Daxuyaniya HPG ê ya derbarê Xazî Salih Alîxan û kuştinên rêzeyî di dîroka PKK ê de

Daxuyaniya HPG ê ya derbarê Xazî Salih Alîxan û kuştinên rêzeyî di dîroka PKK ê de

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG ê duh bi daxuyanîyekê got têkiliya wan bi qetilkirina Xazî Salih Alîxan re tuneye.

Daxuyaniyê bi kurtasî  cîh da van gotinan: “Tevgera me ji vê êrişa tarî berpirsiyar tê dîtin û tê tawanbar kirin, Lêbelê, têkiliya hêzên me bi vê êrîşê re tuneye, Daxuyanî û nûçeyên li ser vî bingehî hatine dayîn nerastin û rastiyê nîşan nakin”.

Dîroka PKK ê şahidê herî mezine ku PKK e rast nabêje

Wiha dîyar dibe ku PKK e li beramberî kuştina Xazî Salih li benda bertekek wiha nebû, jiber vê sedemê, wan hewce dît ku daxuyaniyek wiha piştî 12 rojan belav bikin, Lê bele çi bawerderî ya vê daxuyanîyê tune ye, dîroka PKK ê şahidê herî mezine ku PKK e rast nabêje.

PKK ê, çi ji kadiro û çi jî ji gel bi giştî, wan cînayetên siyasî yên ku kiri qebûl nekirine û xwe perpirs nedîtîye, cînayetên kiryarên wan nediyar ên PKK ê nêzîkî cînayetên dewleta Tirkin, heta PKK e gelek caran kujerên ew kesên kuştî an dewleta Tirk an jî kesên din berpirsiyar dide nişandan, Bi vî rengî, ne tenê kujerîya nedîyar şêlo dike faîlî jî berevajî dike.

 PKK e piştî kuştina kadiroyên xwe yên ku bi salan jibo wê şer kiribûn bê cav niqandî dikuje û paşî jî wî wekî şehîd îlan dike, ev daxuyanîye jî hêjayî PKK ê ye.

PKK 10 rojan piştî kuştina sê kesan li resturanta Hokkabaz di 17î Tîrmeha 2017 an de, rêveberê PKK ê Bahoz Erdal di got, “Tu têkiliya bûyerê bi me re tune ye, we got, lê derket ku bûyer rasterast ji hêla Qendîlê ve hatibû pilankirin.

PKK e ya ku her tiştî jibo berjewendîyên xwe yên partî bikar tîne, tu têkiliya wê bi rastgoyî, dilpakî, mêrxasî û helwesta mebdeyî tune ye, mebdeya yekane ya PKK ê  parastina berjewendiyên partiya xwe ye, Xazî Salih Alîxan ji bo berjewendiyên partiya PKK ê hate armanç girtin.

Çima PKK ê Xazî kuşt;

Sedema ku PKK ê Xazî qetil kir eve ku, ji bo berjewendiyên xweyên siyasî dixwest pirovakasyonekê çêbike, Ew vî karî jî digel Îranê ava hevkarîyê de dike, ji ber vê yekê em dibêjin ku ev cînayeta PKK ê kirî cînayetek bi tevahî siyasî û hevahengî ye, her çend PKK hertim li dijî PDK ê jî bû, lê ew dijberî li adara borî ve ji ber lihevkirina ligel Îranê, nuke dijî PDK ê dijberî û dijminatî tundtir kirîye, dijberiya nuke ji asta PDK ê derbas kiriye gîhaye dijatîya dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

PKK ê şerê xwe yê çapemeniyê li dijî Kurdistanê,veguhestîye şerê çekdarî

Derhêner kirin, PKK e ji biharê û vir ve şerê xwe yê çapemeniyê li dijî Kurdistanê, vêca veguhestîye şerê çekdarî, niha ne bi qelemşorên xwe yên avropa vî şerî dimeşîne, rasterast li tenişta Murat Karaylan û Cemil Bayik  bi sîlahşoran êrîş dikin.

Dîroka PKK ê mîna dîroka kuştinên rêzeyî ye, ji 1978an û vir ve dîroka kuştina bênavber berdewam kirî ye, PKK e dema ku dizane ew wê têk biçe, dest bi cînayetan dike, ew berê çeka xwe ya cînayetan dide serkeftinên derveyî xwe, mirovên civakê yên herî bijare, xebatkar, qehreman, welatparêz û rêzdar ên ku dikare bi civakê re pêşengîyê bikin, hemû yan dikuje.

PKK ê siyasetmedar û rewşenbîrekî Kurd yê ku ji bo pêşerojê hêvî dida mîna Ferit Uzun kuştin.

PKK e yekî wek Nasir (Farûk Bozkurt) kuştin ew dikare bibe Napolyonê Kurdan, Nasir ku ji 1982an û vir ve di nav PKK ê de êndamê komîteya navedî bû, di 2002an de bi biryara tevahî rêvebiriyê ew kuştin pîştî çend sala ew weke şehîd ragihand.

Mîna Semîr, PKK ê şoreşgerekî ku hêvî dida zarokê serhildêr yê Dêrsimî  gulebaran kir.

PKK; jinek mîna Lamia Baksi, ku ji Siwêdê hatibû ku li çiyayên Kurdistanê şer bike, darve kir.

PKK Gulan Garzan (Filiz Yerlikaya), ku berpirsê hêzên wê yên taybetî bû, nîva rojê kuştin û heman kes wek qehremanê PKK ê jî îlan kirin.

PKK ê li Bakurê Kurdistanê , kesê ku serokatîya HADEP ê kirî û bê navber  33 salan xebat kiri, bi salan li girtîgehan Tirkîyê de hatî êşkence kirin sîyasetmedar, rewşenbîr Hikmet Fidan li Amedê bê ku çavê xwe biqurtînin, kuştin .

Kuştinên rêzeyî yên PKK ê pir dirêjin ku nakevin nav vê nivîsa me,PKK e pragamatîstekî pir tundrewe, ji bo berjewendiya xwe dikare her tiştî bike.

Xazî Salih Pêşmergeyekî ku 33 salan li dijî  Seddam şer kiri bû

Gundê Xazî Salih Gelîkê li devera Kanî Masê gundeke ku PKK e her roj têde hatinûçûn dikir, bi tevahî di bin destê wê de ye, û li herêmê Pêşmerge nînin, Xazî bi çekek bêserûber nehatî ye kuştin, Xazî di tariyê de bi qenasên bi çavên lêzer hate gulebaran kirin, gava ku ew hatîye gulebaran kirin, ew li nava baxçe de di nav qelebalixa 4 zarokê xwe de rûniştibû, taktîka ku Karaylan dibêje, em ê taktîkên pirofesyonel bikar bînin, ne li dijî dewleta Tirke lê li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê bikar tînin.

Xazî Salih Alîxan ji hêla PKK ê ve bi zanebûn weke hedefek tê hilbijartin, ew bi kesayetiya xwe, têgihiştî, kesekî bijare, li her du aliyên sînor tê nas kirin û hez kirin, di sala 1985an de ji ber Enfalê bi malbata xwe re koçber bû û di 1987an de tevlî refên Pêşmerge bû, bi rastî, PKK ê Pêşmergeyek 33 sal xizmet kirî û bi dehan caran ku ji guleyên leşkerên Seddam sax mabû, qetilkir.

Xazî nehîşt PKK e derîyê sînor ji bo qaçaxçitiya Tiryak û maddeyên hoşber bikar bîne

Yek ji sedemên ku PKK ê Xazî Salih Alîxan gulebaran kir eve ku Xazî Salih nehîşt PKK e derîyê sînorî Serêzêrî ji bo karên neqanûnî, bi taybetî jî qaçaxçitiya Tiryak û maddeyên hoşber bikar bîne, PKK ê gumrikên xwe danîn nêzê sînor, Xazî Salih nehişt PKK e wekî ku ew dixwaze di derîyê sînor de kare xwe  bimeşîne, ji bo vê sedemê, PKK ê di êrişa xwe ya dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Xazi wekî hedefa yekem destnîşan kir û kuşt.

PKK e wê nikaribe bi daxuyanîyekê xwe ji vê cînayeta siyasî xilas bibe, PKK we difikire ku, hemî cînayetên ku min heta nuka kirine ji min re feyde maye, kesî ji min hesab nepirsî, lêbelê, vê carê rewş cûda ye, mîna ku di gotina navdar a “Kûçik vê carê mîst dîwarê mizgeftê ve” dê PKK hesaba şehadeta Xazî liber çavên zarokên wî, bide.

Pustên heman beş