Nerazîbûna PKK ê û YNK ê li ser daxuyaniya Encûmena Asayîşa Kurdistanê û şahidiya dîrokê

Nerazîbûna PKK ê û YNK ê li ser daxuyaniya Encûmena Asayîşa Kurdistanê û şahidiya dîrokê

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku 3 komên cuda yên terorîstî hatine desteser kirin û yek ji van koman girêdayî PKK ê ye. Daxuyaniya ku hat dayîn ne tenê pêşî li 3 kiryarên terorîstî girt, belku di heman demê de rûyê rast ê PKK ê û asta xîyaneta ku tifaqa PKK-YNK a li Başûrê Kurdistanê dikare bi wêrekî bike jî, eşkere kir.

Daxuyaniya Encûmena Asayîşê ku wê pêşî li kiryarên terorîstî li bigire, daxuyaniyek çaverêkirî bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her alî ve bi dujminan hatîye dorpêç kirin û ji hemiyê xerabtir û metirsîdartir ewe dujmin di nav sînorên Kurdistanê de xwedî hevkarên mezine. Ji ber vê yekê, rewşek weha ne ecêb bû.

PKK e acize ku navê wê dinava van bûyeran de derbas bibe

Rojek piştî daxuyaniya Encûmena Asayîşa herêmê, Komîteya Têkilîyên derve ya PKK ê ragihand ku ew tawanên vê bûyer li ser xwe qebûl nakin. Ger PKK ê daxuyaniyek wiha neda ba da her kes matmayî mîne. Ji ber ku diyare ka PKK dê çi qebûl bike an jî qebûl nake. Her kes li bendê bû PKK e, ku sicila wê di vê derbarê de pir xirabe, bi vî rengî bersiv bide û xwe biparêze.

PKK e di nava Hewlêrê de, karmendek konsolxaneya Tirk dikuje, rêveberê rêxistinê Bahoz Erdal weke trollên ciwanan derdikeve û dibêje “Me ev çalakî nekirîye, lê dest û zandên wan kesên ku ew kar kirîn xweş be”. Du roj şûnda diyar dibe ku bûyer li Qendîlê hatiye pilankirin. Rêxistina TAK ku rasterast bi Murat Karayilan ve girêdayî ye, di 31ê Çiriya Pêşîn 2010an de li Qada Taksim, Stenbol êrîşek xwekujî pêk anî bû. Murat Karayilan bixwe gazî kesê çalakvan dike û wî dişîne çalakiyê. Di encama çalakiyê de, 15 kes polîs û 17 sivîl 32 kes birîndar dibin. Di vê serdemê de, di navbera PKK ê û dewleta Tirk de agirbest hebû. PKK e -KCK e bilezgînî daxuyaniyekê diweşînin û çalakiyê şermezar dike û ew dibêjin: “Em kesên ku biryar dane vê çalakî û çalakiyê bixwe, eşkere şermezar dikin”.

Em ji çend mînakan dizanin ku di navbêna tiştê PKK e dike û ya ku dibêje hevnegirtinek mezin heye, em dizanîn ku ew bi gotina xwe necihê bawerîyê ye. Ji partîya weke PKK ê li ser berjewendîperstî yê avabûyî mebde, exlaq, duristî û zelalî hêvîkirin, xelete. Wekî din, hewldanên PKK ê yên qontrayî û provokatîf li dijî Başûr tişteke ku ji mêj ve, di rojevê de ye. Bizatî ew bi xwe dibêjin, emê her cihî çalakiyan bikîn. her kesê ku bi Tirkiyê re dixebite, armanca me ye. Hemû kesên ku dagîrkaran re dixebitin emê bikujîn. Bi vî rengî, cewekî weke filmên aksiyon di xwazin li başûr de avabikin.

Armanca PKK ê ew e ku dîrokê dubare bike. mîna sala 1997an, bi YNK ê û Îranê re,  bajarên Kurdistanê bi dest xwe bixe. Vêja, tenê tiştek dikare PKK ê xilas bike ew jî bê aramikirina başûrê Kurdistanê û Rojava yê Kurdistanê ye. Ji ber ku PKK e tevgerek li ser bingihê kaosê ava bûye. Ew ji her core kiryarên qontiravarî û provokatîf re vekirî ye, ji ber ku ew bê îstîkrarbûn û kaosa ku li Başûr daye destpêkirin ji bo xwe weke erkekî pirr jîyanî dibîne. Bê guman, ev ne tenê ji bo PKK ê mijarekî jîyanî ye. Bi rastî, vê gavê, Îran- YNK a Lahor Cengî û PKK ji bo hebûna xwe girîng dibînin ku Başûrê Kurdistanê bikişîne nav şer û bê aramî yê.

Ji ber vê sedemê, di bingehê van karen alozîker de pêwîste em 3 hêzan bibînîn.

Lahore Cengi YNK e kişand ku derê ?

Dema ku PKK daxuyaniyek day û got ku tu têkiliya me bi çalakiyê re tune, YNK ê daxuyaniyek da û got agahîya me ji daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê nîne. ev daxuyanî tişteke dihate  pêşbînî kirin. ji ber ku PKK e û YNK e xwedîyê pilansaziyek hevbeşin ji bo bê armanc kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kêşandina wê di nava şer de. Bê guman dê daxuyanîyên wan jî yek be.

Di navbera YNK ê û PKK ê de di asta parvekirina îstîxbaratî û operasyonî de tifaqek heye. Her du hêz li Başûr bi hev re tevdigerin. Di rastiyê de, ev ji bûyera Hokkabazê û vir de bi hemû şêwazî bi hevre tevdigerin. Dema ku Hokkabaz kes nizanibû çi bûyere, medya bingeh li Silêmaniyê ragihand: “kesên ji malbata Barzanî di xwaringehê de ji bo pera şer kirin, Tirkek hate kuştin” Di heman demê de, dezgehên ragihandinê yên Silêmaniyê yên bi ser PKK ê dixwestin têgihiştinekê bi afirînin ku PDK e û malbata Barzanî ev bûyer kirî ye. Sedema ku her du dezgehên medya zû zû ka dê çi daxuyanî bidin dîyar dibe ku ji berê de amade bûne. kesê ku digel karbidestê konsulxanê li ser mêzekê rûniştî ji Silêmaniyê hatibû. Ji ber vê yekê kesê bi mehan li pey karmendê Konsolxaneyê negeriya bû û her roj ne li wî cihî bû yê lê hatî kuştin. Xabatkarê konsolxanê wê rojê ji bo wî cihî hatibû vekişandin.

Lewma YNK ê dixwest ku ji PKK ê bêtir vê bûyera Hokkabazê biveşêre. Bê guman, rojekê tiştê ku li wê xwaringehê qewimiye dê were nivîsandin. Wekî din, di Tebaxa 2017an de, dê mijara girtina MIT ê li Silêmaniyê were nivîsandin. Her wiha dê xîyaneta Kerkûkê di 16ê Çirî de pêşkêşî Heşda Şabî kirin jî dê were nivîsandin. Bi kurtasî, dê dîroka hevkariya qirêj a di navbera YNK ê û PKK ê de were nivîsandin.

Şahidê Rûvî dûvê wîye, YNK e ya Lahor Cengî jî şahidê PKK ê ye

YNK ê eşeker kir ku ev operasyona Encûmene Asayîşa Kûrdîstanê ya herî dawîn bê xeber bûye. Ev yek gelekî başe, ji ber heger agahîya Lahor Cengî jî vî operasyone heba ev operasyon ser nediket, encam nedigîrt. Jî ber ku Lahor Cengî van agahîyan bifrota kî ne dîyar bû.

Ev operasyona dawîyê hemî bi agahdariya Interpolê hatine kirin û têkiliyên kesên biyanî bi derveyî welat hatine diyar kirin. Daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê gotina herî pê bawere. Daxuyaniyên mayî ewin ên ku dijminatiya Herêma Kurdistanê dikin. Helbet em dizanin şahidê Rûvî dûvê wî ye. YNK e ya Lahor Cengî jî şahidê PKK ê ye. Lê belê her tişt eşkereye.  Ev millet bi van senaryoyan naxape.

Pustên heman beş