Hevpeyivîna Karayilan a li gel çapemeniya Israîlê lêgerîna balansê ye?

Hevpeyivîna Karayilan a li gel çapemeniya Israîlê lêgerîna balansê ye?

ji pêşengên PKK-ê, Murat Karayilan li gel rojnameya rastgiriya tund a Israîlê ê The Jerusalem Post re, axivî. Rojnameya Jerusalem Post rojnameyeke ku hertim xeta xwê ya siyasî diguhere. Rojname, ku di destpêkê de bi dîtinên xwe yên çep dihat nas kirin, bi taybetî di navbera van 10 salên dawî de bi pir zelalî xwe da baskê rastê. Jerusalem Post bi taybetî bi nûçeyên xwe yên dijî Erdogan dihat nas kirin. Bi taybetî di 2010 di referandûma guhertina destûra bingehîn de û hilbijartinên Tirkiye 2011 de rojnameya The Jerusalem Post di jî Erdogan derket û baskê laîk yê Tirkiyê re hevkarî kir.

The Jerusalem Post li dijî Erdogan û Tirkiyê ye ku piştgiriyê dide xeta laîk li serdemek wusa de ji bo çi hevpeyvîn li gel Karayilan kirîye tê fêm kirin. Ji ber ku li Tirkiyê, di baskê ku CHP jî tê de dest bi livînekê kirîye. Di hevpeyvînê de, ji Karayilan li ser CHP jî pirs hate kirin.

Di vê çarçoveyê de, em dikarin êdî navê The Jerusalem bêtir bi bihîzin. Hevpeyivîna Karayilan  ji bandora vê pilansaziyek wusa ye. Li gel  Hevpeyivîna Karayilan li The Jerusalem Post di heman rojan de ji hêla Cemîl Bayik ve jî ji bo rojnameya l’Humanite de meqele yek hate weşandin, tê xwestin ku qedexeyên Ewropa yên li ser PKK ê werin rakirin û PKK bi fermî were nas kirin.

Ma PKK li rêyekî derketinê diger?

PKK di warê leşkerî de asê maye, nikare girseya xwe bixe nava bizavekê de, û li Ewrûpa jî marjinal bûyîn qebûl kirî ye, nuke ji bo xwe rêyekî ji vê rewşê derketinê digere. taybetî piştî ku PKK êrîşî Pêşmergeyên Parastina Daristanê ya li Çemankê kir û pêşmergeyek şehîd kir, Emerîka û Fransa ev buyer bi tundî şermezar kir, PKK jiber hewlên van dewletan nîgeran bû. Niha, di warê çapemenî û leşkerî de êrîşî başûrê Kurdistanê dike, ku bi rêkên dîplomasî jî dixwaze liser van kiryarên xwe bigire. Ew hewl didin ku xwe weke mexdûrê AKP ê destnîşan bike û cîhekê ji xwe re veke. Wusa dixuye ku PKK difikire ku tengezariya li dora Iranê çêdibe hisap dike û dixwaze lîstikek du alî ava bike. PKK bi rêya Cemîl Bayık-Mustafa Karasu hevpeymaniya stratejîk a li gel Iranê berdewam dike, di heman demê de têkiliyek bi cîhana Rojava re jî girêbide.

Em dizanin ku PKK li Rojhilata Navîn hêza pêşeng bû ku dewleta Israîlê weke şeytan destnîşan dikir. PKK ê hemî xerabiyên Rojhilata Navîn dixe stoyê Israîlê. PKK Gava ku ew li dijî dewleta serbixwe ya Kurdistanê derdikeve weke sedem dibêje em naxwazîn “Israîla du yê” ava bibe. Di mijara radest kirina Ocalan ji bo Tirkiyeyê PKK ê Israîlê sûcdar dike. Karayilan di Hevpeyivîna xwe de kulîlka dirêjî Israîlê û Emerîka dike.

Di karna PKK ê de tejî lewaz hene

Lê belê, pirsgirêka herî mezin a ku hem PKK û hem jî Karayilan têda digevizin bê baweriya cîhana rojava ya ji bo wana ye. Karna PKK ê bi lewaza dagirtî ye. Ji ber ku ne cara yekê ye ku PKK têkilîyan bi lsraîl, Emerîka û Rojava re çê dike. Tê zanîn ku di dema şerê Rojava de, danûstandin rasterast li ser navê PKK ê bi rêveberiya wan re dihate kirin heman dem li gel hêzên Rojava danustandin di hatin meşandin. Heya têzanîn ku Emerîka hinek nesîhet jî li PKK ê kiribûn.

Tevî lêgerînên Emerîka, dema ku PKK xwe li gel baskî Îranê tercih kir, êdî Emerîka ew ji xwe dûrxist. Karayilan di Hevpeyivîna xwe de behsa mijara 6 çileyê ku navê wî û sê rêveberên PKK ê yên paye bilind ku Emerîka ê ew xistibûn nava lîsta terorîstên xelat pêdanê axivî û got: ” navên me xistina wê lîstê ji bo eyar dayîna Tirkiyê bu. Ya rast, PKK baş dizane ku ne wusa ye. Bi rastî, rêveberê PKK Cemîl Bayık jî navnîşkirina navên wan di nav lîsteya terorê de weha nirxand: Ji bo Emerîka ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn astengî hene. Astengiya PKK astengiya herî mezin e. Li gorî xwe astengiyek Iranê heye. Ew dixwaze van astengiyan ji holê rake. Ji ber vê yekê wusa xuya dike ku Emerîka dixwaze Tirkiye, ,Iraq ê û Kurdan bide gel baskê xwe li dijî Iran ê bide seferber kirin. Lê li vir astengiya PKK ê ji bo Emerîka derdikeve holê. PKK nahêle ku Kurd bi tevahî di vê koalîsyonê de cih bigirin. Emerîka vê yeke dibine û Ew dixwaze vê astenga ji holê rake. Ger Emerîka li dijî Iran ê di roja 5 ê Mijdarê, û di roja 6 î mijdarê jî , li dijî PKK ê biryarek girt, ew bi hev ve girêdayî ye “.

Gelo balansa PKK ê dê bigire

Bê guman, PKK ne asteng e ku pilanek hêzek cîhanî têk bibe, wekî ku Cemîl Bayık qala wê kirî. Heya, ew dizanin ku heke ew di vê helwesta xwe de israr bikin, Emerîka dê bi fîzîkî jî li wan bizivire. Naha ew dixwazin balanse kê çêbikin. Lê ji PKKê bi rêya belavkirina morikên şîn nikare vê bike. Her çend weke nakok xuya dike jî lê PKK bi hevsengiyek di navbera Iran û Tirkiyê de girêdayî xwe liser lingan dikare bigire. Ger ev hevsengî xerab bibe dê PKK ber bi tune bûnê ve here. Loma PKK dixwaze ew herdu hêz (Tirkiye-Iran) jî bijîn. Lê vê dawiyê, tevî pêşîgirtina Evdila Ocelan jî PKK ê direksiyon zêde liser Iran ê ve şikand. Niha , PKK li gorî berjewendiyên eniya Şî’eyan a li dijî peymana Şingalê derdikeve. Her çend PKK di nav Kurdan de KDP teşhir bike jî, lê ew dizane ku lihevkirina Hewler û Bexda li gorî ajandaya herêmî çênebûye.

 her çend PKK bi şîa re şirîkatîyek stratejîk tevdigere jî, ji ber ku plansaziyek ji bo Şingalê heye, ew jî xwe ji danûstandinê re vekirî dihêle ku dixwaze hinek bermahîk bigihişin wa jî.  Hewl dide pêşî li hedefgirtina xwe ya rasterast jî bigire. Loma Karayilan hindek got-gotkên ku ji bo guhê cîhana siyasî ya Rojava de xweş werin dibêje. Bi pesindayîna prensîbên Wilson kulîlk dirêjî Emerîka kirin. Cihekî ne hewce bû, Karayilan behsa êrîşên Iran ê yên li ser PJAK ê dike. Bi vî rengî, wî îşaret da Emerîka û Israîlê û got, “Binêrin, em ê li dijî Iran ê şer bikin.” Bê guman, em dikarin bêjin ev helwesta Karayilan naçe xweşiya şirîkê stratejîk ê PKKê Iran ê.

Karayilan teklîfa navbeynkariyê ji Emerîka kir

Berî niha li ser mêza danûstandinê di navbera PKK-Tirkiyê Evdila Ocelan hebû wî wekî çavdêrê sêyemîn di danûstandinên de qebûl nedikir. Karayilan her wiha got, Emerîka dikare di navbera wan û Tirkiyê de cûreyek navbeynkariyê bike. Em vê yekê wekî îşareteke girîng dizanin.

Lê belê, wekî me li jor jî got, PKK bi jestên wiha nikare rapora xwe ya xerab a li ser bawerî pêhatinê rast bike. Beriya her tiştî, divê ew guhertinekê di helwesta xwe ya dijî başûr de guhertinên cidî bike. Yekem tiştê ku divê PKK bike ewe ku, yên dixwazin Kurdistana Başûr wêran bikin, rêka xwe li gel wana cûda bike. Dest ji êrîşên li ser başûr berde. Pîvana herî hevgirtî ya PKK ê helwesta wê ya li hemberî Başur e. Divê yê din dev ji astengkirina tifaqa navbera hêzên siyasî yên li Rojava jî berde. Ger di van her du helwestan de berdewam bike, dibe ku Emerîka wan bike armanc.

Di encam de, em dikarin bêjin ku; PKK ji hin nakokîyan sûd wergirtina werbigire û xwe ji wê teqna ketîyê derbixe. Lê siyaset hergav destûrê nade canbazîyan. Di çend hevpeyivînên li ser mijarek stratejîk a wusa de, bi sîyaseta gundî kî, hemaset, peyvên edebî û îdeolojîkî dîplomasî nayê çêkirin. Heya ku PKK li rojhilata Navîn li gel dezgehên îstixbaratî weke Mît, îtîlaat û Mûxabaratê tevbigere, tu hevpeyivîn û daxuyanî nikare PKK ê rizgar bike. Ger PKK bi vî şêwazî tevbigere wê binkeftina wê ya sîyasî û leşkeri jî hew qas dijwar be.

Pustên heman beş