Rêveberên PKK ê bi hemû hêza xwe ve, ji pîr û kal, jin û mêr destên hev girtin hewl didin ku têgihiştinekî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biafirînin. Rêveberên PKK ê, kesek nabêje êdî sebra me hember dewleta Tirk, dewleta Îranê bi dawî hat, em dê fedaîyan li dijî we seferber bikin. PKK dibêje em ê fedaîyên xwe dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişûxilînîn. Ya rast, em nikarin vê yeke weke têgeh bi nav bikîn, PKK hewl dide ku kerb û kînê rêxistin bike. Vê kerb û kînê ne dijî dagîrkarên kurd ,li dijî kurdan tanzim dike. Kurdan heya niha qet perçebûnek di vê astê de nedîtibû û ji hev ev qas nefret nekiribûn. Di dîroka Kurdan de pevçûnên navbera partî û komên kurdan hebin jî, di vê astê de qasî PKK ê tovên nefretê û dijberîya li hember hev çi partî û layenan ne çandiye. PKK nefretê diçîne û nefretê rêxistin dike
Hewl dide ku bi kerb û kînê, veqetînê di nav Kurdan de çêbike. PKK ne ku dewleta Tirk perçe dike. Lê PKK stratejîya parçe bûna nava Kurdan esas digire. Armanca sereke ya PKK ê ew e ku Kurdan bi perçe perçe bike, eşîran wêran bike, malbatê belav bike, li gorî bawermendîya cûdaxwazîya çêbike û civaka Kurd heya takekesa perçe bike. Ev armanca PKK ê ye. Civakekî ev qas parçe bûyî têrê nake vêca PKK ji bo berjewendiyên partîya xwe gelê Kurd ewqas parçe û parçe parçe kirin xîyaneta herî mezine. Pêvajoya ku PKKê ji Zînî Wertê ve rêxistin kirin û bitaybetî bi kuştina mûdîrê asayîşa Serzerê despêkirî heya gehiştî şehîd xistina pêşmergeyan li Çemankê ve pêvajo gorî plansazîyekê dimeşe. Lê dîrok dê vê xîyanetê binivîse. Propaganda PKK ê û desteyek amigo yên wê dê nikaribe vê xîyanetê veşêre.
Plana derbeya PKK ê li Kurdistanê
Ya ku PKK dixwaze bike hewlek derbeyê ye. dibe ku em vê zivistanê bibin şahidê vê şanoya ku PKK ji bo ne aram kirina Başûrê Kurdistanê, dilîze.
Em dikarîn bibêjîn çavkaniya vê şanoya PKK dilîze, hewla derbeya 15 ê Tîrmeha 2016 an a Tirkiyê hatî lîstin. Ya rast di navendê de, derbe tune, belku şano heye. Ji bilî komek leşkeran derbek rastîn tune. Tenê mirov bi psîkolojiya kerî daketin kolanan, mirovan bêy ku bizanin ji bo çi ye hevdu gulle baran kirin. ew pêvajoya Tirkiye ber bi tarîyê ve kaşkirî bi vê derbeyê ve gihîşt qonaxeke nû. Erê, çavkaniya vê plana PKKê jî, AKP ye. Her çend PKK we xuya dike ku li dijî AKP ê pir dijber e, hertim dibêjin faşîzma AKP-MHP ê jî, lê belê PKK bi xwe pirr dişibe AKP ê . Rêbaz û şêwaza ku rêveberên PKK ê di siyasetê de bikar tînin û ya Erdogan û siyasetmedarên AKP ê teşbî hev dibin. Ji direw kirine natirsin, bê wijdanin, ji derewan natirsin û bi zimanekî gefkar di axivin.
Bê guman, heke islûb yêk be armanc jî yêke. AKP jî PKK jî, ji kaosê Sûd werdigirin. Ger kaos nebe ew jî wejî tunene.
Ji destpêkê de ev plana rêveberên PKK ê bû, ku ji hêla leşkerî ve atmosfera pevçûnê biafirîne. Lê PKK baş dizane ku ew nikare Pêşmerge bi leşkerî têk bibe û hevsengî ya herêmî jî rê nade tiştek wisa. Êrişkirina hêzek ku ji hêla koalîsyona navneteweyî ve tê naskirin, dê PKK ê bîne asta DAÎŞ ê di pergala herêmî de. Ji bo vê, PKK plan kirîye ku şerekî kontrol kirî bi de meşandin. Ji ber vê yekê nexşerêyek wî tune ku her kes bi carekê ve ji xwe re bike eniya şer. Di rastî de PKK bi kuştina Midûrê Ewlekariya Giştî ya Serzêrê Xazî Salih Alîxan û êrîş kirina pêşmergeyan li Çemankê gulleya îşaretê avêt. Baş e, wî ji bo kê ev gulleya îşaretê avêt? PKK ê ev gulle ya îşaretê ji bo tîmek ku navenda wê li Silêmaniyê ye avêt.
PKK bi siyaseta mexdûriyetê ve xîyanetê rêxistin dike.
Bi rastî, piştî bûyera Çemankê, PKK difikirî ku pevçûn hinekî din zêde bike û çend çalakiyên din jî rêxistin bike. Lê belê, Emerîka û Fransa rasterast bûyer wekî kiryarek terorîstî dîtin û PKK gavek şûnda avêt. Vê carê, PKK dixwaze rolek maxdûrîyetê bilîze. Lê PKKê pirsgirêka pevçûnê bi tevahî ji holê ranekirî ye. PKK xwe ji şerekî giran re amade dike. Bi tenê bûyera Çemankê, PKK gihîşt wê encamê û ew neçar e ku bûyerê bêtir ji raya giştî re rewa bike. Ew ji bo rewabûna navneteweyî dixwaze xwe veşêre û hêvîya serhildana gelemperî dimîne.
Hêzên ku PKK bi wan re derbe plan kirî hene. Bi rastî de armanca şehîd kirina Xazî Salih ev bû ku hinek cesaretê bide van hêzan hevkar. Em nikarîn bibêjîn hemî YNK di nava hewildanek wisa de cî digrin. Lê mirov ên wisa bi çavsorî li gel PKK ê tevdigerin hene. Mînak; kesên mîna Serkewt Şemsedin hene. Ev kes kî ye, ku ji hêla her kesî ve wekî sîxurê Îranê bi salan tê zanîn: Ew Kurdek e niha li parlamentoya Iraqê ye. Heyvên biharê de, ew yek ji wan kesan bû ku li parlamentoya Iraqê got ku “divê firotina neftê li herêma Kurdistanê ji hêla Iraqê ve were asteng kirin û ku pêdivî be hikûmeta Iraqê lazime hêza leşkerî jî bikar bîne”. Bê guman, di heman mîzanîyê de serokê Newey Nu jî heye. Bi gotinek din, palpiştîyek sîyasî ya qirêj heye ku PKK bi çêkirina van hemî pîlanan de layingirê wêye.
Pîlana PKK ê ya derbeyê em dikarin bi hûrgilî ve binivîsin. Cihê ku ev pîlan derbeyê bigehişê heye ew jî perçebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ger tevgereke bi vî rengî ya ku navenda wê Silêmanî pêş bikeve, dê statuya Herêma Kurdistanê bikeve bin metirsîyê. Ji ber ku li gorî qanûnên Iraqê, sê parêzger pêwîstin ji bo avakirina sîstema federal. Bi rastî, ev rewş hemî lîstikên ku navenda wan Silêmanî ye radixe ber çavan.
Li dijî qirkirinê çeka li destê Kurdan de: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye
Nexşerêya darbeya li ser Herêma Kurdistanê ne tenê bi PKK ê ve têkildare. PKK lingê Kurdî yê vê pîlanê birêxistin dike. Armanc hemî destkeftên Kurdan a ji holê rakirine. Li Herêma Kurdistanê aloziyek navxweyî û pevçûnek leşkerî tê wateya berbijêr ve çûna hemû Kurdan e. Li dijî jenosîda gelê Kurd Hikûmeta Herêma Kurdistanê sitargehekî tenê ye. Heke ev çek Zirarê bibîne hemû kurd dê zirarmend bin. Ger li herêma Kurdistanê hewildanek derbeyê serbikeve, pêşî çi dê çêbibe? Bê guman, ewê artêşa Tirk bikeve Rojava. Gava duyem çi ye? Ew bi vekirina deriyê sînor ê Obaköy ve dê biçe heya Tıl-Afer. TilAfer, 35 km dûrî deşta Şingalê ye.
PKK Li dijî xeterî ya ku hemû Rojava bibe mîna Efrînê wê çi bike?
Ango, êrîşên PKK ê yên ji bo berjewendiyên partîya xwe, li ser Herêma Kurdistanê, bi rastî li dijî qedera Kurdan qumar lîstine. PKK tevgerek e ku dikare vê yekê ji bo berjewendiyên partîye bigire berçav. Tişta ku dikare Şingalê ji deste dagîrkaran rizgar bike, pêkanîna peymana Bexda-Hewler ê ye. Lê PKK ew qas çavsore ku bibêje heke ez tunebim, bila ew ji dijmin re bimîne. Gotubêjên yekîtiyê li Rojava dikare pêşeroja Rojava mîsoger bike. Lê belê, PKK bi xwesteka ku divê Rojava tenê ya wî be û tifaqa ENKS û PYND wekî lîstikek împiryalîzmê dinirxîne. PKK li şûna Daîşê xelkê Şingalê dixe nava hembêza Heşda Şabî de. Rexmê xeteriya ku tevahiya Rojava bibe mîna Efrînê, lê dîsan jî PKK ji berjewendiyên xwe tewîz nade. Bi pejirandina ku vê komploya mezin de a li dijî Kurdan, PKK bûye lingê Kurd div ê pilanê de. Ev erka qirêj qebûl kirîye û armanc dike hinek jêmayî bigehin van jî.
Bê guman, ev nexşeya xiyanetê ya PKK serwer nabe. Her kesê ku ji vê nexşeya PKKê fêm dike divê berjewendî û gomanên kesane bide aliyekê û li dijî pilana derbeya PKKê helwest nîşan bide. Tiştê vê pilana PKK ê bide sekinan din, dê helwesta Kurdên xwedî şeref û keramet, be.