Karesata herî mezin a Kurdan ne şewate, bêdewletbûn e

Karesata ku ji ber şewata ku di navbera Amed û Mêrdînê de derketiye û bi dehan gund pê bi bandor bûne, dilê me jî bi xwe re şewitand. Heta niha 12 kesan jîyana xwe ji dest daye, bi dehan gund û bi hezaran donim erd zirar dîtine, bi hezaran ajal jî şewitîne. Zarokên Kurdan ên şewitî û berx-pezên şewitî li ser axa Kurdan bi hev re dinalin. Mirov bêhêvîbûneke wisa dijî ku naxwaze li dîmenên vî agirî jî binere. Mirov dixwaze tiştên ku ditîn jî, ji bîr bike.

Her kes rexne dike û dibêje “dewletê di wextê xwe de mudaxeleyî şewatê nekir û bi xemsarî tevgeriya.” Qey tiştek wisa dibe? Gelo yê bi cînayetê hatî qetilkirin dikare ji qatilê xwe gazinca bike. ji dijminê xwe re dibêje “bo ez nebirime doktor”? Em nikarin kujerê xwe rexne bikin ji ber ku ew bi xwe qatilê te ye. Dewleta Tirk agirî natemirîne, ji ber ku ew dagirkerê axa te ye, erka wî şewitandina mal û milk û hemû jîyana te ye. Ew ê welatê te bişewitîne û bike xwelî da ku desthilata xwe ya kolonyal li ser ava bike.

Kurdên Bakur ên herî xwenda, yên ku ev sed sal in di bin kolonyalîzma tirk de nalîn, wekî ku ew kesên wekhev û azad ên dewleta tirk in, dewletê rexne dikin. Bavê min, birayê min dîya min û xwîşka min, ew dewlet ne ya te ye ew dewlet dagirker û wêrankarê welatê te ye.  Partiya DEM ê daxuyaniyek dide û dibêje, “mudexileya şewatê dereng maye”. Mixabin ma partîyek ev qas bêhiş dibe.

Ehmet Tirk siyasetmedarê herî temendirêj ê Bakurê Kurdistanê ye, serokê partiyê bû, parlamenter bû, bav û kalên wî hemû axa bûn, niha jî karsazekî dewlemend e û heman dem jî Şaredarê Mêrdînê ye, li ser kevirekê rûniştîye û bêçare,bêçare li rewşê dinêre. Di nava bêhêvîtîyeke mezin de bi xemgînî li dîmenan dinêre. Ehmet Tirk ê 80 salî, pê dihese ku Kurd çi bikin bila bikin, Komara Tirkiyê ne ya wan e, loma jî di nava xemgînî û neçarî de difetise.

Belê, Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî bêçareye ku di bin zordestîya kolonyalîstan de dinale. Em çi pirsgirêkên xwe di bin de bikolin, em dibînin ku sedema sereke bêdewletbûn e. yê ku her roj mala Kurdan dişewitîte ne agirê belku bêdewletbûn e. Yê ku bi gotina dewlet xerab e û jiyana bê dewlet rizgarî ye razî dibe, bila bizane ku ew şirîkê dijminî ye. Sedema bingehîn a ku îro Bakurê Kurdistanê ewqas bêçare ye, bêdewletbûn û ya xerabtir, jî ew e ku dewleta Tirk weke dewleta xwe dibîne. Kurdên Bakur Tirkbûn û bêdewletbûn weke çareserî ji xwe re pejirandîye. Lê ev ne sûcê Kurdê Bakur e, ev ew fikrin ku lenetî Ocelan di serê wan de çand.

Ocalan û partiya wî PKK 25 sal in hewl didin Bakurê Kurdistanê qanih bikin ku “bêdewletbûn azadî ye, tirkbûn azadiya herî mezin e.” lê ev fikrên Ocalan di nava agirê li Mêrdîn û Amedê de careke din bûn xwelî. Ya rast ew e ku hûn nebin xwedî dewlet, hûn ne tiştek in di nava vê pergala siyasî ya cîhanê de. Dewleta we xerab be jî, ji bêdewletbûnê milyon cara baştir e. dewleta xwe demokratîze kirin hizar cara hêsantire ku mirov bixwaze dewleta dagirker demokratîze bike. Û kesên xwedî dewlet her tim ji kesên bê dewlet gavekê li pêş in. Pergala we, her çend piçûk be jî, misogerîya jiyana we ye.

Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê meha Adarê de lehî rabû. Ji ber lehiyê nêzî hezar xanî bandor bûn, bi dehan xanî hilweşiyan û bajar radestî lehiyê bû. Sirûşt bi karesatek mezin li ser Duhokê de dagirt. Lê hûn dizanin hema demekî kûrt de çi çêbû? Serok Barzanî yekser pêşmergeyên Gulan xistin nava seferberîyê de û şand bajarê Duhokê. Nêzîkî 300 pêşmerge hatin bajêr, mal bi mal, kolan bi kolan gerîyan alîkariya xelkê kirin. mal û rêyên bajar paqij kirin. Parêzgarê Duhokê Elî Teter dewlemendên bajêr komkirin û daketin kolanan û bajar paqij kirin. Di encamê de kêmtir ji hefteyekê karesata lehiyê derbas bû, zêdetirî 110 malbatên ku xaniyên wan ji ber lehiyê wêran bûbûn xanî û 5 hezar dolar her malekê wergirtin. Herwiha Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ye, lê bi van derfetên xwe yên sînordar jî çû hewara xelkê xwe ji ber ku xelk û ax ya wî bixwe ye. Ev yek bi tena serê xwe fikrên bêdewletbûnê û îdeolojiya bêdewletbûnê ya ku Ocalan bi dehan rûpel û peyvên felsefî li ser nivîsandî û xemilandî, bi yek helwestê ji holê radike. Bêdewletî malwêranîya herî mezin e.

Ew PKK’eya heroj êrîşî Herêma Kurdistanê dike vê rastîya azadîya herêmê nabîne û cavpênarabin ku bibîne. PKK “Li Rojhilat yekrezîya Îranê, li Başûr yekrêzîya Îraqê, li Bakur yekrêzîya Tirkîyê, li Rojava yekrêzîya Sûrîyê” diparêze. Ev fikir civaka Kurd dikişîne nava windabûnê û xwekuştinê.

Hûnê bibêjin we dîsa mesele anî ser PKK’ê. Biborin, lê ger hûn biçin doktor pêwîste hûn bingehê neweşîya xwe bizanin da ku doktor bikare we tedawî bike. Di laşê Kurdan de niha êşek mezin heye navê vê êşê bêdewletbûn e. yên ku bêdewletîyê weke azadî dibînin tujî êşa pençeşêrê bûne. Yên ku dixwazin laşê kurdan sax bikin, aboriya wan baş bikin, şert û mercên jiyana wan baş bikin û ji her cure karesatên wek şewat û lehiyê bi kêmtirîn zirarê derkevin, divê pêşî li vê nexweşiya bêdewletbûnê xwe rizgar bikin.

Belê, bêdewletbûn felaketa herî mezin e. Kurd bi vê felaketê re rû bi rû ne. Heya ku em dest ji her cure kolonyalîzmê bernedin, li dora fikrên Kurdistanî nebin yek em nikarin karesatên li ser welat û millete xwe têk bibin. Bila hêvîyên me ne şewitin emê vê karesatê jî li ser xwe rakin. Serê gelê Kurd û bi taybet malbatên qurbanîyan sax be.

Pustên heman beş