Zanayên şûnwarnasiyê li bajarê dîrokî Pompei yê Îtalyayê termên du zilaman ku nêzîkî 2000 hezar sal berî niha bi agirî burkan şewitiye û weke peyker mane dîtin.
Li gor zanyariyên Zanayên şûnwarnasiyê berhev kirine, yek ji wan kesan dewlemend e û temenê wî di navbera 30 heta 40 saliyê de ye. Kesê din jî temenî di navbera 18-23 saliyê de ye û dibe xulamê wî kesê dewlemend be.
Bajarê Pompei 79 sal berî zayînê ji ber çiya diteqe û agirî ji xwe diavêje wêran bûye. Niha hejmara niştecihên Pompei dedora 13 hezar kesan bûye û niha ciheke ji bo geştyariyê bi nav û deng e.