku rêveberiya Qendîlê ji mêjve qadroyên xwe di nava rêxistin û rêveberiya xweser de çandine, ev qadroyên PKK ê piranî jê alîgrên pêkhateya ‘Elewî ne û girêdayî rejîma Sûriyê û Îranê ne û karê wan tenê çêkirina prisgirêk û kirîzane ji bo ku lihevhatina dawyê ya aliyên rojava were paşxistin.

Wan çavkanîyan got ku rêveberiya Qendîlê dest li gel rejîma Sûriyê û ew dixwaze rejîma sûryê li ser desthilatê bimîne ji bo ku berjewendiyên wan nehên têk birin, jiberku heger lihevhatina kurdî çêbû û lêvegera kurd hat avakirin, li wê demê tu roleka PKK ê li Rojava Kurdistanê namîne.

Çavkaniyên Hesekê agahî dan ku Mezlûm ‘Ebdî niha kar ji bo bê bandor kirina PKK ê li Rojava Kurdistanê dike û Amerîka ji bo vê mebestê piştgiriyê dide Mezlûm, her ev jî sedema sereke a hêrs bûna rêveberiya Qendîlê ye ji Mezlûm ‘Ebdî.

Partîya Karkerên Kurdistanê dixwaze li ciyê lihevhatina ENKS ê û rêveberiya xweser, lihevhatina rêveberiya xweser li gel partîya Îrade ya Qedrî Cemîl ku partîyeke bi fikra Lînînî Markisî ye û di vê mehê de li Moskoyê hatbû îmze kirin, bibe bingeha çareseriyê.

Pustên heman beş