Destkeftên Kurda yên di sedsala 20 an, di çaryeka dawiya sedsalê de li gorî pîvan û zagonên navdewletî “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” bi fermî ava bû. Ger di destpêka sedsala 21an de herêma Rojava yê Kurdistanê jî bi vî awa bikeve nava pergala sîyasî ya navdewletî wê demê dê şikandina “ziviroka bêbext” a Kurd pir hêsantir be.
Lê belê Rojava hîn jî dibin xetereyeke mezin da ye. gefên Erdogan ên herî dawî di 3-10-2020 de dibêje “Herêmên terorê yên ku hê jî li Sûrîyê hene an dê wek ku ji me re soz dayî werin paqij kirin, an jî emê herin û emê bixwe paqij bikîn.” û nirxandina Wezîrê Derve yê Rûsya yê Lavrov ya li ser Rojava: “dibe rojeva pirsgirêka Kurd biteqe” Ev hemû daxuyanî dide xuyakirin ku Kurd hêjan jî dê di rojên tarî û dijwar da derbas bibin. Ango Tiştek bidawî nebû ye, û her tişt dikare ji nû ve dest pê bike!
Ev gotarên Erdogan û Lavrov demê ku kirîza Qerebaxê têjîn, hatin dayîn. dîyar dibe danûstandin û hesabek sîyasî di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye. Bi rastî, ne tenê van her du welatan, her kesê ku dixwaze gavekê li Rojhilata Navîn bavêje, ewê dawiyê de pêwîst bibînin li ser pirsgirêka Rojava û pirsgirêka Kurd nîqaşê bikin. Nîqaşa li ser Pirsgirêka Kurd; dê di hemî nakokî û lihevhatina pergala siyasî ya cîhanê de roleke berz bilîze.
Kurd çi dikin?
Danûstandinên di navbera ENKS û PYND rewşeke ku hemû kurdên hişmend ji nêz ve dişopînin. Lê mixabin, PKK van hewldanên yekîtiyê tenê wekî mijarek mijûl kirinê û naveroka danûstandinê valakirinê rol dilîze. PKK Ji bo ku wesayeta xwe li ser Rojava wenda neke, ewê jinavbirina hemû Rojava bide berçav. Bi çavsorî metirsîyê liser hevdîtina çêdike.
Beriya her tiştî, ew nahêle Rojava bi rojeva xwe ya sereke ve têkildar be. Ev hemla Ocelan jî serê xwe girtîye û diçe. Erdogan dibêje “Divê rêxistinên terorê li Sûrîyê biqedin.” Mîna nexşeyek parallel, rêxistina ciwanan a girêdayî PKK’ê jî li Rojava ji bo Ocalan bajaran de meşan lidardixe. Li ser sînorê Tirkiyê bajarê Dêrik bi wêneyên Ocelan xwepêşandana çêdike. Wateya vê çiye gelo; belê, binêrin li vir rêxistinên terorîst hene. Ji bo Tirkiyê dîsa êrîşî ser Rojava bike meşrûiyeta navneteweyî tê çêkirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk û rêwresmên wê yên emperyalist rastîyeke misogere. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan damezrandî ye. Ti têkiliya vê yekê bi Erdogan û partiyekê din re tuneye. Ev bi reqem sîrîyên hebûna siyaseta Tirkiyê ve girêdayî ye. Ev dagirkerî qedîm, ne ewqas siste ku bi siloganê “bijî bijî” ve, têk biçe. Azadiya Kurdistanê û berxwedana li dijî emperyalîzma Tirk karekî pirr cidî ye. Ne kêşeyek hewqa sivike ku bi meş, govend û diruşman çareser bibe.
Awayê rêvebirina Kurdan ya nû: govend, dirûşm û meş
Lê PKK civata Kurd aniye merheleyek wisa ku gelê Kurd rêka tekoşînê jibîr bike; tekoşîn çiye û ew ji bo çi tekoşîn dikin. Ew argumanên navdar, ku civak bi dihête îdarekirin weke seks, werziş, huner û ol. PKK ê, şûna va pirsgirêka tiştê nû xuliqandine weke govend, meş, dirûşm, şehîd “Girseya PKKê li ser van çar argumenên sereke dimeşe. Kesê ku tilîlîyan dide û dirûşmeyan diqîre we dizane ku wan dewleta Tirk jinav biriye. We difikirin ku dê Kurdistan bi dirûşmeyekê were damezrandin. Ciwan û keçên li Rojava bi coşa ku ji mal û malbatên xwe azad dibin dirûşma qîr dikin û govend digrin. PKK jî bi zanebûn vê wekî şoreşek mezin nîşan dide. Lê belê, ev enerjiya girseyê bê wate tê valakirin û ji bo kanalên PKK dixwaze diherike. Wekî din, bi gotina “Bijî Ocelan” qasî misqalekê mifa nade Rojava. Li Efrînê bi hezaran kes bi heman dirûşm qîriyan, lê ew ji bo rizgarkirina Efrînê têrê nekir.
Qeşe yên Bîzansî ya, dema ku Stenbol hatî dorpêçkirin li ser zayenda melayîketa nîqaş dikir
Divê Kurdên rast, welatparêzên rast, neteweperwerên rast xwe ji vê rojeva bêseruber rizgar bikin. Her kesê ku dinivîse divê nîşan bide ku ev rojev rojevekî xapînoke.
Tê gotin ku; Gava Stenbol di sala 1453an de ji hêla Fatih ve hatî dorpêç kirin, qeşe yên Bîzansî li ser zayenda melayîketa nîqaş dikirin. Encam Fatîh Stenbol dagir kir. Mînakek baş e ku em bizanîn rojevên xapînok çi encama dixuliqîne . Nuke, her roj li Rojava ji bo azadiya Ocelan derdikevin kolana. Ev yek dê weke nîqaşkirina “zayenda melayîketa” li me kurdan jî bide wenda kirin.
Du armancên bingehîn hene ku PKK ciwanan bîne kolanan: yekem, dibêje ez berpirsiyarê hêzên siyasî yên Rojava me, ne general Mezlûm e. Werin min re têkilî daynin. Duyemîn; di tirse ku gel nakokîyên di nav bera xwede çareser bike û bingehekî neteweyî ava bike, PKK dixwaze pêşî liv ê gomanê bigire û hevdîtinên yekîtîya rojava bê wate bike.
Bi rastî jî diyar dibe ku ev siyaseta partî perestî ya PKK ê qasî armancên dagirkirina dewleta Tirk metirsîdare li ser Rojava.