Çendîn fakterên bi hêz hene ku îsbat dike endîşdarîya PKK ê li pêşeroja xwe li Rojhilatê Kurdistanê, lojîkî ne. Ya yekê ev ku berevajî rojava, li Rojhilatê kurdistanê rêxistinên netewî yên weha hene ku bi hezaran şehîd li rêya rizgariya nîştîmanî de dane û rehên xwe ew qas di nava kurahiya xaka Kurdistanê de birîne xwarê ku komara îslamî ya Îranê bi hemû hêza xwe ve nikare wan jinav bibe û bê guman PKK e jî nikare. Herçend qut bûn di nava wan rêxistinan de dirust bûye lê belê hemû şaxên wan rêxistinan li dijî PKK ê yek helwest heye. Hevdem van rêxistinan bi hezaran pêşmerge hene û ji bilî vê jî bi dehan hezar kes li gelê rojhilat hene ku bûne pêşmerge û perwerdehiya siyasî û leşkirî dîtîne pişt re bi sedemên cuda vegerîne rojhilat ku ev jî weke hêza veşartî ya van rêxistinan tê hejmartin û dikarin di pêşerojê de mifa ji wan wergirin. Ji bilî vê jî yekem hikûmeta modern a kurdî (Komara Kurdistanê) li Rojhilatê Kurdistanê hatye avakirin, ev jî asta xwenasîna netewî li rojhilat de ew qas blind kiriye ku PKK e nikare wan bixapîne.
Ji bilî komara Kurdistanê û pêşewa Qazî Mihemed ku bûne sembolên hemû kurdan, hejmarek ji rêberên din li Rojhilatê Kurdistanê yên bûy sembol û her yek ji wan ji bal beşekî ji civaka rojhilat heya asta peristinê rêz lê tê girtin û hizrên wan weke rêbaza pêşeroja xebata xwe dibînin. PKK e nikare van sembola kêmreng bike.
Diyare PKK ê bi awayekî sirî hinek xewin ji bo pêşeroja Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hene
Taybetmendîyeke din a Rojhilatê Kurdistanê eve ku kesên bijarde di civaka rojhilat de hem hejmara wan pirin û hem jî çalaktirin û rol û bandora wan li ser civakê pêş çav e. Ev bi wê wateyê nayê ku perçeyên din ên Kurdistanê kesên bijarde nîne, lê belê bi sedema wê rewşa li rojhilat dirust bûy, rola bijardeyan pir zêdetir û bi bandor tire bi hevberkirin di gel perçeyên din û ev kesên bijarde bi başî û bi lezgînî xwastekên PKK ê fêm dikin û hemû hewlên PKK ê yên ji bo li rê birine dera pirsa netewî ya Kurda bê bandor dikin û qebûl nakin.
Diyare PKK ê bi awayekî sirî hinek xewin ji bo pêşeroja Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hene. Di dema çend salên rabûrî de PKK ê hinek çek şandiye Rojhilatê Kurdistanê û hinek şaneyên nivistî dirust kirîne. Ev jî li gor kar û bernameya PKK ê dibe weke mertalek ji bo şerê navxwe li pêşeroja rojhilat were dîtin.
çarenûsa PKK ê li Rojhilatê Kurdistanê bi çarenûsa komara îslam ve grêdayî ye
Rêveberên PKK ê hevdem li gel hêzên opozsyona Îranê de jî mijûlî danûstandinê ye ku giringtirîn civîna nûnerên wê digel nûnerên Mucahdên Xelq bûye. A ji boy PKK ê di pêşeroja Îranê de girîng rewşa wê bi xwe ye û her wek çewa ji ber pêwendiyên xwe bi dewleta dagîrkar a sûrî re, demek dirêj bas li rojava Kurdistanê nedikir û her wiha niha jî bi tu awa hewla berevajî kirina hêza rizgarîxwazane ya Rojhilatê Kurdistanê dide di pêşerojê de jî wê amade be wan kara jiboy her rijêmekî bike ku li Tehranê dibe desthilatdar.
Dibe PKK ê ecînda û xewnên din jî hebin lê belê ya ku eşkere ye eve ku mexabin rêveberên PKK ê di têkilîyên xwe de digel rijêma îslamî ya Îranê ewqas çûye pêş ku rêya vegerînê wenda kiriye û ev karekî pirr zehmete, em dikarin bibêjîn bi vê nerîna niha ya rêveberên xwe ve, çarenûsa PKK ê li Rojhilatê Kurdistanê bi çarenûsa komara îslam ve grêdayî ye.
Dema vê yekê hatîye ku çi dî rê neyê dayîn rêveberên PKK ê ciwanên dil pakij û wilatparêzên Kurdistanê bike fedayê armancên xwe yên berteng
Pêwîste ew wilatparêzên ku nêzî PKK ê ne û destê wan digihîje biryarderên PKK ê li Qendîlê, hemû hewlên xwe bidin ji bo ku zêdetir direng nebe û rêberên PKK ê di wê rastiyê bigihînin ku komara îslamî ya Îranê ber bi jinavçûnê diçe û vegerîn ji bo ser rêya kurdatiyê çi qas dikare di sûda kurdan de be ewqas pêtir jî di sûda PKK ê bi xwe de wê bi dawî be. Dema vê yekê hatîye ku çi dî rê neyê dayîn rêveberên PKK ê ciwanên dil pakij û wilatparêzên Kurdistanê bike fedayê armancên xwe yên berteng û wan ji bo xizmeta dewletên dagîrkar bikar bîne û bi şehîd kirin bidin.
Pêwîst dike rêveberên PKK ê vê rastiyê fêm bikin ku çi qas rijêma dagîrkar a Be’si a Sûriyê wek xwe ma û PKK e parast, rijêma îslamî ya Îranê jî her ew qas wê bimîne û wê biparêze. PKK e ger dixwaze bihêz be divê pişta xwe bi hîza bê dawî ya netewa kurd germ bike. Çi pê nevê ku gerîlayên ser çiya nikarin vê nivîsê bixwînin jiberku li çîya ji bilî nivîsandinên rêveberên PKK ê, mafê wan tuneye ti nivîs yan mijarek cuda ji aydolojiya xwe nivîsînên rêxistinê bixwînin. Lê belê alîgir û dostên PKK î li Kurdistanê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, pêwîste bi têhizirîn li kar û bernameyên rêberên PKK ê baştir meremên vê rêxistinê fêm bikin û rê nedin çi dî ji bal hinek kesan ve ku xwe bi rêberên PKK ê dihejmêrin, weke kêm fam û xeşîm werin dîtin û îrade û hêza wan ya netewî di rasta berjewendiyên dagîrkarên Kurdistanê de bi her we were wendakirin.
Pêşerojeke geş li benda Rojhilatê Kurdistanê ye werin em bi feşar xistine ser biryar bi destên PKK ê û eşkere kirina sîyasetên wan yên şaş, rê nedîn şaşitî û çewaşekariyên Konseya Serokatiya PKK ê wê pêşeroja geş şûlî bikin. Pêwîst dike helwestên PKK ê li başûr û rojava Kurdistanê bibe dersek ji boy ciwanên rojhilat û xwe ji boy rêveberên PKK ê jî ku rêkarên yek alî û mamelekirin di gel dagîrkaran ji bilî şerê navxwe û mal wêranî û nexweşiya zêdetir û ji dest dayîna derfetên zêrîn û dagîrkirina zêdetir a Kurdistanê ti encamek din nabe.