Rêveberên KCK ê jî bi minasebeta salvegera PKK ê gelek daxuyanî liser hev dan. Lê dengê va daxuyaniyan ji yên yek du heyv berê pir cuda bû. Heke bîra we bihêt Besê Hozat, ku digot, “Ger em şerê Pêşmerge bikin, eve nabe şerê birakujî “, li şûna van gotinên rêveberên din ên PKK yê, “Me ji Başûr erd negirt, em ne hevrikên Başûr in.”
Bi taybetî di hevpeyivîna Cemîl Bayik ya ku di 26ê Çirîya paşîn de li Stêrk TV hate weşandin, ev guhertin bi zelalî diyar dibû.
Cemîl Bayik di hevpeyivîna xwe de ji bo diyalogê bang li PDK jî kir. Bê guman, di naveroka axaftinê de hate dîtin ku Cemîl Bayik di vê bangê xwe de ne pir dilpak bû. Cemîl Bayik ê ku her gav di êrîşê de bû, vê carê di rewşa parastinê de bû. Gelo çima?
Kê guhê PKK ê kişand?
Ger em bifikirîn ku PKK ê vê dema dawiyê de sê pêngavên mezin avêtine, lê wî rastî de sê xeletiyên mezin kirin. Ya yekem 8ê Çirî de kuştina Xazî Salih Alîxan, Rêveberê Asayîşa Giştî ya Serzerê. ya duyemîn; 28ê Çirî de Teqandina boriya nefta başûrê Kurdistanê. yeka din jî ewe ku 4ê Çirîya paşîn de pêşîya hêzên pêşmerge mayinek danîn ser rêka Çemankê û bi çekên giran êrîşî karwanê pêşmerge kirin û pêşmergeyek şehîd kirin.
Van hersê bûyeran hem di raya giştî de û hem jî di hêzên siyasî yên ku ji nêz ve bi Rojhilata Navîn re eleqedar dibin de bû sedema bertekên cidî. Her çend PKK di çapemeniyê xwe de bahozek derxist û we da dîyar kirin ku hemû raya giştî li kêleka wê ye, lê rastî de ev ne wusa bû. Bangên kadroyên PKK ê yên 20-30 salin xebata vê rêxistinê dikin dibin navê hunermend-rewşenbîr de nikarin pergala siyasî ya cîhanê diyar bikin. Sîstema sîyasî ya cîhanî yên ku li hemberî herikîna disekinin guhê wan dikêjin. Vê carê, hişyariya dawîn ji PKK ê re hate dayîn. Bi van sê kiryarên PKKê di navbera Çirî û Mijdarê de kirî, dîyar bû ku PKK ê bivir li çuka xwe dabû. Nûke PKK hem ji Şingalê hem jî ji Rojava bi derxistinê re rû bi rû maye. Hêza ku vê dike jî Emerîka ye.
Agahîyên me evin ku PKK ji ber çalakiyên xwe yên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji du welatên Ewropî û Dewlata Emerîka ê hişyariyên cidî girtine. Hin ji van hişyariyan bi rêya Ewropa, hin bi rêya YNK, û hin jî bi Rojava re ji PKK re hatine şandin. Giraniya hişyariya ji ber çalakiyên leşkerî ên PKK li herêma Şingalê û Behdînan. Di hişyariya Emerîka de gefên eşkere hebûn.
Emerîka bi taybetî Diyar kir ku dê cezayên nû yên terorîstî li ser PKK bêne sepandin, ji ber ku ew xetên enerjîyê bi teqandina boriya neftê tehdîd dikin û bi eşkere êrîşî hêza fermî ya, Pêşmerge dikin. Sedema helwesta rêveberiya PKK di asta parastin û îzahkirinê de bûyeran ji ber vê hişyarî ya Emerîka ye.
PKK ê 42 salîya xwe bi şikestinê girt
Rêveberên PKK ê bi ne normalî di salvegera damezrandina PKKê de di medyayên xwe de behsa serkeftina xwe dikin. Lêbelê, rastî de PKK ê di sala 2020 an de winda kir. Pêvajoyek ku PKKê di bihara sala 2020 an de bi Zînî Wertê dest pê kirî, hebû. Ev pêvajoyek çalakiyê bû; ji bo vekirina deverên nû ji xwe re di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de, PKK ê armanc kiribû li Zînî Wertê heya Gare, Dola Meleka, derdorên Rewandizê, û hwd. Ji bo desteserkirina cihên nû yên eskerî. Pêngava duyemîn a vê planê ew bû ku komên marjînal û provokatîf ên li Kurdistanê mîna Şasiwar Ebdulwahid ji bo piştgirtina PKKê tevgereke gelêrî bidin destpêkirin.
PKK dawiya çirî û serê çirîya paşîn ji bo pevçûnê xwe amade didît. PKK ê berê hingê, li gelek deveran mayîn danîbûn, wê hesab dikir ku dê pêşmerge şûnde vekêşin, ewlehiya bîrên neftê û xetên rêyên nû wê ji PKK ê re bimîne. Lê rewş wusa gorî planên wan pêşneket.
Ya ku pêşî li rewşa pevçûnê girt helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Pêşmerge bû. Tevî ku PKK ê berpirsê ewlekariya Ser zêrî Xazî Alîxan û Hêriş Cewher li Çemankê şehîd kirin lê pevçûnek bi hişmendîya hikumeta herêma Kurdistanê pêşî lê hate girtin. Bi rastî, her kes difikirî ku dê Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi heman rengî bersivê bide. Lê Hikûmeta herêma Kurdistanê qert di destê PKK ê de dîtibû. Ew neket nav xefkê.
Pêdivî ye ku em behsa vê mijarê hê pêtir bikin, her çendî ku di çapemeniyê de qîyameteke mezin a PKK ê radikir jî lê girseya, di raya giştî ya Kurd de bi rastî PKK sûcdar hate dîtin. Piştî demek dirêj, mirovan li dijî PKK ê helwestek eşkere girtin. PKK nikaribû girse wekî ku dixwest bikar bîne. Ev ji bo Kurdan destpêkek baş bû.
Bûyerên ku Cemîl Bayik mecbur kirî bibêje “em diyalog dixwazin” ev bûyer bûn.
Cihê kevin ê Cemîl Bayik ku dere?
Tevî ku Cemîl Bayik dibêje “Ne raste ku me Başûr dagîr kirîye”, lê di encam de, ew pêşniyara jêrî dike: “Her kesê ku hêzê dişîne deverên ku ne yên wan be, divê vegerin ser ciyên xwe yên kevn”. Bi vê gotinê, ew îdîa dike ku bi rastî jî wî erdek di nava axa Başûr de heye.
Pêşniyara Cemîl Bayik pêşniyarek pirr maqûl e. Divê PKK vegere cihê xwe yê berê. Cihê PKKê yê kevn li ku ye? PKK ê ku der hişt û revî hate axa başûr? Cihê kevin ê PKK ê cihên ku di navbera 1982-86-an de hatine destnîşankirin e. Bi gotinek din, PKK ji bo zemanekî demkî, li Heftenîn, Sınaht, Xwakurk, Dalanper, Lolan û Mêros dikare bimîne. Ango 3-5 km ji bakûr dûr xwe cî bike. Ev dever jî heya ku PKK hinek amadekariyên xwe bike dikare têde bimîne. Peyra pêwîst bû ku çûba herêma xwe ango bakûr. Ew cih herêmên pêşmerge bûn ne yên PKK ê bûn. Cemîl Bayik dibêje “Herêmên ku ne yên wî ne” mîna ku li Başûr cihê PKK ê hebe. Herêma PKK ê Bakur e Cemîl Bayik sengerê xwe yê esas berdaye û hatîye liser axa rizgarkirî dewa axê dike. Lê pirsek ji kak Cemîl Bayik re gelo te çi bi parça Bakur kir te ew rizgarkirî ye? Lê belê, her parçeyek Başûrê Kurdistanê xaka fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Pêşmerge dikare bikeve vir, Ala rengîn dikare were darve kirin.
Ger Cemîl Bayik dê li paş gotina “ne rast e ku me başûr dagîr kirî ye” bisekine, divê ew pêşî bersiva ku cihê niha lê rûniştina axa Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, bide û bibîne. Li cîhanê de du hêz hene ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navên cûda xîtap dikin. Yek PKK ye. PKK dibêje “Başûrê Kurdistan, Rêveberiya Başûr, ewlehiya PDK”. Duyem jî dewleta tirkiyê dibêje rêveberiya Bakurê Iraqê. Nekarî navê saziya fermî bibêje ji bo ku wî nas neke û bê qîmet bike.
Dema ku em hemî perçeyên axaftinên rêveberên PKK didine ba hev, em dibînin ku banga Cemîl Bayik ya diyalogê ji ber têkçûna stratejiyên PKK ê û hişyariya navneteweyî ya ku wan bi tundî hatîye kirin e. Wekî din, dîsa jî PKK bi rêya çapemeniya xwe êrîşên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dike.