Amêdî bajarek kevnar û dîrokî yê Başûrê Kurdistanê ye, bi paytexta mîrgeha Behdînan tê nas kirin, ew mîrgeha ku li dema xwe, xwedî hêz û desthilatek pir mezin bû, ev bajar li serê çiyayekî ku weke kelhek xwezayî xweya dike, hatîye ava kirin.
Serdema dirustbûna Amêdiyê vedigere bo 3 hezar salan pêş zayînê, her yêk ji navçeyên Şêladizê, Kanî Masê, Bamernê, Çemankê û Sersinkê û Dêralokê bi xwe ve digre, Amêdî wargehê eşîrên resen ên Kurdistanê weke eşîra “Nêrweyî, Rêkanî, Doskî, Berwarî, Nihêlî, Bergareyî, Mişara Sipneyê Behdînan”e, pir şaristanyetan hukim li Amêdiyê kirine weke Aşûrî, Sasanî, Eşkanî û çendîn şaristaniyên din.
Veguhastina Gerîlayan bo Amêdiyê
Hatina PKK ê bo sînorê Amêdiyê vedgere ji bo salên heştiyêan ji çaxa rabûrî, li wê demê partiyên Kurdistanî ku li pêşîya wan li wê derê bûn weke PDK ê alîkarî jêre dikir, lê belê li serhildana sala 1991an û dema ku Pêşmerge mjûlî rizgar kirina Başûrê Kurdistanê dibûn, PKK e di vê valahiyê de ji bo xwe bi firset dibîne, ji ber ku li wê serdemê Pêşmerge daketibûn navendên bajêran û cebheyên pêş.
PKK ê bi xelkê gundên devera Amêdiyê digo: Ev nuke ne gundên wene, ev Herêmên Parastina Medyane, hewe ev gund firotine û pereyên xwe wergirtine
Paş serhildanê û dema ku hikûmet û parlimentoya Kurdistanê hatine ava kirin, hikûmetê li gor îmkanên li wê demê di dest da, xizmetguzariya weke av, elektirîk, dibistan û rê ji bo gundan pêşkşî wan navçeyan dikir, hikûmeta Başûr dixwest ew şêniyên li serdema rejêma Sedam nekarîn li ser gundên xwe bijîn û bi karê cotkariyê û xwedî kirina heywanan rabin, niha bikarin bi wan karan rabin û bi wê yêkê hem debara jiyana xwe bikin û hem jî abûra Kurdistanê bi çandiniyê û ajeldariyê bihêz bikin,lê PKK ê ev firset ji nav bir û her wek rejêma Sedam behane bi Kurdan girtin û ev navçe bi navçeyên şer yên ‘eskerî îlan kirin, PKK ê jî mîna rejêma Sedam kir û ev serhildan Başûr li dijî Sedam kirî bi firset dît û hejmarek zêde ji gundên sînor yên dikevin Amêdiyê û navçeyên wê xistin jêr kontirola xwe û nuqte û baregehên xwe li wan gundan danîn û xwe bi cîh kir, Dema şêniyên van gundan xwestin vegerin ser gundên xwe, PKK ê ji wan re digo ev niha ne gundên we ne, we ev gunde firotine û pereyê xwe wergirtine, PKK ê hema digo em nûnerên Îraqêne li vir û em rênadin hûn bikevin van gundan.
Piranîya gundên ku PKK ê xistine jêr kontirola xwe, gundên eşîreta Nêrweyî û Rêkanîya û Nihêl û Berwarî bûn, ji ber vê siyaseta şaş û qirêj a PKK ê, şêniyên van gundan naçar man berê xwe bidin kampên ku dûr ji gundên wan hatibûn dirust kirin bê ku bikarin li wan kampan karekî ji xwe re bikin.
Heya niha PKK ê dest danaye ser 487 gundên Amêdiyê û navçeyên wê û bi tu awayî nahêle xelkê wan gundan vegerin ser gundên xwe, PKK ê ew gund weke Cimhoriyeta Zapê û paş weke beşek ji Herêmên Parastina Medya û herêmên eskerî bi nav kirine, di vê yêkê de PKK ê çav li rejêma Sedam ya ji nav çûyî kir, wexta vê rejêmê ev navçe weke navçeyên cengê îlan kirî û bi vê yekê jiyan li şêniyên vê deverê kirbû dojeh û cehenem.
PKK ê nan û qûtê xelkê Amêdiyê wek bac û mafê partîya xwe dizanî
Li dema şerê PKK ê li dijî hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ti zilm û sitemek nema ku PKK ê derheqê gelê Amêdiyê û navçeyên wê de nekirî, zilm û sitemek ewqas qirêj ku hin caran dighîşte wê zilm û sitema ku hikûmeta Îraqê li şêniyên vê navçeyê dikir, PKK ê bi awayek giştî Amêdî û navçeyên wê kirbû navçeya cengê, bi roj xwe di nava çiyayên Amêdiyê de diveşart û drazan û bi şev jî li dûv Pêşmergeyên hejar û fermandarên wan di geryan, PKK e ti bêrêzî û sitemek nemabû ku di derheqê wan de encam neday, li salên 90an de bi taybetî di dema şerê PKK ê li dijî hikûmeta şer’î ya Kurdistanê herçend ku gelê navçeyê di hejariyê de dijyan û nedikarîn bi awayekî baş debara jiyana xwe bikin, Gerîlayên PKK ê bi darê zorê ew nan û xwarina di destê gelê Amêdiyê û navçeyên wê de jî ji wan di stand, gel nedikarî tu tiştan di mala xwe de bihêle, her tişt pir zehmet bû, wan ji bilî dest danîne ser gund û rez û baxên şênîyan, bac jî ji wan di stand, ji şivan û koceran pez weke bac di stand, ji gavanan çêlek di standin û ji cotkaran jî berhemên çandiniyê, wan rehim bi ti kesê herî hejar jî nedibir û qûtê wan weke bac û mafê partîya xwe dizanî.
Ya ku PKK ê kirî, rejîma Be’si nekir
Li dema şerê li dijî hikûmeta şer’î ya Kurdistanê, ji ber ku Amêdî navçeyek çiyayî ye, PKK ê bi hêsanî dikarî pirsgirêkan ji bo gelê navçeyê dirust bike, di dema şer de PKK ê rê nedida ambolans jî nexweşan ji Şêladizê û Dêrelokê bibene Amêdiyê yan jî Dihokê, wan di rê de bi saya çekê doşkan û segvanan rêya di navbera Şêladizê û Dêrelokê ji bo Amêdiyê û Dihokê qut kir bûn, ev di demekê de bû ku di dirêjahîya dîroka şerê hikûmetên Îraqê li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê, di ti demekê de hikûmeta Be’s karek bi vî rengî encam neda û rê li himber nexweş û pîr û kalan nedigirt!
Tu yêk ji Pêşmergeyan nedikarî bi şev di malên xwe de bi aramî raze, kes û karên Pêşmergeyan jî li jêr çavdêrî û zexteke zor de bûn, roj nebû dengê doşkayên PKK ê neyê, bi awayekî ku ev deng ji bo guhên gelê navçeyê bibû dengek aşina, gel nedikarî ji malên xwe derkeve, ev hemû bê ku tu guneheke wan hebe, guneha wan bi tenê ev bû ku gundên wan bibûn meydana şerekî ku tu peywendiya wan pêre nebû, şerekî feriz kirî ji pal PKK ê ve.
PKK ê her tişt bi Amêdiyê kir
Her çawa be bas kirin li kêşe û derdeseriyên ku gelê Amêdiyê û navçeyên wê bi sedema PKK ê tûş bûy bi dawî nayê, PKK ê her tişt li Amêdiyê kir, Gund şewitandin, gel birsî hişt, bê rumet kirin, mal û halê wan talan kir, ew derbeder û bê cîh kirin, pir kes şehîd xistin, lê niha tê û bas li parastina ciwanên vê navçeyê dike, ew ciwanên ku hejmarekî herî zîde ji wan bi sedema PKK ê bê bav û dayk û mal û hal mane.
Dibe heya niha PKK e nezane meydana xebata wê, Ameda Bakurê Kurdistanê ye, paytexta Kurdistana mezin û azad kirina wê ye ji desthilatdarîya dewleta Tirkiyê, neku pirsgirêk dirust kirin û aloz kirina rewşa Amêdî ya paytexta mîrgeha Behdînane û dijatî kirina take hikûmeta Kurdî li her 4 perçeyên Kurdistanê.
Dujminê bav û kalan, nabe dustê lawan
Li dawiyê em ji gelê Amêdiyê bi giştî û ciwanên wê bi taybetî re dibêjîn, kesên ku dîrokê naxwînin wê neçar bimînin hemû dîrokê dubare tecrîbe bikin, ji ber vê yekê em rica dikin ciwanên Amêdiyê li dîroka salên 90an ji çerxê rabûrî bizivrin û bixwînin û bizanbin PKK ê çi b serê bav û kal û navçeya wan aniye, daku neçar nebin wê yekê dubare bi çavên xwe bibînin, em ji wan ciwanan re dibêjîn “Dujminê bav û kalan, nabe dustê lawan”.