Dijminatiya PKKê ya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û penceşêra Rojhilata Navîn Iran ê re şirîkatîya wê bandorek nerênî li ser çarenûsa Kurdan dike. Abdullah Ocalan li gel Tirkiyê PKK ji ligel Iran ê ketine nava şirîkatî û hevkarîye kî ev yêk dê bandorê li tevahiya sedsala kurdan bike. Nexşerêya PKK ê ya hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji nexşeyek wisa stratejîk e.
Ger em siyaseta ku PKK ji mêj ve dimeşîne li aliyekê bihêlin û tenê bûyerên heyî binirxînin, em dikarin wêneya vê planê di havîna 2020 an de bibînin. PKK, hewil dide ku, ji bo gotûbêjên yekîtiya rojava jinav bibe. Xabetên wê ji bo devera Zînî Wertê ku bigire li gorî berjewendiya dewleta Îranê dîzayn bike û ev 40 sal e deverên dibin kontorol PKK ê de weke Heftenîn û seranserî sînorê metîna giştî ji bo Tirkiyê hiştin beşk e ji wê nexşerêya stratejik a PKK ê. Di meha borî de, Serokê Ewlekariya Giştî ya serêzêrî qetil kir, Şengal ji bo êrîşên dewleta Tirk bi şirîkê xwe Heşda Şabî re, vekir, êrîşek li ser şandên diplomatic li Hewler amade dikir, û di dawiyê de debara jiyana gelê Kurdistanê boriya neftê teqandin; alîyê çalekvanî ya stratejîya PKK ê temam dikir.
PKK bêy ku xwe bispêre yek ji hêzên dagirker ên li herêmê gavek jî ne avêt û nikare bavêje jî
Ger em van bûyeran hemî yek bi yek binirxînin, tiştek di berjewendiya Kurdan de nîne. Lê ev nîşan didin ku PKK di nav planek pir kûr û xeter da ye. Tê zanîn ku PKK bêy ku xwe bispêre yek ji hêzên dagirker ên li herêmê gavek jî ne avêt û nikare jî bavêje jî. An di hemî planan de xwe dispêre Iran ê an jî Tirkiyê. Dema ku weke ku şer bi Tirkiyê re dike jî, lê ev rastîya wê nade gohertin. Lê belê, helwesta PKK ya, ku bêy destûrê ji îstixbarata dewleta Iran ê îtlaatê, nikare yek santîm hereket bike, lê vê carê hinekî cûda ye. Mîna Erdogan û hemî hêzen zordest ew jî winda dikin, ew hemî keviran di nava kirasê xwe de di avêje, çi tiştê ku heye xerc dike û avêje. Sedema ku ew ew qas bi çav sorî êrîş dike eve ku dixwaze xwe ji tunebûnê dûr bikeve. Êrişên PKK ê yên ji bo hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî cûdahiyên siyasî şîrovekirin, pirr çewte. Ya rast ev e ku PKK bi îstixbarata Iran ê re, li gel şîeyên Iraqê û derdoreke diyar êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, divê rewşenbîr û hunermendên Kurd ji vê xiyanetê re bibêjin bisekine. Ev plan bi gotina ku xeletiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene loma ev çêdibin ve nayê şirove kirin. dagirker dixwazin Lozana nû biafirînin û Kurdistanê ji nû ve parve bikin. Di vê çarçovê de, ew dixwazin statoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ya ku bi tenê sazûmana siyasî ya Kurdan e, ku li gorî pîvanên navneteweyî tê qebûl kirin, tune bikin. Ger statoya herêma Kurdistanê hilweşîya kurda çi nûnerên meşru namînin. Ew jî ji bo vê pilanê PKK ê wekî darek li dijî Kurdan bikar tînin, mîna Kurdên ku li Lozanê bikar anî.
PKK hêzeke ku hertim li gel hêzên nediyar paralel tevdigere
PKK avahiyek e ku ji ber genên hertim li gel hêzên nediyar paralel tevdigere. Ji ber vê sedemê, ew bi tena serê xwe li dijî kesê şer nake. Li pişt şerên ku wî di salên 1990 an de li dijî hêzên Başûrê Kurdistanê meşandî, wî her gav li gorî rojeva û ecandeyên îstîxbarata Iran ê tevgerîya ye. Her çend wê hemî enerjiya xwe li ser vê yekê xerc kiri be jî, ew serfiraz nebûye. Her çend ku KDP ê di salên 2 hezaran de pir caran alîkariya PKK ê kiriye ji hemû aliyekê ve lê belê, digel vê yekê, PKKê ji aliyek ve ji van derfetan sûd wergirt, û piştre jî li dijî KDP û Hikumeta Herêma Kurdistanê tev geriya. Bi taybetî piştî ku ew di 2013 de bi Îranê re bû şirîkê stratejîk, wî çil komplo û provakasyon kir da ku PDK hilweşîne û liser destkeftên wê birûne. Bi nûçeyên werimandî, medyayê jî xwest xwe wekî serwerê Başûr nîşan bide. Lê belê, komek alîgirên PKK ê hene ku ew jî YNK ji bo wan servîs kiriye. Her weha komek heye ku PKK difikire alîgirên wê ne lê ew jiber ku nêzî herêmên Gerîla ne tenê bi rêkirina erzaqî di gel PKK nava pêwendiyên bazirganî de ne. Dema ku li PKK ê qewimî ew kes û kom dê li malên xwe birûnin. Bi salan e, PKK li nava deste rêxistinên wekî PÇDK, Tevgere Azadi, Tevgerên jinan û tevgerên ciwanan ên li başûr bi heman kesan re dimeşe. Ez we texmîn dikim ku serokên PKK bi xwe 20 sal in ku li wêneyên kiryarên xwe yên li Başûr mêze dikin, heman rûyan dibînin û ew dizanin ku wan çi layengirên nû nînin.
Pir eşkere ye ku sekinandina PKKê ne sekinan dine kî Kurdistanî ye
Pir eşkere ye ku sekinandina PKKê ne sekinan dine kî Kurdistanî ye, wekî ku hinek fêmdikin. Sekinandina PKK ê ku dikare kurdan vegerîne salên 1930 an. Plana PKK ê ya têkbirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di berjewendiya gerîlayên wan de ye jî. Ev plan tenê ji bo garantîkirina jiyana koma PKKê ya bi navê koma Enqere ye. Vê komê hesibandiye ku navên wan di nava lîsteya terorê ya Emerîka de ye, îhtîmala operasyona dijî Îranê ya li herêmê dihesibîne, û li hev kiriye ku hêza xweya leşkerî mîna artêşek lejyonerî radestî berjewendiyên Îranê bike, berdel Iran jî jiyana wan mîsoger bike. Sedema ku PKK di vê gorepana şer de, ew e ku vê artêşê xwe bixe bin xizmeta hêzên herêmê. PKK bazarî ser xwîna ciwanên kurd dike. Wekî din, tu sedem nînin ku PKK ji qada eskerî û sîyasî were rakirin. Beramber jîyana lawên Kurd jîyana Koma Enqere tê misoger kirin.
PKK naxwaze çi ji wan çar dewletên dagirker jî hilweşin
PKK naxwaze çi ji wan çar dewletên dagirker jî hilweşin. Ji ber ku hebûna xwe û hebûna dagîrkaran bi çarenûsa paralel ve girêdayî ye. Hêza damezrînerê PKK ê, koma Enqere yê, jiyan û hêza xwe di şer de dibînin ne di aştiyê de, bi kaosê de dibinin ne di nîzamê de.
Ez dizanim endamên PKK ê dê ji vê yekê hêrs bibin, lê PKK ê êdî ne xwediyê doza Kurd û Kurdistanê ye. PKK ji bo berjewendîyê partîya xwe hemî Kurdistanê di kare bike qurban. Koma Enqere dikare ji bo berjewendiya komê xwe hemû kadroyên PKK bike qurban. Ji bo vê , we nefikirin ku ger PKK bi serkeve dê tiştek bigehe me jî destên xwe ne firikînin. Ji ber ku PKK ji bilî çend endamên xwe yên damezrîner her kesî wekî lejyonerên xwe bexşkirî bikar tîne û wan dibîne.