Başûrê Kurdistanê çima biryara referandumê da
Herçend Kurd piştî jinavçûna rejêma Be’is li sala 2003an de bûne aliyê sereke di dirustkirina dewleta Îraqa nû de û xwest karesatên pêş niha hikûmetên yêk li pey yêk ên Îraqê derheq wan de encam day li alîyekê deyinin û rûpeleke nû digel gelê Ereb di nava Îraqê de vekin û bi hevre bi azadî û yeksanî di nava wilatekî de jiyan bikin, lê belê her digel xwe li ser lingan girtina Îraqê de, rayedarên ((Îraqa Nû)) jî weke rayedarên pêş xwe dest bi zulm û sitema li dijî Kurdan kir, bi hemû rengan dijatî kir, ji bi cî neanîna destûra ku gelên Îraqê bi tevahî deng li ser day bigre, heya digihe birîna beşe budce û mûçeya fermanberên Herêmê Kurdistanê.
Rayedarên Îraqê ku piranya wan ev care ji mezheba Şî’e pêk dihatin destûr bi awayekî eşkere bin pê kirin û hewil da rûla Kurdan lawaz û dîsan wan bikin jêrdestên xwe, madeya 140an ku madeyek destorî a taybet bi navçeyên Kurdistanî ên dervey rêveberîya Herêmê Kurdistanê bûn bi cî nekir û hertim bi hêncetên cuda cuda bi cî kirina wê madeya destûrî pişt guh dixist, dîsan dest bi asmîlekirina Kurdan li wan navçeyan kir, Îraq bi giştî di gendeliyê de niqum bûbû, her ku diçû kêşe û pirsgirêkên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê digel Bexdayê kûrtir û asêtir dibûn, dewletên weke Tirkiyê û Îranê jî alîkarîya rayedarên Ereb li Bexdayê dikir daku pirsgirêkan digel Hewlêrê dirust bikin û rê nedin ew pirsgirêk werin çareserkirin.
Kurd ji çareserkirina pirsgirêkên xwe ên netewî digel Îraqê de bê hêvî man, wan baş fêm kir ku Îraq ne ew wilate ku Kurd bikarin bi yeksanî digel Ereban de têde bijîn, ji ber vê yekê rayedarên Kurd li Başûrê wilat biryarek dîrokî da, biryarek wiha ku di dîroka Kurdistanê de yekem car bû biryarek bi wî awayî were dayîn, ew biryar jî biryara encam dayîna (Referanduma Serxwebûna Kurdistanê) bû ji bal rayedarên Başûr.
Xaînan dixwest îrade, hebûn û xwenaskirina Kurdan bixin jêr pirsiyarê û wan ji her tiştê varî bikin
Referandum ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê li 25/9/2017 bi biryara piranya partiyên Kurdistanê û bi dengê piranîya gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hat encam dayîn û têde pêtir ji 93٪ ji gel deng bi serxwebûna Başûr da, lê emê lê binêrîn bi ti awa biryar li ser dest nîşan kirina vê rojê hate dayîn û bi ti awa xiyanet li vê mijara netewî hat kirin û bi t awa dujimnan û xaînan dixwest îrade û hebûn û xwenas kirina Kurdan bixin jêr pirsiyarê û wan ji her tiştî varî bikin.
Li roja 7î xizîrana sala 2017an û bi beşdarîya hemû partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê ji bilî (Goran û Komela îslamî) civînek Kurdistanî hat lidarxistin û têde biryar hat dayîn 25/9/2017an referandum ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê were encam dayîn, berpirsên partiyên di civînê de beşdar bûy tev li ser wê bawerê bûn ku pêwîste di vê civînê de rojek were diyar kirin weke roja encam dayîna referandumê, ev bo ku bi dengê piranîya serkirdeyên partîyan ev roj hat diyar kirin.
Parilmena Kurdistanê di ser gefên dewletên dagîrker de biryara referandumê pejirand
Piştre parilmena Kurdistanê li roja 15 îlona sala 2017an civîneke dîrokî li darxist û têde deng li ser dest nîşan kirina roja 25 îlonê jibo encam dayîna referanduma serxwebûna Kurdistanê da.
Parilmena Kurdistanê di ser gef û hişdariyên dewletên dagîrkerên Îraq, Tirkiyê û Îranê, hem wext hişdariyên Waşinton û dewletên herêmî û rojava, ev civîn li darxist, her çend ku parilmenterên partiyên Goran û Komeleya Îslamî beşdarî têde nekir, lê belê bi tevahîya dengan roja 25 îlonê weke roja encam dayîna referanduma dîrokî a Kurdistanê îlan kir.
Di vê civîna parilmena Kurdistanê de, 68 parilmenter amede bibûn, ji sercema wan 65 parilmenteran deng bi belê ji bo encam dayîna referandumê da.
Piştî diyarkirina roja referandumê, dujminên dîrokî ên Kurdistanê dest bi tevgerên xwe kir ji bo dijatîkirina vê pirsa netewî û qanûnî a Kurdan, ev jî dibe tiştek nû û balkêş nebe, ji ber ku ew dujminên Kurdane û hertim li dijî Kurdane, van dujimnan yekem car bi civînên dûalî (Tirkiye û Îran) û paşan bi civînên sêalî (Tirkiye, Îran û Îraq) dest bi danîna pîlanan û dijayetîkirina vî mafê Kurdan kir, mafek wiha ku bi qanûn di destûra Neteweyên Yekbûyî de hatîye tesbîtkirin ji bo her neteweyekî ku bixwaze biryarê li ser mafê xwe yê çarenivîs bide, van wilatan yekem car bi gefxwarina li dijî Başûrê wilat paşan bi piraktîk û bi girtina deriyên sînor û anîna leşkirên xwe ji bo ser sînorê Kurdistanê û bi nîmayîşên serbazî li ser sînor bi awayek raste rast dijatîya xwe ji bo referandumê ragihand.
Gefên dagîrkeran gelê Başûr paşgez nekir, lewma naçar man qesta xaînan bikin
Lê van karên dujiminan, serkirdeyên netewî ên Kurdan û gelê bi rumetê Kurdistanê ji encam dayîna referandumê paşgez û pûşman nekir, belku pêtir ew paldan ku vî karî encam bidin, dujminên Kurdistanê bi tenê karîn kênca xwe li ser xaînên Kurdistanê çêkin û wan neçar bikin jêr bi jêr dijatîya referandumê bikin û bi serve jî wiha nîşan bidin ku ew digel referandumê ne, hinek ji van xaînan bi awayek raste rast dijayetî kir û hîncetên weke xwe nerewa û bê wate digirtin ji bo dijayetîkirina referandumê, hinekên din jî bi awayek veşartî destê xwe kir di destê dujimnan û dijayetîya referandumê kir, ev xaîne li roja referandumê li ser erkiranên telefizyonan diyar bûn û ragihand wan deng bi belê daye, lê belê ji rûyê wan diyar bû ku derewan dikin û ne bi tenê deng bi nexêr daye belku kar jî ji bo vê çendê kirîye ku gel jî bi nexêr deng bide, van xaînan ku balekî diyar di nav partîyek diyar a Kurdistanê de bûn rê neda li ti yek ji dezgehên wan yên medyayî û çapemenîya partîya wan de bangeşe ji bo referandumê were encam dayîn, xelk ji çûne dengdanê sar dikir.
Mebesta dagîrkeran Barzanî nebû, wan dixwest bi razî kirina Barzanî îradeya neteweyek zulm lêkirî bişkênin
Givaşa herî mezin di vê navberê de li ser Mes’ûd Barzanî serokê herêma Başûrê Kurdistanê û biryarderê sereke yê encam dayîna referanduma serxwebûna Kurdistanê bû, dewletên dujmin digel xaînên navxwe û hinek wilatên berjewendixwaz hemû hewlek da ku bi rêyên cuda Barzanî ji encam dayîna referandumê pûşman bikin, bi hinartina nameyan, pêşniyaz kirina bedîlan, gef xwarina li Başûr û… Dixwestin Barzanî ji encam dayîna vê piroseya netewî û qanûnî paşgez bikin, ya rast mebesta wan bi tenê Barzanî nebû wan dixwest bi razîkirina Barzanî îradeya neteweyek zulm lêkirî bişkênin, dixwest ji her layekê re rabigihînin ku Kurd li jêr bandora me dene û em çi bixwazîn emê bikarîn digel wan pêk bînîn, lê jiberku Barzanî pîlana wan baş fêm kirbû bi ti awa razî nebû.
barzanî digo yan pêwîste bi amadebûna Neteweyên yekbûyî rêkeftinek nivîskî were encam dayîn û rojek ji bo serxwebûna Kurdan were destinîşankirin, yan jî em bi t tiştek din razî nabin, Barzanî berdewam bû û bajar bi bajar li Başûrê Kurdistanê digera û bangeşe ji bo referandumê dikir, Barzanî çûbaye her bajarekê bi dehan hezar xelk li wê derê amade dibû û bi coş û kelecanek efsaneyî bang dikir (belê ji bo serxwebûna Kurdan), gel bi dengek ew qas bilinda ev silogan digo ku kesek kerr jî baye dikarî bibhîze, lê belê guhên xaînan û dujminên Kurdan ne bi tenê kerr bibûn belku çavên wan jî tarî bibûn û ev yek nedidît.
Barzanî piştî hemû givaşan di dawî derketina xwe de bi vî awa bersiva her kesî da ((Ez ew kes nînim ku xwe şermezarî gelê xwe bikim)) ev bersivek ruhin bû ji bo her kesî ku dixwest referandum neyê encam dayîn.