Gotineke pêşiyan a Firansî dibêje; Ger hûn we bikin ku diz ji bîr bike ku ew diz e, wê çaxê dê rabe dersa exlaqî bide we. Di pirsgirêka Şengalê de, ger em hindek rastiyan ji PKK ê re nebêjîn ewê bibêje, li Şengalê ji bo her kesî rêvebiriya xweser, rêveberiya gel, demokrasî û îrade ya gelê Êzidî. PKK mîna ku dersekî bide her kesî tevdigere. Lêbelê, rastiyên Şingalê pir cûda ne.
Çima PKK li Şingalê ye?
PKK hebûna xwe ya li Şingalê bi propaganda ya “Me Êzdî rizgar kirin” meşrû dike. Lê belê, hebûna PKKê li Şingalê tu têkilîya xwe bi Êzdîyan ve tûne ye. Girîngî ya erdnîgariya Şingalê, ji hêla ku ew navçeyek nakok e di navbera Iraq û Kurdistanê de û bê guman ew bi zeviyên gazê yên li wir heyî ve têkildar e.
Hêzên ku hiştin PKK li herêmên wekî Şingal û Kerkûkê bicîh bibe dewletên Iraq û Iran, ango bloka şîa ye. Li vir PKK li dijî Kurdan wekî mertalek Kurd dihête bikar anîn. Di kaosa ku ji hêla DAIŞ ve hatî çêkirin de, PKK ji Kerkûk heya Şingalê hatîye bicîh kirin da ku nehêle Kurd bi hêza xwe pirsgirêka Benda 140 a di navbera wan û dewleta Iraqê de çareser bikin. Kêşeya benda 140 ne pirsgirêkeke lokal e, ew pirsgirêkeke bi xetên navneteweyî yên enerjî ve girêdayî ye. Ji bo PKK ê li deverek wusa stratejîk bicîh bûn xalekî pirr girînge.
PKK di salên navbera 2014 û 2020 de bi erkekî ku zirarê nede berjewendiyên dewleta Iraqê li vê herêmê bicîh bûye. Li Şingal ala Iraqê hate bilindkirin û ala Kurdistanê hate daxistin. Ew bûn beşek yasayî bi maaş ya Heşda-Şabî. Tevahî hêrsa Gelê Êzidî ya li hember qetlîama DAIŞ ê berevajî kir û ber bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate zivirandin. Rêveberên PKK ê mîna Besê Hozat dijminatiyek wêrek li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û got; “Şingal bila bi Iraqê ve girêdayî be”. Bi çavsorî dijminatiya Herêma Kudistanê kir. PKK li Şingal ê weke zêrevanê bereyê Şîa hate erkdarkirin.
Plana PKK ê di berdêla vê de ev bû. PKK dê herêmek ku ji Gare heya şingal li ser deşta Etrûş dirêj dibe kontrol bike û li şûna Qendîlê vê herêmê wekî navenda baregahê xwe bikar bîne. Bi vê rewşê de, Rojava dê bi PKK re sînordar be, ne bi Iraqê re. PKK jî dê bikaribe şantajê di navbera hemû hêzan de bike. Armanca herî mezin a PKKê ew ku bi maskeya Êzîdxanê ji xwe re li Iraqê statoyek fermî çêbike. Sedema ku PKK dibêje bila Şingal herêmek xweser be. armanca wê ewe li Şingalê weke herêmekî serwerîya xwe biafirîne. Ew qas eşkere ye ku hebûna PKK ê li şingalê ne bi gelê êzîdî ve girêdaye, lê di qeyrana Rojhilatanavîn de bi erkdarkirina dewleta Îran ê û berjewendiyên partiya xwe ve girêdayî ye. Ev rastîye pirr misogere.
Rojhilata Navîn xwe diguhere
Lê plana PKK ê wek ku dixwest bi rêve neçû. Beriya her tiştî, Iran li Rojhilata Navîn bi qasî sala 2014 ne xurt e, mîna lîstokek li ser textikê şetrencê, nikare bibêje bila ev hêz vir be bila hêza din wir be. Baskê ku PKK li Iraqê piştaxwe dida ê pirr lawaz bûye. Ya duyemîn, hêzên navneteweyî li dijî rêveberiya PKK ê ya li Şingalê ne. Ya sêyemîn, gelê Şingalê li gel fermanên PKK ê kete nava nakokîyan ango PKK ne eciband.
Wekî encamek; plana PKK ya weke dihate xwestin li Şingalê bi rêve neçû. PKK naxwaze rewşa Şingal ê û ya Iraq ê aram bibe. Mîna gotina “gur ji hewaya dûman hez dike”. Wekî din, sedema ku PKK li dijî peymana şingalê ew qas êrişker tevdigere nejiber berjewendiyên Gelê Êzîdî ye.
Berevajî ev peymane di berjewendiya Gelê Êzîdî de ye. Bi Propaganda zik têr nabe. Pêwîstî gelê Êzîdî vegerin ser axa xwe, birînên xwe li wir bipêçin, ji bo ku mal û warê xwe ji nû ve bikin qada jiyanê. Peymana di navbera Iraq û herêma Kurdistanê dê hemû birînên Êzdîyan ango aborî û civakî û hem jî ji hêla derûnî ve baş bike.
Dij, derketina li vê peymanê ev e ku êzdî neçar bimînin ku li kampên penaberan de bijîn, hewcedariya wan bi alîkariyê hebe û mercên dijwar de jîyana wan berdewam be.
Her çend PKK-HPG 23ê Adara 2018 ragihand ku ew ji Şingalê derketine lê belê a niha jî, parlamento, nîzama giştî, şaredarî, lojîstîk û hwd li bin desthilata PKK ê dihête rêvebirin. hemî hêz di bin kontirola PKK ê de ne. Di bin kontrola Sozdar Avesta de, qadroyên PKK berpirsyariya hemî xebatan ew dikin. Gelê Êzîdî tenê li ser ekranê tv diaxifin. Her çend PKK dibêje ku niştecîh bixwe xwe bi rêve dibin, Şingal bi rastî bi biryarên ku li Qendîlê hatine girtin tê rêvebirin. Xema PKK ê li ser Êzidî ya, ji xeynî xebata PKK ê ya berjewendiyên partîya xwe weke din tiştek nîne.
Vê gavê PKK li Şingalê liser hin malbatên girêdan bi wan ra heyî ve xwe rêxistin kiriye. Bi vê beşa mîlîtanan re, ku jimara wan na gîhe 1000 a, beşek wekî girseya PKKê tê nîşandan ji ber ku ew li Şingalê dijîn, haya wan ji bûyeran tune ye. PKK tehdîd dike ku vê jimara dora 1000 kesî wekî darkê şivanî bikar bîne. Beriya her tiştî, Iran di vê mijarê de hesas e. Bi piştgiriya Iran ê, PKK dikare hêza xwe ji Rojava bigre heya Şingal ê, an jî sînorê nêzîkê Şingalê. PKK va demek ji vê yekê re amadekarî ya dike. Sedema bêjeyên wekî hêzên YBŞ bi hikûmeta Îraqî re dikevin pevçûn û hwd. PKK bi bilind kirina zextê we hesab dike ku tiştek ber wan bikeve. PKK dê hem li Ewropa û hem jî li Şingalê alozîyan derxîne û dê tîrên xwe ber bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bibe û bêje min Êzdî rizgar kirine.
Ji bo vê sedemê, wekî di gotina pêşiyan a Fransî de, em jî bînin bîra PKK: ku sedemên we ne hatin û ne mayîna Şingalê ne Gelê Êzidî ye. Berdin bila Êzidî li axa xwe bijîn. ji bo berjewendiyên partîya xwe Êzdîyan nekin qurban, û hûn ne ewin yên ku dersên gel û azadiyê bidin kesekê. Beriya her tiştî, ew tiştên di bin wesayeta xwe de we girtîn, tiştê we destdanîye ser ango ji wan sazî û dezgehên meşrû derbikevin. Serweriya we ya bi zorê bila dawî bibe û bila gelê Êzidî derveyî pevçûna were hiştin.