Sêyemîn salvegera Referanduma Kurdistanê li hemû Kurdan, yên ku bi serxwebûna Kurdistanê bawer dikin û yên mafê çarenûsa Kurdan diparêzin pîroz be.
Tevî hemû astengî û reşkirina, kurdên li herçar perçeyên Kurdistanê, bi kelecanek mezin pêşwazî li giştpirsî yê kir, ew helwesta vekirî ya Kurdane, li dijî hemû geşedanên sedsala 21 an. Kurd eşkere dikin ku ewê gûhnedin dagirkeriyê û zordariya sedsala 20an a di sedsala 21 an de jî qebûl nekin. Ew dibêjin pergala siyasî ya sedsala 20 an, bila bisekine.
Giştpirsîyê aşkere kir ku li Kurdistanê du xet hene
Lê belê rexmê van hemû tiştan jî girîngiya dîrokî û siyasî ya giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê ji bo pêşerojê hîn jî bi tevahî nehatiye têgihîştin. Hinek Helwest hene ku giştpirsîya Serxwebûna Kurdistanê, bi zanebûn an jî bêzanebûn, asayî nişan dan û bêhêz dikin.
Ew Bûyer û rewşa piştî giştpirsîyê derketî ji ber xîyaneta hatî jîyandin di xwestin giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê berpirs bigirin. Lê belê, giştpirsîyê rengê her kesî weke kaxezek turnosol ê aşkere kir.
Niha li Kurdistanê du xet hene. xeta yekem; yên ku giştpirsîya Serxwebûna Kurdistanê bawer dikin û hêza wê dizanin yên ku di dema giştpirsîyê de li çar parçeyan bi dengekî bilind an jî di dilê xwe de giştpirsîyê silav dikin, yên ku ji dil dixwazin di wê giştpirsîyê de deng bidin, şehîdên ku ji bo parastina xeta giştpirsîyê li Pirdê û Sihêla canê xwe dayî nûnerên xeta yekemîn ango xeta serxwebûn xaza. xeta duyemîn; Yên ku dixwazin mora xîyanetê lê bidin û giştpirsîya serxwebûnê weke bingehê hemû xirabîyan biden destnîşan kirin, yên ku dibêjin ez bê alî me û veşartî dijminatiyê dikin, ewên ku berdewamiya dagirkerîyê dipejirînin û dibêjin giştpirsîyê me da winda kirin. di mêjûya Kurdistanê de bingehê her du xetan jî heye.
Giştpirsî şikandina pergala Lozan ê ye
Hinek dixwazin îxaneta Kerkûk û deverên Kurdistanî bi pêvajoya giştpirsîyê ve girê bidin. Ango dibêjin giştpirsî sebebê dagîrkirina Kerkûkê ye û armanc dikin têgehiştinekî vî rengî di mejîyê kurdan de ava bikin. Armanca giştpirsîyê pirsgirêkên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, û hwd. Lê belê, giştpirsî hesap xwastineke ji sedsala 20 an.
Yên ku dîroka Kurdan ya van bîst salên dawî nizanin û tekoşîna Kurdan ya piştî şerê cîhanê a yekem ji bo Serxwebûna Kurdistanê hatîye dayîn nezanin nikarin ew rêka diçe giştpirsîyê jî fêhim bikin. Giştpirsî bertekeke li dijî dabeşkirina Kurdistanê ya ji hêla Lozanê û peymanên li dû wê hatîne çêkirin. Ji ber ku Lozan bi rastî pergaleke ku têde Kurd ji desthilatîya xwebixwe hatine dûrxistin, serwerî ya tûxîbên xwe û bi serxwebûna mafê dewleta xwe avakirinê jê hatîye sitandin. Armanca vê peymana navdewletî afirandina sîstemekî bê Kurd e. Kurdan li dijî vê pergalê berxwedanek mezin nîşan dan. Kurdan van sed salê bihorî bi dehan serhildanên mezin û biçûk raber kirin mînak weke Wî Abdulselam Barzanî, Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Mahabad û serhildanên Kurda ên din ku em nekarin li vir bijmêrin ji pergala bê Kurd re got nexêr. Hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê binpêkirina vê pergalê ye. Hew qas êriş liser herêma kurdistanê kirin ji vê rastîya binpêkirina pergala lozan ê ye.
Barzanî lîstik dît
Rastiya ku îro li dijî giştpirsîyê dijberîyek wisa heye, di rastiyê de giştpirsîn di pergala siyasî ya sedsala 20an de qeliştekek kûr afirandîye. Tewra pêkanîna giştpirsîyê jî bê ku tu serxwebûnê ragehînî, bi sere xwe şikandina pergalê ye. Ger serxwebûn were ragihandin, misoger dê pergala Lozan ê hilweşe. Rastîyek wisa zelal a siyasî, sîstemî û dîrokî heye. Yên ku dibêjin ger giştpirsî nebûya Kerkûk ji dest ne di çû, pêdivî ye ku bipirsin: Gelo ma li Dêrsimê giştpirsî çêbû? Lê Komkujiyek pêk hat, rexmê ku li Efrîn ê wêneyên Beşar Esed û ala Sûrî hate rakirin jî lê dîsa hate dagirkirin. Heke giştpirsî çênebiba jî, da nûnerên pergala siyasî ya li ser bingeha Lozanê ava bûyî dîsa êrîşî Kerkûkê bikira. Pergal naxwaze kevirek ji dîwarê wê were derxistin. Loma ewqas bi tûndî êrîş kirin ser herêma Kurdistanê.
Êrîşa li ser Kerkûkê plansaziyek bû ku di destpêka operasyona Mûsilê de hatibû çêkirin. Hesap dikirin ku Wê pêşmerge li Mûsilê bikeve teqnê da û îhaleya operasyona Mûsilê ji Kurdan da hête birin. Payre wê pevçûna Ereb – Kurd hatiba destpêkirin û Kerkûk da hêt dagirkirin û heya da gel jî lihev bixin. Kesên di gotin na wisa nabe, hebûn. Çawa ku Efrîn û Serê Kaniye ji Kurdan hatin stendin piştî ku bi sedhezaran ciwanên Kurd ji bo rizgarkirina Reqqayê canê xwe dayî, heman plan dê pêşî li Başûrê Kurdistanê hatiba ceribandin. Dê ji bo Mûsilê bi hezaran canemergên kurd şehîd ketiban û dûv re jî Kerkûk dîsa ji dest Kurdan da hête standin. Ev rastîya mêjûyî nedîtin da be xeletiyek mezin. Ji bo vê sedemê, bi rastî Serok Barzanî dibêje ku min lîstik dît. Vê carê Mesut Barzanî ne got ka bisekinin û wê çi bidin me, ne got. Ewî li ser navê Kurdan tiştê ku dixwest despêkê got: Kurd serxwebûnê dixwazin.
Pêşketinên pay re hatî jîyan kirin ji bêbextiya dîroka kurd re girêdaye. Dîsa, di nav Kurdan de baskek îxanetê hate bikar anîn. Xeta ku em di bêjîn duyem ango xeta hate bikar anîn û hêja jî xeta duyemîn hîn xebatên xwe didomîne. Ev xebate ne bi eşkere û bi dizîkî ve berdewam dikin, û ew jî bi maske (kemame) xwe weke herî azadîxwaz, Kurdistanparêz, herî neteweyî û welatparêz destnîşan diken lê bele rastî de êrîşî giştpirsîyê dikin.
Wekî ku me got, Giştpirsîyê wereqa turnosol lîst. Dema giştpirsî dihate kirin, Cemîl Bayik, li ser navê PKK got, “Em ê nebin aliyek dinavbera Neteweperweriya Barzanî û nasyonalîzma Erebî ya Iraqî de.” Hemû rêxistinên bi ser Pkk ê ve yen herêmî bi aşkere gotin em dijî giştpirsîyê ne. Piştî xiyaneta 16 ê Çirî yê, milîtanek jin a PKKê bi navê Zilar Sterk derket bernameya TVyê û keniya û got: “xeta Barzanî li Kurdistanê winda kir, xeta Serok APO bi dest xist”. Heman PKK bi hevkariya dagirkerê Kerkûkê Heşdî şabî li Şengalê kir û ew hêza dijî Kurd kir hêzek rewa. Naha, dema ku ev helwest û sekin hebe, bi PKKê re yekîtiyek netewî çêna be. Ji berk û PKKê nasnama xwe ya netewî ji dest daye û nikare behsa yekîtîya netewî bike li Iraqê bûye beşek ji heşda şabî.
Di roja giştpirsîyê de, bi Lahor Cengi û ekîba wî re, ku bi helîkopterek barhilgir û bê kursî diçin Bexdayê û ji bo îxaneta Kerkûkê peymanekê çêbikin ma dê bi vê grûpa xayînan re çawe yekîtîya Netewî çêbe. Ji ber ku ev kes û layen bi helwesta xwe dabeşkirina Kurdistanê ango peymana Lozan ê rewa dikin. Ew bi daxuyanî helwestên xwe, dagirkerî yê meşrû dibînin.
Giştpirsîya Serxwebûna Kurdistanê xeteke û berdewam dike
Lê belê, rastiya jiyan û siyasetê hewce dike ku Kurdbûna rastîn û yekîtiya neteweyî ya rast xwedî derketina xeta giştpirsîyê ye. Kurdayetî ya resen di rastîya giştpirsîyê de veşartî ye. Bi Kurdekî ne xwediyê armanca giştpirsîye be, bi wî ra yekîtîya neteweyî nayê çêkirin. Kesên ku bi berdewamî dibêjin ku em yekîtiya neteweyî dixwazin, divê berî her tiştî rexnedayînekî li hember giştpirsîyê biden gelê Kurd.
Giştpirsî ne tenê dengdayîne, giştpirsî pêvajoyeke ber bi serxwebûnê ve diçe û berdewam dike û dê berdewam jî bike.
Giştpirsî dengê kurdê azad e, yên ku dengê xwe tevlî vî dengî nekin bila bizanin ku bermayê şûrê Lozan ê ne. wan şerbeta dagirkerîyê vexwariye. Yên ku dengê xwe tevlî dengê Giştpirsîyê nekin ewê bi bin amûrek di deste dagirkerî ya Tirk, Ereb û fars de.