Ne “1 ê Çirî, Roja Kobanê ya Cîhanî “lê “29 Çirî yê, Roja Kobanê ya Kurdistanê”

Şeş Rastî!

ş çend rojan 6emîn salvegera çûna Hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê ye ku di bin êrişa Daîş ê da bû. Ger Kurd bixwazin cêjnekê pîroz bikin, divê ew roja ku Pêşmerge çûyî Kobanê be. Ji ber ku çûna Pêşmerge bo Kobanê sembola helwesta nûjen a Kurdistanî ye. Parlamentoya Kurdistanê rexmê ku dibin dorpêça Iraq,Tirkiye û Iranê ve bo jî, birayara şandina Pêşmerge ji bo Kobanê  girt ev jî tê wateya îrade û erkên Parlementoya Kurdistanê.  Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamento, Serok û hemî saziyên Hikûmetê, ji bo pêşeroj û ewlehiya hemû Kurdan erkdare. Ji ber ku rewatiya wê ya navneteweyî heye. Meşruîyeta wê ew mecal ava kir ku Pêşmerge bi fermî dergehê sînor re biçe Kobanê.

Gelek derdor Parlamentoya Kurdistanê wekî her saziyek asayî, û heta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wekî her saziyek normal, dibînin. Heya Ev yeke di zimanê wan yê siyasî de jî tê xuya kirin, ew nabêjin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew dibêjin îdara Başûr. Heya nêzîkatiyên ku dixwazin Parlamentoya Kurdistanê li gel KNK (saziya PKK ê), ku em dikarin wekî klûba elît a ku ji hêla PKK ê ve bi qadroyên xwe û komek rewşenbîrên li Ewropayê ve hatî damezrandin, di asta hevde bibinin. Bi vê nêzîk bûnê PKK dixwaze ku statoya navdewletî ya rewa, berçav berze bike. Ango erka wê bê wate bike.

Ew parlamento saziyeke ku xwedî hêz û qûdreta ku dikare hêza leşkerî bişîne derveyî sînorên navneteweyî. Di rastiyê de, em dizanin ku piştî ku ev rola Parlamentoya Kurdistanê diyar bû û piştî şandina pêşmerge bo Kobanê, ew bêtir hate hedefgirtin û ji bo tune bikin xebat hate meşandin. Di nav yên ku dixwastin vê yekê bikin de Kurd jî hebûn.

Ne “1 ê Çirî, Roja Kobanê ya Cîhanî “lê “29 Çirî yê, Roja Kobanê ya Kurdistanê”

Yek ji wan hêzên ku nikaribû çûyîna Pêşmerge ji bo Kobanê hezim bikin, PKK bû. Dema ku Daîş ê êrîşên xwe zêde kirî, û kete nava bajarê Kobanê, PKK ê hindek ji xelkê Mexmûr û layengirên xwe yên bakurî rêkirin pêşîya parlementoya Kurdistanê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi rastî, kesî hêvî nedikir ku Parlamento Kurdistanê biryarek wusa dîrokî bigire. PKK hêza ku herî zêde bi ji vê biryara parlamentoyê girtî hêza herî pirr aciz bûyî, PKK bû. Dema ku Pêşmerge rêketî jo bo Kobanê ev car PKK ê dest bi mizmiz ê kir.  Ne çima li wê rêk ê re çûn, çima ew sîleh nebirin û hwd. Xwest vê pêngava dîrokî reş bikin.

Ji bo ku têkoşîn û berxwedana Parlamentoya Kurdistanê ya ji bo Kobanê bixe bin sîyê, PKK ê rojek bi navê 1 ê Çirî, Roja Kobanê ya Cîhanê derxist pêş. Lê belê, divê em roja  “29ê Çirî, Roja Berxwedana Kobanê ya Kurdistanê” pîroz bikîn.  Yên Kobanê rîzgarkirî ne cîhan bû, Ew qurbanîdana gelê kurd yên li çar perçên Kurdistanê û biryara parlamentoya Kurdistanê bû. Yên sîberê li ser vê rastîya çêdikin bila bizanin ku xirabîya herî mezin ew li Kurdan dikin.

Ciyawaziya Mesut Barzanî

Îro, hebûna Rojava bi rastî bi çûyîna Pêşmerge ya Kobanê ve girêdayî ye. Ew destpêka piştgiriya navneteweyî ya ji bo Rojava bû. Yê ev xebate bêdeng û bi dilek kî neteweyî kirî Mesut Barzanî bû. Dîplomasî ya Kobanê wî li Hewlêrê birêve dibir. Ew tu carî nederket û negot min Kobanê rizgar kir, eger ne ji min ba, da Kobanê di destê Daîş ê da bît. Tû carî wene got. Em ji vêre bibêjîn şêwaza Mesut Barzanî. Ger hevgirtinek neteweyî çêbe û eger yekîtiya neteweyî were nîqaş kirin, divê ew bi şêwaza Mesûd Barzanî be. “Bi show, heroj minnet kirin û min yarmetî kirîye lazime vir bomin be” bi vî şêwazî hevkariya neteweyî çênabe. spasdarî her roj hevgirtinek neteweyî tune, digot ev e ya min e ger min alîkarî kir. Dema Pêşmerge çûn, ne tenê li gel xwe çekên giran birin; Dema pêşmerge çûn  Li gel xwe desketîyên  bizava Barzanî  yên 100 sala di warê dîplomasî, têkilî, hevaltî, dostanî û rihê netewî, birin.

 Di navbera PKK ê de cudahiyek mezin heye ku dibêje me ji bo Şingalê xwîn rijand, me bedel da, em ji vir dernakevin û pêşmergeyên ku çûn Kobanê piştî ku wezîfeya xwe qedand bê nîqaş vegeriyan sengerên xwe yên Başûr, ne wusa?  Bê guman ferqekî mezin di navbera van her du hêzan de heye. Ew ferq jî Ferqa Barzanî ye.

Herêma Kurdistanê devereke ku ji bo hemû kurdan cihê lê jîyarê ye. Niha li cîhanê tenê penageha ku ji bo 40 mîlyon Kurd bi fermî hatî pejirandin herêma Kurdistanê ye. Kurdên ji çar perçeyên Kurdistanê û heta deverên mîna Rûsyayê jî xwe li Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin. Stargeha hemû kurda ye. Kêmasiyên rêveberiyê û pergalê hîn jî hewceyê nûvekirinê be jî vê rastîya herêmê naguhere. Lê di nav wan kurdên ku hatine deverên parastî yên di bin sîwan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, tenê PKK pirsgirêka derdixe. Hêzên din di nav bernameyên xwe de karê xwe dikin û harîkarîyê digirin. Dema ku hewce be li deverên mîna Pirdê jî piştgirî pêşkêşî dikin. Çima PKK dibe sedema alozîyan?

Daxuyaniyên Karayilan

Pêwîst e ku em li daxuyaniyên Murat Karayılan ên di 26 ê Çirî de li ser bingeha Roja Berxwedana Kobanê ya Kurdistanê ya 29ê Cotmehê li Stêrk TV binêrin. Ji ber ku nêzikatiyên PKK ku rihê neteweyî ya Kurd li Kobanê dixeniqîne û wê berçav nagire. di axaftina Karayilan de bi zelalî diyar bû. Karayilan di axaftina xwe de îşaretê şerê navxweyî yê navbera Kurdan kir Karayilan bi rengek veşartî got: “Ez dikarim fermanan bidim fîdaî yan, ez dikarim li dijî Kurdan şer bidim destpêkirin.”

Tenê Karayilan di beşek axaftina xwe de got ku: “em dixwazin Mesut Barzanî dest dayne ser meselê”.  Wî her weha daxwaza hevdîtinê jî, kir. Em nizanin dê bersiva vê daxwaza hevdîtinê çi be. Ya ku em dizanin ev e ku PKK ji aliyekê ve li dijî Mesûd Barzanî û nirxên ku ew temsîl dike şer îlan dike, û ji aliyek din ve jî dixwaze jê dike ku dest dayne ser vê rewşê. Wusa dixuye ku PKK lîstika polîsê baş û polîsê xerab dilîze. Rola polîsê baş ji Karayilan re hat dayîn. Lê belê, di mijarek wusa hestiyar de, divê PKK û Karayilan zanibe ku pirsgirêk bi hîleyên gundkî ve nayê çareser kirin. Ger Karayılan daxwaza hevdîtinê bike, berî her tiştî, divê ew şerê PKK ê yê siyasî, leşkerî û medyayî dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê û dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide rawestandin. Besê Hozat, ku got “şerê bi pêşmerge re ne şerê birakujîye” pêwîste bêdeng bibe, da ku Barzanî bi meseleyê re mijûl bibe. Cemil Bayık divê dev ji pilanên xwe yên darbeyê li dijî PDK bi hevkariya Iran û Lahor Cengî, berde. Nayê qebûl kirin ku destekî xwe wekî dostekê dirêj bike û di destî din da jî xencera îxanetê deste xwe de bigire. Ev nahê qebûl kirin.

Ger di nav du salên dawî de di navbera Kurdan de şer çênebe, sedemê esas hebûna Mesut Barzanî ye. Barzanî bi dilsozî û berpirsyariya xweya kûr a li hember Kurdistan û Kurdan ve, sebir dike. Wî berê jî çend caran dubare kir ku heya ku ew jîyanê be, ew ê pêşî li şerê di navbera Kurdan de bigire. Ew hîn jî li pişt heman sozê xwe disekine. An Barzanî yek e ku dibin gefên Dewletên Yekbûyî Emerîka, Iran û Tirkiyê kesê ku bi serê xwe referandûm, kirî ye. Her weha diyar e ku ji gefên grûpa PKK ê ya Enqere, natirse.  Mesut Barzanî hîn jî ji helwesta xwe ya li Kobanê paşde gav neavêtî ye. Her tişt ji bo ewlehiya gelê Kurdistanê ye.

Divê Karayilan wê helwesta Mesut Barzanî ya asîl, dêrîn û bi rûmet bibîne û li gorî wî, pêşî Partiya xwe û gotinên xwe sererast bike. Li xwedî derketina Kobanê eve. Xwedî derketina Kurdistanê eve.

Pustên heman beş