Ez dimînim şaş û heyirî ku ev zêdeyî 40 salan e, PKK ji bona yekîtiya kurdan çênebe tim bi navên cûda bi yên partî û rêxistinên bi wê ve girêdayî yekîtiyan çê dike. Ev heqê wan e. Lê dimînim şaş ku hin ji gire girên kurdên siyasî jî her vê dipesidînin. Nikarin bifikirin ku ev zêdeyî 30 saan e ku her ev lîstîk, ev senaryo, ev fêlbazî tê lîstin.
Fêm nakin, armanc û hedefa PKK ne yekîtiya gelê Kurd e. Eksê wê perçekirina mejiyê kurdan, wêran kirina welatê wan e. Ji bona di vê rêyê de bi serkevin her tiştekî dikin.
Ew dikin, dikare heq û mafê wan be. Lê ev zêdeyî 20 salan e ku hin her vê dipesidînin û nikarin bibînin ku ev listîkek ji bona kurd nebin yek e.
Kesên vê dipesidînin hema yek carê jî nikarin li xwe varqilên û bibînin ku di van demên dirêj de PKK ewqasî yekîtî û hevkarî pêk anîne. Lê encam.
Aha em Kurd weha bûne ku nema dikarin rastiyê bibînin. Ev jî ji ber berjewendiyên şexsî pêk tê. Van berjewendiyên şexsî, çavên hinan kor, guhê wan kerr û zimanê wan ya jê bûye ya jî lal bûne.
Bi salan e ku PKK ew daxwaza dagirkeran pêk anîne û tînin. Dagirker çi jê dixwaze ew jî wê dikin. Ev ne tenê li perçeyekî li her çar perçan vê helwesta dagirkeran dixin jiyanê an dixwazin bixin jiyanê.
Ji bona bighêjin vê armanca xwe jî di xebata xwe ya zêdeyî 40 salan de, yek fêda wan ji bona kurdan çê nebû ye. Ziman dane ji bîr kirin. Welat wêran kirin. Baweriya neteweyî ji serê kurdan derxist û hêvî bi wan re nehişt.
Ez bi xwe, li ber vê nakevim, ji ber ku ew karê xwe dikin. Erkê pêve rabûye tîne cih. Ew di rêya xwe de, di helwestên xwe yên siyasî ku bi destê dagirkeran ve têne meşandinê, bi heqin.
Lê ez bi vê yekê diêşim ku çawa berjewendiyên şexsî çavên hin qaşo ji xwe re dibêjin; em siyasî ne kor kirî ye. Êdî ji bona kesên weha tenê berjewendî ye û pkk jî vê gelekî xweşik, bi hêsanî û bi delalî bi kar tîne.
Bi kar tîne ji ber di vê dema em niha têde dijîn, her tişt bûye pere. Dema perên te hebe, tu bi rehetî dikare kesan, partî û sexsiyetan bikire û wan ji bona berjeweniyên xwe bi kar bîne.
Niha rewşa em têde dijîn ev e. Qonaxa em gihiştinê ev e. Divê em çi bikin???
Ji xwe mesele û pirs ev e ku divê em çi bikin? Em hemî dizanin ku divê em çi bikin lê wê yekê nakin.
Sedema vê, yek jê hin partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne û navê kurdistanê jî li xwe kirine. Lê ji bilî wî navê pîroz tu fêda wan ji bona kurd û kurdistanê tune ye.
Sedemeke din lawazbûna tevgara Kurdistaniyan e. Dema mirov lawaz ket, bê taqat bû, hin bi rehetî dikarin bi saya xurtbûn û perên xwe wê lawazbûnê ji bona xwe bi kar bînin û niha ya pkk dike jî ev e.
Divê em çi bikin???
Ne cara ewil e ku vê dipirsim. Hûn bawer bikin herkes ji min baştir dizanin ku divê çi bikin. Lê nakin. Çima?
Hin ji ber lawazbûna xwe, hin ji ber bê derfetiyên aborî û hin jî ji bona berjewendiyên xwe vê nakin.
Nikarên bibînin ku bi tevgereke xurt, bi hêzeke neteweyî, bi baweriyeke kurdistanê em dest bidin hev em ê bi serkevin. Ji bona vê jî divê êdî em tenê vê bikin. Lê vê nakin û heta ku endam û rêvebirên hin ji van mirîd bin, wê nekin jî…
Bala xwe bidinê û bibînin bê çi ferq û nakokiyên neteweyî di navbêra PAK, HAK-PAR û PSK ê heye. Li gor min tune ye û ji hev dûrbûna wan, li ser asasê hevdu neqûlkirin û meseleyên sexsî ye. Destûr û bernameyên wan bixwînin hûnê bibînin hema hema wekhev e. Lê nabin yek an di bin sîwanekê de nikarin bi hevre kar bikin.
Di rewşa îroyîn de ev hersê partî di destê me de mane. Loma divê ew jî kêmaniyên xwe temam bikin da ku bibin altarnatîfek li bakurê kurdistanê. Ev him di fêda wan û him jî di fêda ya gelê me de ye. Ew jî vê dizanin lê pêk naynin