Çekdaran 11 welatiyên Efrînê  revandin

Komên çekdaran yên li jêr fermana Tirkiyê di dawî cînayeta xwe de li himberî welatiyên Kurd ên Efrînê, 11 kes ji 2 gundên wê herêma Rojava Kurdistanê revandin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî  li Rojava Kurdistanê eşker kir, komên çekdarên girêday Tirkiyê ji rojên rabûrî ve, 11 kes ji dû gundên Efrînê  revandine û heya niha çarenivîsa wan nediyare.

Dest nîşa kir, ev welatî ji gundê Behdîna ê navçeya Raco û gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê revandine, hinek ji wan paş dana fidiyê serbest hatine berdan, lê belê hêjan piranî jê çarenivîsa wan nediyare.

Girûpa bi navê El Hemzat a girêday arteşa Tirkiyê, li rojên 8 û 12/11/2020an ev cînayet encam daye.

Revandina welatiyên Kurdên Efrînê  ji aliyê girûpên çekdar ve berdewame, li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî nediyare.

Pustên heman beş