PKK tevgereke UNITA ye

Welatê Angola li dijî kolonyalîzma Portekîzî, di despêka salên 1950’an heya 1974’an de têkoşînek mezin da. Piştî berxwedana bi pêşengiya rêxistinên bi navê FNLA, UNITA û MPLA, Portekîzî herî dawî di sala 1974’an de neçar man ku welatê Angola terk bikin. Ev serketina Angola îlham da gelên bindest ku ji bo Têkoşîna Rizgariya Neteweyî şer bikin. Mixabin, wan ne tenê ji bo têkoşîna dij-dagirkerîyê mîras hişt, heman wext ji bo şerê navxweyî têgînîyek nû ji cîhanê re hişt: Ûnîtacîtî

Dewemedîyên xwezayî ên bin erd û ser erd, ava paqij û cewê ku ji bo mezinbûna qehweyê guncan e dikare Angola dewlemend bike. Lê ev yek pêk nehat. Piştî ku dagirker derketin, UNITA dest bi êrîşa li ser hikûmeta navendî ya ji kolonyalîzma Portekîz rizgar bûyî, kir. Hikûmeta ku li gorî UNITA hatiye avakirin; bi hinceta sedemên îdeolojîk û cudahiya fikrî êrîş dikir. û wan îdia dikir ku ewê Angolayek azad û dewlemendtir ava bike. Lê armanc qed ne ev bû. Mesele ev bû ku cîhana pirbendî li ser Angola şerê hev dikirin.

UNITA bêyî ku agirbestê qebûl bike an jî tiştekî daxwaz bike tenê êrîş dikir. Yekane armanca wan ew bû ku MLPN xirab bike. Ev pevçûnên ku UNITA tê de weke kirêgirtîyê kolonyalîstan tevdigerî, 27 sal dom kir û di vî şerî de nîv mîlyon Angolayî mirin. Welat wêran û kavil bû. UNITA ya ku bi xeta çep-maoîst dest bi tekoşînê kirî, xwe spart Emerîka û veguherî hêzekî ku tenê artêş û polîsên welatê xwe dikuje û welatê xwe wêran dike. Ev rewşe heta 2002’an serokê UNITA Jonas Savimbi mirî jî berdewam kir.

Piştî vî şerê aloz, ku di bin peyvên îdeolojîk de piştgirîya hêzên biyanî û qaçaxçîtiya elmasan di hate kirin. cihana sîyasetê li pey xwe têgînîyek nû hişt ew jî Ûnîta bû. Xeta xîyanet û cehşatî di bin vî navî de xwe rêxistin kiribû.

Cûreyê Ûnîtacîtî ya PKK’ê

Dema em li dîroka Kurdan a sed salên dawî dinêrin, diyar dibe ku bi gelemperî bi pêvajoyên Angola re dişibin hev. Bi taybetî kirîza Rojhilata Navîn piştî sala 1990 ê veguhest şerê navxweyî ev yek teşbî mêjûya Angola dibe. Di dîroka me de rola Unitîzmê ya ku hewl dide destkeftên Kurdan têk bibe PKK pêk tîne. Ji sala 1974’an û vir ve PKK’ê ji dagirkeran bêhtir êrîşên îdeolojîk, leşkerî û siyasî li dijî rêxistin û kesayetên Kurdan pêk anîye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê şêwazê Ûnîtacîtî ya PKK’ê pirr bi zelalî tê dîtin.

Îro dijayetiya bi îstîqrar û rêxistinkirî ya rêveberî û medyaya PKK’ê ya li hember PDK û Barzanî û li ser esasê argumanên siyasî-îdeolojîkî ji rastiya PKK’ê ya Ûnîtacîtî yê derdikeve.

Ji dema ku Şoreşa Başûr ya di sala 1991 an de li Başûrê Kurdistanê li dijî faşîzm-kolonyalîzma Saddam serkeftinek bi dest xwe ve anî li xeta Silêmanî, Duhok û Hewlêrê dagirkerî ji holê hat rakirin. Ji wê deme heya roja îro PKK’ê berê lûlîya tivenga xwe zivirand ser başûrê Kurdistanê. Ji wê dîrokê heta niha çi rêxistin Başûr êrîşî PKK’ê nekiriye. Lê belê PKK’ê hemû êrîş li ser wan pêk anî û her tim bi fermana dagirkeran tevgerîya ye.

PKK’ê di sala 1992’an de Parlamentoya Kurdan li Hewlêrê ya ku di bin dorpêçê de bi zehmet têdikoşî weke kevneperestî ragihand û li dijî başûr dest bi êrîşên xwe kir û got, “hêzên başûr dixwazin pêşîya dewletbûna kurdan bigirin.” piştî Ocalan jî çûyî Îmraliyê got, “PDK’e dixwaze dewletekê ava bike û sînoran biguherîne, ev jî paşverûtiye” bi vê hincetê êrişî ser Hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Îro PKK bi gotina “PDK hevkarê dewleta Tirk e” êrîş dike. Lê PKK bin baskê şîeyên Iraqê de ye, ku dixwazin dewleta Iraqê parçe nebe yasagir-îcrakar-dadwerî-leşkerî-aborî ya di bin navê dewleta Iraq û statûya Kurdistanê de ji holê rakin. PKK li dijî dewletbûna Kurdistanê ye, lê ne li dijî dewleta Iraqê ye û hemû derfetên xwe bikar tîne.

PKK li dijî şerîatê ye, lê bi hemû îmkanên dewleta Îranê êdişî PDK’ê dike.  Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rê li tevgera PDKÎ û hêzên Komeleyê digire. PKK pisporê tekbirin û herifandina tevgerên Kurdistanî ye. niha jî vê pisporiyê li dijî pêkhateyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê mîna PAK, Komele û PDKÎ bi kar tîne û van tevgeran ber dide hev. PKK ê bi awayekî veşartî di medyaya xwe de digot ku ev tevgerên Rojhilat paşverû û kevnar in, di rastî de PKK’ê şer li dijî van hêzan radigihîne.

Ji salên 1970 î heta îro li Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistinên weke KUK, KAWA, Ala Rizgarî, DDKD û hwd şerê çekdarî meşand û tekoşer û rêberên weke Ferît Uzun û Alattin Kaplan qetil kirin

Ji sala 1986’an ve bi dehan Kurdên liser rêbaza Barzanî li Rojava ji aliyê PKK’ê ve hatin qetilkirin. Piştî sala 2002’an ev pêvajo ya dij-Kurd hê zêdetir berz bû. PKK yek ajan û berpirsekî dewleta Sûriyê nekuştiye. Lê ji Behzad Dûrsun heta Nûsredîn Birhik gelek xebatkarên PDK-S kuştin. Heya îro PKK’ê û pêkhateyên wê yên beşê li Rojava yek sazî û dezgehên dewleta Sûriyê neşewitandi ne. Hûn nabînin ku PKK’ê ala dagirkeran şewitan dî. Hûn nikarin bibînin ku PKK ala Sûriyê û Îranê dişewitîne, lê hûn dibînin ku PKK heroj ala Kurdistanê şewitandiye.

Di DNA PKK’ê de têkbirina pêşketin û sazî û destkeftên gelê Kurd heye. Ev şêwazê PKK’ê yê Unîtacî tî ye.

Bêyî dîtina vê rastiya PKK’ê tu parçên Kurdistanê nikare li ser lingên xwe bisekine. Unita ya Angola piştî ku nîv mîlyon mirov kuştî û welatê xwe kavil kirî, hilweşiya. Gava dizanî dihilheşe bêhtir tûnd dibû. Lê gelek vebijarkên PKK ]’ê hene, heke Îran çênebe, diçe Iraqê, ger Iraq çênebe dê biçe gel Tirkîyê. PKK’e her dagirkereke Kurdistanê li dijî pêkhateya rewa ya li Hewlêrê bi kar tîne. li ku derê ji bilî rêxistinekî kurd hebe PKK dijminê wa ne. Şêwazê PKK’ê yê Unîtacîtî ji Unîtacîtî ya Angolayê ye. Unîtacîtî ya PKK’ê ji ya Angolayê xeternaktir û rêxistinkirîtir e.

Pêdvîye ku civaka Kurd xwe ji vî şêwazê Ûnîtacîtîya PKK’ê ya ku bûye êşa Penceşêrê rizgar bike.

Pustên heman beş