Di pêvajoya aştiyê de “Apo” çareye an malwêranî?

Murat Karayilan Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, derbarê rojeva li Enqereyê axivî û got: “em ne li dijî pêvajoya çareseriyê ne. Lê emê rê nedin polîtîkayên xapandinê. Ya berê dubare nabe”.

Karayilan duh roja Çarşemî 23 Cotmeha 2024an ji medyaya rêxistina xwe PKK’ê re axivî, hin nirxandin derbarê pêvajoya çareseriyê, nîqaşên li Enqereyê, daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî kirin û nerîna PKK’ê anî ziman.

Tirkiyê encama ku dixwest bi dest xist?

Di beşeke gotinên xwe de Karayilan behsa 9 salên bûrî yên şerê bi dewleta Tirk re dike û dibêje dewletê nekariye encama ku dixwest dest bixe, ev gotina Karayilan bi wê wateyê tê ku di 9 salên bûrî de aliyê serketî di şer de PKK’e ye, Karayilan wisa bi pozbilindî vê dibêje her weke PKK’ê artêşa Tirkiyeyê qedandiye û dewlet neçarkirîye mafên kurdan qebûl bike.

Her kes dizane di 9 salên bûrî de bi saya serê PKK’ê gelê kurd çi malwêraniyek li her çar parçeyên Kurdistanê jiyan kiriye, 9 salên ku Karayilan qala wan dike, ji sala 2015an destpêdike, gelo di van salan de çi çêbibû?

Di sala 2015an de ku pêvajoya çareseriyê bi sedema PKK’ê rastî şikestinê hatî “şerê xendekan” destpêkir, şerê ku piraniya bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê tê de hatin kavil û wêran kirin, bi hezaran keç û ciwanên kurdan di xendekan de hatin fetisandin, PKK’e bi yek carî li Bakur qediya û Bakur bi tevahî bo dewletê hişt, encama yekê ya ku dewletê xwestî bi hêsanî PKK’ê bi armanckirina ambulansekê û jinav birina pêvajoya çareseriyê li ser sêniyek zêr da destê Erdogan.

Tila Karayilan û şewitandina Enqere!

Piştre û ji sala 2016an dewleta tirk Bakur bi tevahî ji PKK’ê tasfiye kir, yek gerîla li wir nehişt û tev herêmên ku PKK’e lê çalak bû, bûn cîhên torîzmê û derxistina petrolê.

Salên 2017 û 2018 û ji encama siyaseta şaş ya PKK’ê, dewleta tirk berê xwe da Rojava, û Başûr, Rojava hêjan ji zora DAIŞê rizgar nebûy PKK’ê Erdogan kêşî wir kir, ya rast li bîra her kurdekî tê wexta Karayilan tila xwe bilind kirî û gotî: “em ê Enqerê bişewitînin, heger Erdogan cesaret hebe wê lingê wî bikeve nav Efrînê”, lê çi çêbû, Karayilan û rêxistina xwe Efrîn di nava sê rojan de bo Erdogan û artêşa wî hişt û bazda, piştre û heya sala 2019ê Serê Kaniyê û Girê Spî jî bi derdê Efrînê çûn û PKK’ê ew jî bo Erdogan hiştin.

Rêxistina PKK’ê ya ku hincet daye dewleta Tirk ku Rojava Kurdistanê dagîr bike, bû sedema aware û koçberbûna bi sedan hezar welatiyên kurd.

Firotina xaka Başûrê Kurdistanê

Di 9 salên ku Karayilan qala wan dike, PKK’ê tev çalakiyên xwe yên leşkerî veguhestin başûrê Kurdistanê, bi awayekî ku sal û meh derbas dibûn û dengê teqandina yek fîşek jî li Bakur nedihat bihîstin, dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê bi dehan operasyon bi navên Biryardarî û pence li Başûr dan destpêkirin, bi dehan çiya û lotkeyên stratejîk ku 30 sal bûn PKK’e tê de weke çiyayên “Şekîf, Xaxurkê, Bradost” di nava çend saetan de bo artêşa Tirkiyê hiştin, van êrîşan ji Kanûna sala 2017an destpêkiribûn.

Piştre û heya salên 2021 û 2022ê jî “Heftanîn, Zinara Kêste, Metîna, Kurejaro” û dehan gundên Berwarî Bala ji dest çûn û PKK’ê bi heman awayî bê şer bo artêşa Erdogan hiştin.

Karayilan jî di hevdîtina xwe ya duh de hatiye pirr bi rû qayîmî dibêje dewleta Tirk encama ku dixwest bi şer di van 9 salên bûrî de dest bixe, nekarî dest bixe!.

Her dema Karayilan ew tila hildaye jûr û ji devê wî kef barî, kurdan dagîrkeriyek jiyan kiriye.

Hewildanên çareseriyê û azadiya Apo

Gelê kurd, dinya û alem dizane ku ji roja damezrandina PKK’ê û heya roja me ya îro Abdulla Ocalan ev rêxistin xistiye di xizmeta dewleta tirk de û her tiştê ku dewletê xwestî li dijî kurdan encam bide bi rêya Apo û rêxistina wî ya cehiş encam da.

Piştî Apo li sala 1999 ji Nairobi hatiye vegerandin bo Tirkiyê, wî eşkere û bi rûyên qayîm ve ji dewletê xwest wî weke taşeron bo cî bi cî kirina planên li dijî kurdan bidin şuxlandin, Apo heya îro vê xizmetê ji dewletê re dike û vê qirêja xwe li bin navê “tecrîda derew” dipeçîne.

Karayilan û tev rêberên PKK’ê ev çend Salin hewl didin gelê kurd bi hebûna tecrîda li ser Apo bixapînin, qala rohê berxwedanê û teslîmnebûna Apo dikin, dibêjin: “em bi ruhê fedayî yê Apo li çiyayên Kurdistanê şer dikin, pêşiyê li dewleta mîtînger digirin, rê li ber qirrkirinên nû digirin”!.

Ya rast ji roja vegerandina Apo û wexta ji dewletê re gotî: “derfetê bidin ez xizmeta dewletê bikim, diya min Tirk e” û heya îro rojeke bi tenê jî li ber xwe nedaye, Apo her tişt heye tenê ruhê berxwedanê nebe, Apoyekî teslîmbûyî û zilamê Mîtê li holê heye, Apoyê berxwedêr û şoreşger tune, Apoyekî îtîrafçî û xizmetkarê dewletê heye, Apoyekî rêber û fedayî tune, Apoyekî taşeron heye”.

Karayilan îro jî derbarê hewlên çareseriyê û nîqaşên li Enqereyê dibêje: “hewildanên çareseriyê eger ne di çarçoveya azadiya rêber Apo de bin, hukmê xwe nîne”.

Rêxistina cehiş di 40 salên şer de çi bo kurdan kir?

Pêtirî 40 salane PKK’e şerekî saxte ji boy berjewendîya Tirkiyê bi navê “berxwedanê” dimeşîne, dehan hezar însanê kurd hatin kuştin, yek metra xaka Kurdistanê jî rizgar nebû, sal diçin û sal derbaz dibin, PKK’e dibêje emê îsal berxwedanê geş bikin û piştre binketinên pêtir, wendahiyên mezintir yên keç û ciwanên kurdan û xaka pîroza welat dikeve destê Tirkan, 40 salên şerê sexte, tu encamek bo kurdan çênekir, Tirkiye bihêz ket û kurd bê hêz bûn, PKK’e jî bi fîta Îmraliyê û Mîtê tevdigere û wezîfeya taşeronê dewletê û destveberdana xaka Kurdistanê bo Tirkiyê dilîze.

Bi kurtasî xizmetên Apo û PKK’ê pêşkêşî dewletê kirî û hêjan dikin, bi qeder wê xizmetê ne ya ku Ataturk bo Tirkiyê kirî, gotina Apo jî ya ku dibêje: “PKK’e li Bakurê Îraqê cihê baweriya Tirkiyê ne” baştirîn belge û delîle li ser wê xizmeta ku PKK’e bo Tirkiyê dike”.

Karayilan: em ê banga Bahçelî ti carî qebûl nekin

Derbarê nîqaşên li Enqereyê û banga dewlet Bahçelî ya ku dibêje: “bila Ocalan were Parlementoyê û PKK’ê hilweşîne”, Karayilan dibêje: “banga Devlet Bahçelî, her çend xwedî naverokeke derveyî aqilî ye ku em ti carî nikarin qebûl bikin, lê bangeke ku rêber Apo weke muxatab dibîne. Ev rastî li holê ye. Eger nêzîkatî li gorî vê heqîqetê be, bê guman wê ji aliyê kurdan ve jî berisva xwe bibîne. Eger ne bi vî rengî be û di çarçoveya lêgerîna rizgariya ji tengaviyê weke nêzîkatiyên taktîkî be wê encamê bi xwe re neîne. Bê guman aliyê kurd ji manorên bi vî rengî yên taktîkî têre”.

Di rastiya xwe de, mijara niha nîqaş li ser tê kirin nîqaşa li ser doza gelekî bindest û zilim lêkirî ye, ev doz ji wê yekê mezintire ku bi azad kirin yan rakirina tecrîda li ser kesekî bê girêdan, ger Tirkiye dixwaze mijara kurdan çareser bike pêwîst e tev aliyên siyasî yên kurdan muxateb wergire.

Pustên heman beş