Ev dema çend rojane li bajarê Dûzxurmatû, nivîsên li ser tabloyên ciyên bazirganî ji bo zimanê Tirkî tên veguhestin, Bereya Tirkmanî li wê derê serperiştiyê li vî karî dike.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, Bereya Tirkmanî li bajarê Dûzxurmatû ji dawîya meha 10 a îsalê, dest avêtîye guherandina tablo û navên ciyên bazirganî û li ciyê zimanê Kurdî û Erebî, tabloyên wan ciyan ji bo zimanê Tirkî veguhastine.
Yekêtîya xwendkar û lawan a girêday Bereya Tirkmanî li bajarê Dûz alîkarî û wan ciyên bazirganî dest nîşan dike ku pêwîste tabloyên wan bi zimanê Tirkî bin.
Çavkaniyên pêgeha me li Başûrê Kurdistanê, dîmenên vê yekê şandine û têde bi zelalî eşkere dibe ku tabloyên ciyên bazirganî ji bo zimanê Tirkiyê hatine veguhestin.
Ev jî bi wê watayê tê ku bereya Tirkmanî dixwaze bajarê Dûz bi temamî bikeve li jêr hejmûna dewleta Tirkiyê.
Tê zanîn bajarê dûz girêday parêzgeha Selaheddînê ye, di berê de girêday Kerkûkê bû, Kurd û Tirkmen lê hene û Ereb têde kemîne ne, di êrîş û xiyaneta 16î Oktobera sala 2017an kete li jêr desthilata hêzên Heşda Şabî û bereya Tirkmanî niha li wir bi hêz ketîye.