Siyasetek li ser Herêma Kurdistanê heye ew jî dorpêça aborî ye. Li gor vê siyasetê, îro parlemanê Îraqê biryareka nû da. Ev biryare serê sibê ya îro saet 6 weke biryarek li dijî Kurdistanê hate girtin ku parlementerên Kurd yên li Îraqê têda hazir nebûn. Li gor vê biryarê beşe budceya Herêma Kurdistanê hate birîn. Ji ber ku ew dibêjin ku pêwîste Kurdistan hemû destketên aborî teslîmî Îraqê bike. Yanî tê xwestin ku Herêma Kurdistanê teslîm bibe.
Berî vî biryarê li Parlemana Îraqê da hindek bûyer qewimîbûn ku eger em van bûyera bînîn bîra xwe emê meselê baştir fêm bikin. Jiberku biryara Parlemana Îraqê biryareke li gor pirojeyekî hatiye çêkirin. Rojên derbas bûyî Îsma’îl Beşikçî ku wek civak nas û dostek kurda ye got “di herêmê de sîstemeke dijî kurdan heye”. Di binyat de biryara parlemena Îraqê îşareta vî sîstema dijî kurda ye. Lê belê tiştê xerab eve ku hinek derdor û kesatiyên kurda jî di nav vî sîstemî de cîh digrin.
Pîlanek heye ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve asteng bikin. Pêk anîna qonaxa yekemîn a vê pîlanê ev bû ku PKK ê 28î cotmehê li Nisêbîn a Bakurê Kurdistanê boriya petrola Herêma Kurdistanê teqandî. Vê teqandinê nêzîkî 110 milyon dolar zirar gihandin Herêma Kurdistanê. Ev çalakiya PKK ê bûyerek pir girîng bû jiberku elametên mezin têda hebûn. Ev elamet jî eve bû ku PKK ê ev çalakiyê bi tenê encam nedabû.
Teqandina boriya petrolê derdora demjimêr 1î nîvro hatbû encamdan. Cihê ku borî lê hatiye teqandin cihekî deşt bû. PKK ê li vî cihî bi tenê du çalakî encam dabûn di dema du salên derbas bûyî da. Yek ji wan çalakiya ew bo ku bi tohmeta sîxoriyê kesekê medenî li wî cihî kuştibû. Çalakiya din jî ev bû ku fîşek berdabûn wesayîta leşkirî. Wate PKK ê li Mêrdînê ti tîm û grûpeke mezin û çalak nîne. Lê belê ji bo teqandina boriya neftê pêdvî bi pir hêzê heye. Berî her tiştekê pêwîste wesayîtên karî (?) hebin. Pêwîste ax nêzî du metran were kolan da ku teqemeniyan danin bin. Başe PKK ê li nîva rojê li deştê çawa ev çalakî kir. Helbet ku hendek kesa alîkariya PKK ê kiriye. Kê alîkarî kiriye? Dewleta Tirkiya raste rast alîkarî kiriye yan jî çavên xwe girtîne û PKK ê ev çalakiyê encam daye.
Bi kurtî egera vê çendê ku îro Parlemana Îraqê biryareke bi vî awa bi wêrekî daye û xwe çav sor kirîye eve ku li cem hinek kurda palpiştî wergirtiye. Hinek parlementerên nav Parlemana Îraqê da palpiştî daye Îraqê weke, Serkewt Şemsedîn, Rêbwar Kerîm, Xalib Mihemed , Ehmed Hacî Reşîd, Hoşyar ‘Ebdula, ev kesene ku li ser kursîyên Kurda dijî Kurdistanê şerî dikin. Heman dem da Parlemana Îraqê ev gef û êrîşên PKK ê yên li ser Kurdistanê jî dîtin û li gor vê yekê biryar da. Ger bêjîne heval bendên Îraq û Îranê hem jî PKK ê, cahiş ev ne şaşî ye. Jiberku bi cahiş navkirin ne heqarete belku têgeheke sîyasî û sosyolocî ye. Ew kesên ku beranber kurda li gel hikûmeta Îraqê di rawestin jêre dihête gotin cahiş. PKK e û hindek kesên nav Kurdistanê de bi Îraqê re cih girtîne beramberî herêma kurdistanê, yanî tiştê eve dikin cahşayetî ye.
Xaleke din ya wêrekî û çav sorî ya Parlemana Îraqê û PKK ê jî ewe ya ku li ser hilbijartinên Amerîkayê çêdibin. Sîstemê helbijartina li Amerîka pir zehmete taku hikûmeta nû dest bi kar bibe. Taybet di vê hilbijartinê de helwesta Trump eve ku Hikûmeta Amerîka ya nû hinekê direng were sazkirin. Li rojhilata navîn cepha Şîa dixwaze ji vî tiştî sudê wergire. Di esas de ne tenê cebha Şîa belku ew kesên ku di nava sîstemê dije kurdan da cih digrin hemû dixwazin ku ji vê rewşê sûd wergirin û fişarê li ser Herêma Kurdistanê bikin.
Helbet ku rêveberiya Herêma Kurdistanî ne bê çare ye. Ev dewleta Îraqê ku weke canaweraye kurd 88 sale li hemberî wan şerî dikin. Û ti caran serê xwe ji bo wan ne çemandîye. Lê belê pirsgirêkek mezin heye ew jî eve ku li hundîr de xetekî caşatî û îraqçîtiyê heye. Vê gotina meşhur ya kurda em dubare dikîn: kurmê darê ne ji darê be dar nakeve”. Lê belê vê carê gelek kurim ji darê hene.