Proseya çareseriyê, Mûtebaqeta Xelatê, muhatebiya Evdila Ocalan û bibîrxistin

Proseya çareseriyê, Mûtebaqeta Xelatê, muhatebiya Evdila Ocalan û bibîrxistin

Piştî destdayîna Bahçelî bi endamên Partiya DEM ê re û dûvre daxuyaniya wî ya “Bila Ocalan were û li meclisê biaxive”, nîqaşa “proseya çareseriyê” bi lezgînî zêde dibe. Ev proseya nû ya çareseriyê ku em ê navê Mutabaqata Xelatê lê bikin, dê bêtir were nîqaşkirin. Ev ne ji bo Kurdan, lê gavek e ku dewleta Tirk ji bo pêşeroja xwe davêje.

Di 953emîn salvegera ketina Kurdistanê de mutebaqata Xelatê, endametiya BRICS û nîqaşa proseya çareseriyê

Lihevkirina proseya ku Bahçelî di 1 ê Cotmehê de dest pê kir, di 25 ê Tebaxê de li civîna kabîneyê ya li Xelatê pêk hat. Eger were bîranîn, di 953 emîn salvegera ketina Tirka ya Anadolê, yan jî rastir bêjin Kurdistanê de, kabîneya dewleta Tirkiyeyê piştî 21 salan li derveyî Enqereyê civîna kabîneyê li dar xist. Heman rojê Bahçelî û Erdogan bi hev re civîyan û li ser mijarên stratejîk biryar dan. Her wiha di her du civînan de Wezîrê Karên Derve yê nû Hakan Fidan ê ku Serokê berê yê MÎT ê ji Amerîkayê vegeriyabû, encamên hevdîtinên xwe yên bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re ragihandin.

Di vê civînê de dewleta Tirk li ser sê xalan li hev kir: Li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya şer dest pê dike, dibe ku mudaxeleyî Îran û Sûriyeyê bibe. Tirkiye bi tenê bi endametiya NATOyê nikare yekgirtîya xwe û sînorên xwe biparêze. Ji bo şiyana tevgereke berfirehtir, endametiya BRICS ê pêwîst e. Ji bo ku Kurd ji pevçûnên serdemeke nû ya Rojhilata Navîn sûd wernegirin, divê bi dewleta Tirk re di pêvajoyeke nû de cih bigirin.

(BRICS, yanî platforma Brazil, Rûsya, Hindustan û Çînê, di sala 2009an de ji aliyê Rûsyayê ve wek bereke ne fermî hat avakirin da ku bikaribin li hemberî pergala cîhanê ya ku Amerîka û hevalbendên Rojavayî lê serdest in, derkevin. Ew wek alternatîfek li hemberî cîhana ku NATO û welatên Rojavayî serokatiya wê dikin tê pêşkêşkirin. Ev helwesta dewleta Tirk ji aliyê Emerîkayê ve wek lîstikeke duserî hat nirxandin)

Bi kurtasî, tiştê ku jê re dibêjin proseya çareseriyê ne pêvajoya rûmetdayîna Kurdan û aştiya bi Kurdan re ye, berovajî pêvajoya pasîfkirina Kurdan e di rewşa pevçûnên Rojhilata Navîn de. Di rastiyê de ev pêvajoya astengkirina îhtimala dewletbûna Kurdan e di demekê de ku guherîna nexşeya Rojhilata Navîn tê plan kirin.

Sedema destpêşxeriya lezgîn a dewleta Tirk, tevgera nû ya Rojhilata Navîn e ku Îsraîl û cîhana Rojavayî dest pê kiriye. Lê tiştê ku divê Kurd di vê pêvajoyê de ji bîr nekin pêvajoyeke ku ji 1999 an ve berdewam dike heye. Em vê pêvajoyê bi çend sernavên sereke bînin bîra xwe.

Ocalan tu car di tecrîdê de nebû, Ocalan şêwirmendê dewleta Tirk e

Gotina ku Ocalan di bin tecrîdê de ye tenê gotinek bû ku ji bo girseyên gel dihat gotin û Ocalan tu car di bin tecrîdê de nebû. Em nikarin hiqûqa têkiliya di navbera Ocalan û dewleta Tirk de wek hevdîtin bi nav bikin jî. Ocalan ji sala 1999 an ve şêwirmendiya dewleta Tirk dike. Di hemû hevdîtinên Ocalanên nivîskî û yên ku em dikarîn bigihîjin de ji sala 1999 an vir ve, Ocalan li ser gelek mijaran wek “dewletên Rojavayî Dixwazin dewleteke Kurd a navendî li Hewlêrê ava bikin, Ewropa dixwaze Kurdan xurt bibe; hûn (Tirk) Kurdan bigirin û bibin hakimê cîhanê; neteweperweriya Kurdî xeternak e; dixwazin Tirkiyeyê biçûk bikin û sînoran biguherînin, dewlet min erkdar bike ez ê asteng bikin” dewleta Tirk li ser mijarên bow ê xeter hişyar kir. Mijara tecrîda Ocalan tenê gavek e ku hatiye avêtin ji bo şêwirmendiya wî ya ji bo dewleta Tirk were veşartin û dema pêwîst be wek pêşengekî mexdûr û serbilind li pêşiya Kurdan were pêşkêşkirin.

Yên ku bawer dikin Ocalan di bin tecrîdê de ye, nikarin proseya çareseriyê rast fêm bikin.

Helwest û dîmenên Ocalanên ku tê xwestin ji bîra mirovan biçin

Hemû alî li ser daxuyaniyên dawî yên Bahçelî senaryoyan dinivîsin, pêşbîniyan dikin û dibêjin ku ew daneyên herî rastîn û zanistî pêşkêş dikin. Lê di rastiyê de belgeyek û delîlek pir girîng heye ku ji aliyê herkesî ve tê paşguh kirin: Gotinên Ocalanên “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim” dema ku li Kenyayê siwarî balafirê bû û paşê hevdîtinên wî yên ku li Îmraliyê hatin tomarkirin. Ocalan di van hevdîtinan de ji dewleta Tirk re digot “derfetê bidin min ez ê hemû Kurdan bi we ve girêdim, ez pêşniyar dikim hûn Hewlêrê bigirin, em ê pêşî li avakirina dewleta Kurdan bigirin”. Niha dema rola Ocalan tê nîqaşkirin, tê xwestin ku em van peyv û sozên Apo dayîne dewletê nebinîn. Ne aliyê Kurd ne jî aliyê Tirk naxwaze em van her du delîlên mezin bibînin. Lê belê bêyî ku mirov van her du delîlan û pêşniyarên ku Ocalan ji Tirkiyeyê re kiriye bi bîr bîne, tu proseya çareseriyê nikare rast were nirxandin.

Têkiliyên Ocalan-Enqere-Qendîlê bê navber berdewam kirin

Têkiliya Qendîlê bi Ocalan re tu car nehat birîn. Her dem ku Ocalan û dewletê pêwîst dît, têkiliya Qendîl-Ocalan berdewam kir. Binêrin, di dema ku dihat gotin Ocalan di tecrîdê de ye û di pêvajoya dagirkirina Efrînê de, rast di 25 ê Adara 2018 an de fermandarê HPG ê Mirad Qarayilan got “Rûs çûn Îmraliyê, li ser serokê me zext hat kirin ku ji Efrînê em vekişîn”. Madem tecrîd hebû, Mirad Qarayilan çawa dizanî ku Ocalan bi Rûsan re hevdîtin kiriye? Helbet Ocalan ji wan re name nivîsî. Bi heman awayî Murad Qarayilan di 25 ê Çileya 2021 ê de got ku “Erdogan ji me re got li Bakurê Kurdistanê şer rawestînin, li welatên din hûn çi dikin bikin em têkilî we nabin”. Her wiha têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Qendîlê de tu car bi tevahî nehat birîn. Têkiliyên di navbera hem koordînasyona PKK ê ya Tirkiyeyê hem jî rêveberiya PKK ê ya li Ewropayê û dewleta Tirk de her dem rasterast an jî bi awayekî nerasterast berdewam kirin. Tenê û tenê dema ku berjewendiyên dewleta Tirk pêwîst dikir ev pêvajo bi raya giştî re hat parvekirin. Bo nimûne di sala 2010 an de dema ku hevdîtinên Osloyê berdewam dikirin, ciwanên Kurd her roj li Botan û Dêrsimê dihatin kuştin. Yanî şer tenê ji bo ji gel re binêrim em şer dikin, lê li pişt perdê tiştên din diqewimîn.

Ji ber vê rastîyê, yên ku difikirin ku tu car hevdîtin di navbera Qendîl û dewleta Tirk de çênebûne jî nikarin nirxandineke vê prosesê bikin.

Tu rastiya bû nîne ku PKK Tirkiye mehkûmî proseya çareseriyê kiriye be

Şîroveyên ku sedemên destpêkirina proseya çareseriyê ya 1 ê Cotmehê dispêrin dîtina “Dewleta Tirk a ku nikarî li hemberî berxwedana PKK ê bisekine mehkûmî proseya çareseriyê bû” çi rastiyê îfade nakin. Tu çalakiyên PKK ê yên ku niha Tirkiyeyê bixin tengasiyê tune ne. Li Bakurê Kurdistanê PKK û gerîla qediyane. PKK li Başûrê Kurdistanê jî nikariye waregerhêm xwe yên 40 sala ku têdebûn biparêze û di encamê de li hin herêmên Garê’yê asê maye. Tu tehdîda PKK ê ya leşkerî li hemberî dewleta Tirk tune ye. Gerîllayê Pkk binketîye û rûh lê bûye bela.

Sedema sereke ya ku îro mijara ku jê re dibêjin proseya çareseriyê xistina rojeva Kurdan, hebûn û berjewendiyên bilind ên dewleta Tirk in.

Heya ku biryara destpêkirina şer a PKK ê ya 1 ê Hezîrana 2004 an û rastiya bidawîbûna proseya çareseriyê 2015 famnebe, nîqaşên proseya çareseriyê ya 2024 an jî nayên fêmkirin

Di nîqaşên proseya aştî-agirbes-çareseriyê ya ku ji 1999 an ve di navbera dewleta Tirk û PKK ê de berdewam dike de hin demên dîyarker hene. Bêyî ku rastiya van proseyan were zanîn, em nikarin proseya niha fêm bikin.

Di 2 yê Tebaxa 1999 an de derbasbûna gerîlayan a ji Bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê bi talîmata ku dewleta Tirk da Ocalan pêk hat. Bi heman awayî, proseya destpêkirina şer a PKK ê ya 1 ê Hezîrana 2004 an jî bi talîmata ku dewleta Tirk dayî Ocalan pêk hat. Ji ber ku Rojhilata Navîn dikeliya, li Başûr mecalê avakirina dewleteke Kurdî hebû û dewleta Tirk PKK xist tevgerê û rê li ber tevgerînê li Rojhilata Navîn vekir.

Vê carê ji bo astengkirina Bihara Erebî ya ku di 2011 an de dest pê kir, di 2012 an de proseya ku jê re digotin proseya çareseriyê dest pê kir. PKK ji bo bandora Bihara Erebî li ser tevgere dewletxwaza Kurdî astengbike proseya çareseriyê da destpêkirin. Di vê proseya ku 3 sal berdewam kir de, dewleta Tirk pêşî li bahoza Bihara Erebî girt ku derbasî Tirkîyê nebe.  Û di 2015 an de her du (PKK-Dewleta Tirk)aliyan bi hev re maseya çareserîyê qûliband. PKK li ber çavên dewleta Tirk xendek kolan. Gerîla bi wesayîtên dewleta Tirk li bajar û taxan bi cih dibûn. Bi vî awayî Tirkiyeya ku Bihara Erebî ji axa xwe dûr girt, piştî 2015 an dest bi dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê kir. Eger masa çareseriyê hebûya, îro li Efrîn, Girê Spî, Behdînan û Zapê leşkerên Tirk nedibûn. Wek ku tê dîtin, di pevçûnên PKK-Artêşa Tirk û proseyên çareseriyê de kontrol her tim di destê dewleta Tirk de bû çawa di xwest bi wî rexî ve badida.

Niha jî kontrol di destê dewleta tirk de ye û mirovê herî neteweperest ê dewleta Tirk Dewlet Bahçelî pêlî bişkokên kontrolî dike.

Bê guman gelek xalên ku werin nîqaşkirin hene lê ev xalên ku me behsa wan kir xalên bingehîn in. Misyona Ocalan, PKK û dewleta Tirk diyar e. Bi vê misyonê ne mimkun e ku çareserîyekî di berjewendîyê Kurdan de çêbibe.

Pustên heman beş