Îro 25 mijdarê ye ku dibe roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundutîjîya dijî jinê, bi vê helkeftê emê bi kurtasî wan têzên Apo di Jinolojiyê de bas kirîn li bîr bînîn, hemwext kanê bi tu awa PKK ê ev gotinên ku Apo ji hizir û xeyala xwe nivîsandine weke destûr û zanist nas kirîye û qebûl kirîye.
Ocalan di vê pirtûkê de wiha xwe dide nas kirin ku ew yekem kese li derbara jinê nivîsandibe û PKK e bi hemû aqilê xwe şer’îyet daye van gotinên Ocalan û wiha difikre ku azadîya jinê li ser destê Apo afirîye.
Li vir emê çend mînakan li ser wan dahênanên zanistî! Yên Ocalan li dor diyardeya jinê anîn ziman rêz bikîn, daku fêm bikîn gelo nirxeke zanistî di van tiştên ku bi zanist didin diyar kirin heye? Yan jî xurafatin!
Zelam dirndeye û jin firîşteye
Ocalan di beşeka vê pirtûkê de pîsbûna xwezay bi zelamî ve girêdide û jîngeh parêziyê bi jinê ve, li ciyekê din dibêje: “jin firîşteye û zelam dirinde”, Ocalan di pertûka Jinofobiya de, cîhanê li ser dû pişkan dabeş dike, pişka xêrê û ya şerî, bê guman di vê dabeşkariyê de xêrê dide pal jinê û şerî jî dide pal zelamî, lê belê ya rast Ocalan ev têz tenê ji bo rakêşana serinca jinê çêkirine, ji ber ku têzê zelamê dirinde û jina firîşte ne bi tenê çi binemayên zanistî nîne, belku têzekê hind na mirovatî ye, zanist şerim dike weke têz qebûl bike.
Ocalan: ji bo ku jin azad bibe, pêwîste sêksî ji xwe qedexe bike
Ocalan têzên cura û cur di pirtûka Jinolojiyê de bi navê zanistê jinnasî dirust kirine, behsa sêksî û eşqê dike, lê bi awayekê pir ecêb û pir nalojîkî.
Ocalan dibêje jinê: “zelam dil reqe û bê exlaqe, wek wê yekê ye di qefesê de digel pilingî binvî, taybet eger piling yê birsî be, man digel zelamî jî heman rewşa pilingê birsî ye”
Lê belê kumêdiya di vir de ye Ocalan piştre tê û dibêje zelamî jî: “man digel jinê sifkatîye, ez bixwe li gor vê statoya heyî jiyana digel jinê, gelek kirêt û pîs û şaş di bînim”.
Hemwext Ocalan dibêje: “jin pêwîste sêksî di jiyana xwe de qedexe bikin, eger ne nagihine azadiyê”
Bi kurtasî eve nerînên Ocalanî ne li dor jinê û zelamî, bê ku çi belgeyeka zanistî û dîrokî jinê dike xwedîya hemû dahênan û destkeftên dîrokî, lê bi hebûna zelamî ev destkeft ji dest çûne, temaşe bikin Ocalan carna jinê bilind dike, carna jî jiyanê digel jinê bi pîs û kirêt pênase dike, gelo ev zaniste? Yan jî texdîrkirina mejî ye, yan xurafatinApoy di Jinolojiyê de bas kirîn û PKK e bi guhê gelê Kurd de dibêje?!