Şerê PKK ê li dijî Başûrê Kurdistanê, şereke di xizmeta sîyasetên herêmî yên Îranê de

Di demên rabûrî de bi taybetî piştî lihevhatina Şingalê dinavbera Hewlêr û Bexdayê de, şer firotinên PKK ê li dijî doza kurdan û bi taybetî statoya siyasî ya başûrê kurdistanê, rûyek nû bi xwe ve dîtîye û bi lênêrînekî li ser stratejiyên herêmî yên rijêma Îranê ev yek bi zelalî diyar dibe ku şer firotinên rêveberên PKK ê bi tenê di xizmeta sîyasetên herêmî yên tehranê bi rêve diçin.

Tevî ku şandina gerîlayan ji bo Şingalê û navçeyên kurdistanî yên dervey îdareya herêma kurdistanê her li destpêkê ve eşkere bû ku pîlaneke hevpar a Îran û PKK ê ye û armanca rijêma tehranê weke ew bi xwe dibêjin “Mîhwera Bergirîyê” li tehranê girê bide, ji bo serxistina teorîya wan a bi navê “kemera zêrîn” anku kemera Şîeyan, PKK e weke qulpek ji qulpên zincîra wê kemerê danabû, lê belê rêveberiya PKK ê bi çewaşekarî dixwest vê rastiyê li ber çavên gel şûlî bikin. Hevdem digel vê yekê ku çekdarên PKK ê li Şingal û Kerkûkê û …. Di bin navê heşda Şebî û hikûmeta ‘Îraqê de raste rast bi pere û alîkariyên locîstî yên Îranê bi rêve diçû, lê belê her du aliyan hewl dida haya ku ew bikarin vê yekê biveşêrin.

Piştî îmze kirina lihevhatina Şingalê di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a ‘Îraqê û pêşwazî kirina gelê başûr bi giştî û Êzdîyan bi taybetî li vê lihevhatinê, Îran û PKK e ewqas bi lez bûn ji bo dijatî kirina vê lihevhatinê ku êdî nekarîn hevkariyên di nêvbera xwe de bi veşêrin û bi eşkere ketin pîlangêranê ji bo vê yekê ku rê li cîbicî kirina vê lihevhatinê bigirin.

Eger li gor “Real Poletîk” ve em li lihevhatina Şingalê binêrîn, em dikarîn baştir ji tirsên tehranê û (Îmralî-Qendîl)ê fêm bikîn. Jiberku ev lihevhatin di berjewenda pirsgirêka kurdî bi giştî û Şingalê bi taybetî ye û pêngaveke girînge jî di arasta cîbicî kirina madeya 140 ku ev çendîn sale şî’eyên alîgrên Îranê li Îraqê rê li cîbicî kirina wê girtîye. Hevdem wê zirarmendên yekê jî PKK e û Îran bin ku dixwazin bi rêya afirandina kirîzan û kaosê di van navçeyên Kurdistanê de bigihin meremên xwe yên qirêj.

Ropela “xbir24” ku yek ji ropelên nêzî ji navendên stratejî yên Îranê û pir caran xewnên herêmî û navdewletî yên Îranê parve dike, di şîroveyek dûr û dirêj de bi horgilî bas li lihevhatina Şingalê û zirarên wê ji bo sîyasetên maytêkirinên Îranê di navçeyê de kirîye. Di van şîroveyan de ku ropela “xbir24” bi tenê çend rojan bera şer firotinên PKK ê bi danîna wêneyekî ji Mes’ûd Barzanî û Kazimî, di bin navê “senaryoya qut kirina baskê bergiryê li Şingalê” parve kirîye, bi zelalî êmaje bi vê yekê kirîye ku Îran bi rêya PKK ê karîye enîyekî ku ew bi “Eniya Bergiryê” bi nav dikin dirust bike ku ev enî Tehranê û Beyrotê bi rêya erdî bi hev re girê dide û bi derfetek zêrîn ji bo maytêkirinên herêmî yên rijêma Îranê dide nasandin. Merem ji eniya bergirî yê hemû ew mîlîşya û grûpên çekdar weke Hîzbollaha Lubnanî, hikûmeta Beşar Esed û Milîsên dûvelankên Îranê li Sûriyê û milîsên Heşda Şebî û PKK e û grûpên dine ku rijêma Îranê di navçeyê de ji bo kaos dirust kirinê û terorê û karên têkder bikar tîne û bi rêya wan berjewendiyên xwe li rojhilata navîn û hemû cîhanê bi dest dixe.

Şerê PKK ê li dijî Başûrê Kurdistanê, şereke di xizmeta sîyasetên herêmî yên Îranê de

Di raporekî de ropela navbûrî êmaje bi vê yekê kiriye ku bi cîbicîkirina lihevhatina Şingalê û derkirina PKK ê li Şingalê, weke ew dibêjin “eniya bergiryê” yan jî ewa ku di rapora xwe de êmaje pê kirî “baska bergiryê” wê di giringtirîn cî de qut bibe û bi vê yekê wê pîlanên herêmî yên tehranê û supayê pasdaran rastî pirsgirêkek mezin bibe.

Îranê bi rêya heşda Şebî û PKK ê li destpêkê hewl da gelê kurdistanê li dijî wê lihevhatinê pal bide lê belê serkeftin neanî. Hewl da bi rêya hinek ‘Erebên kirê girtî ku rûniştvanên cihên din bûn û qet li Şingalê ne jiyane, bi navê gelê Şingalê xwepêşandana bikin û van xwepêşandana weke xwepêşandana gelê Şingalê bide nîsandan lê di vê yekê de jî serkeftî nebû. Jiber vê yekê PKK e erkdar kir daku şerekî li dijî Herêma Kurdistanê ragehîne. Pîlan jî eve ku bi bêjin PKK e li dijî partî şer dike û aliyên dijberên partî li Kurdistanê bide pal aliyê şerxwaz “PKK ê”.

Herçend ku dibe di vê yekê de heya radeyekî serketin anîbe jî û hinek kesên gendel û kirê girtî li Kurdistanê di medyayên xwe de wisa bidin nîşandan ku ev şer, wê şerê dinêvbera partî û PKK ê de be, lê belê cihê xweşhaliyê ye ku gelê kurd hişyartire ji vê yekê ku bawer ji nûçeyên bi vî awa bke û vê rastiyê fêm nekin ku ya ku hatiye armanc kirin di vî şerî de bi tenê Partîya Demokrata Kurdistanê nîne belku statoya siyasî ya Başûrê Kurdistanî û enya netewî û rizgarîxwaza kurdistanê ye û şerxwaz jî amûrên destê dagîrkarên Kurdistanê û dujminên doza rewa ya Kurdistanê ne.

Ya ku cihê esefê ye di vê şerxwazî ya PKK ê de ku bi eşkere xwe xistiye di xizmeta pîlanên herêmî yên Îranê de û çapemeniya rijêma Tehranê bê ti veşartinek bas li vê yekê dikin ku PKK e beşekî girîng ê kemera supayê pasdaran di navçeyê de pêk tîne, lê belê rêveberiya vê rêxistnê li Qendîlê dixwaze weke şerekî li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê û di berjewendiya gelê kurd de bidin nîşandan.! Ev jî cihê esefê ye ku rêveberên PKK ê yan ew qas gelê kurd bi nezan dizanin ku bi vî awa bi eşkere derewan dikin û dixwazin xelk bawer bke, yan jî eve ku li ser wê bawerê ne ku îxanet kirin li kurdistanê deme dibe helwestek normal û şerim pê navêt.

Li dawiyê em dikarin bibêjîn herçend ku di dîroka kurdistanê de xaînan hertim hewl daye hinceta ji bo îxaneta xwe bigirin her weke vê ku di 3ê salên rabûrî de li ser firotina Kerkûkê rû da, lê belê netewa kurd û fikarên rizgarîxwazên Kurdistanê ji vê yekê zêdetir û xebatgertirin ku li Kurdistanê de îxanet were kirin û weke karekî normal bê dîtin û heya ku kurdek mabe îxanet, karekî qirêj û gemare û xaîn jî wê şermezar û rû reş bin. Hevdem xwe nas kirina netewî ya kurdan gihiştiye astekî ku ne PKK e û ne ti aliyeke din nikare parastina eniya kaosî ya rejêma îslamî ya Îranê û sîyasetên wê yên dagîrkar û dije kurd li Kurdistanê, bi navê şer kirin li dijî partîyeke Kurdistanê berçav bke û rengê xiyanet û şerxwazîya xwe ya ne rewa kêm reng bike.

Pustên heman beş