Hunermenda Kurd a bi navê hozan canê ku zêdetir ji 2 salane bi sedema Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê di zîndanê de bû, hat azad kirin.
Li gor agahiyên destê me, hunermenda Kurd a bi navê Hozan Canê, paş derbas kirina cezayên dû salan li zîndanê, li şeva derbasbûyî serbest hat azad kirin.
Hozan Canê li sala 2018an bi cînayeta endametîya PKK ê hatbû desteser kirin û cezayê 6 sal û 3 meh zîndan kirin ji bo hatbû derxistin.
Parêzera hunermenda Kurd, da xuyakrin, li şeva bûrî Hozan Canê ji zîndana bakirko a Stenbolê bi mercê qedexeya derketina derveyî Tirkiyê hatîye berdan.
Hunermend Hozan Canê welatîya Almanyaye û li xizîrana 2018an, dema xwestibû ji Almanya derbasî Tirkiyê bibe hatbû bin çav kirin.
Hozan Canê bi rêya torên civakî piştevanîya xwe ji bo encamdayîna referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.