PKK di dijminatiya PDK de sûnd xwariye, ji ber wê tercîh kir ku Ereb bikevin Şingalê

Manîpîlasyonek mezin û lîstikek li der, dora navê Şingalê dizivire. Mirov di nava bayê vê manîpulasyonê we difikire ku xeyal rastî ye, derew jî heqîqete. Bi taybet, dema ku di 9 ê Çirîya paşî de di navbera Hewlêr û Bexda de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li ser Şingalê peymanek hate îmzekirin, PKK ew ji xwe re kir pirsgirêkek man û nemanê. PKK ê înkara dîroka Kurd, înkara berjewendiyên gelê Êzdî, înkara civaka Kurd girt ber çavên xwe. Bi rastî, PKK bi çav sorî, ew çend bi wêrekî tevgeriya ku Murat Karayılan, got “Ez naxwazim ferman bidim çalakvanên xwe yên întiharî” û hetta îşaret pê da ku ger hewce be ew dikarin xwe bikujin. Ger hûn li çapemeniya PKK ê binêrin, çiqas ajans, TV, trolên medyaya civakî hebin, wan hemû xistin nava hereketê.

Siyaseta PKK ê ya şorbê

Cihê herî dawî di deste PKK ê de mayî Şingale. Sedema mayîna PKK li Şingalê ne gelê Êzdî ye. Hêzek heye ku PKK li Şingalê bi cî kirîye. PKK Di berdêla zêrevanîya hîlala Şîaa li Şingal ê, hinek sûdên siyasî û aborî stendine. Ger ew vê erka cerdevaniyê bicîh neyîne, ewê notek xirab bistîne û bê hêz bibe. PKK li Şingalê tenê taşerone, hêvî dike ku ew ê li Şingalê çend kelepîrî bi dest xwe bixe. Carekê Evdila Ocelan jî xwe li hember helwesta Cemîl Bayik ne girt û ji wî re got bû “Ew şêwaza siyaseta te weke ya şorbê ye. Kî bêtir şorbe yê bide we, hûn ji wî re daqulûzkanê dikin.” PKK li Şingalê bi terzê şorbeyê tevdigere. Derdê PKK li Şingalê ne kêşeyên gelê Êzdî ye, PKK li Şingel li benda tasek şorbê ye ka dê kîjan hêz bidetê.

PKK li çîyayê Şekîf ala Tirkiyê li Şingalê jî ala Iraqê, tercîh dike

Ger PKK di derbarê Şingalê de biryarder bûya, ew ê pêşî riya têkiliyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hilbijartiba. Lê belê, hîn ku firman li ser axa başûr didomî, PKK ê hewl da ku Şingalê bi dest xwe bixe. Dibin fermana Mesut Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê, pêşmerge dest bi operasyona Şingalê kir. Dema ku navenda bajar dihate rizgar kirin, dema ku pevçûn hêja berdewam bûn, PKK ê dest danî ser sazî û mala û ala yên xwe daliqandin û di got ev dever ya mine.

PKK, dijminê xedar ê Kurdan, DAÎŞ a Şîa ango Heşda Şabî bi pêşwaziyeka germ di navenda bajêrê Şingalê de dikir, weke mêvanekî pir qedirgiran, rêz li Heşdî Şabî girt. û wan wekî heval û şirîkekî bê guman didît. Ji berku her du hêz ji yek fermangehê yanî Îranê li Şingalê hatibûn erkdar kirin. Lê belê, wê demê PKK ê nedihişt ku ku weqfa xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan li ser Êzidî ya belav bike.

PKK dijminekî sûnd xwarî yê Kurdan e. PKK dijminekî sondxwarî yê PDK ê ye. PKK li tu derê bi Kurdan re tifaqê çênake. Ew bi tirkan re, bi Iranê re tifaqan çêdike, lê bi kurdan re çênake. Li tevahî dîroka PKKê binêrin, bi Yek tevgereke kurdî re nav tifaqê de nebûye. PKK ê li Rojava bi milîsên Şehîba re tifaqek çêkir, çepê Tirk anî kampan û leşkeri jêre çêkirin û mayîna leşkerên Rejîma Sûrî li Qamişlo qebûl kir. Lê PKK ê nehişt partîyên kurdî yên mixalifî wê ofîsekê jî li bin desthilatdariya wê de vekin. PKK ê Li parçên din ên Kurdistanê jî eynî nêzikatî kir.

PKK ê dizanî ku ew nikare li hember operasyonên Tirkiyê çiyayên sînor biparêze lê dîsa jî ne hişt ku pêşmerge derbasî wan herêman bibe û nehêle ku dagirker werin wir bi çîh bibin. Ger pêşmerge derbasî Heftenîn, Şekîf, Xantûr ê biba nûke şûna ala Tirkiya da ala Kurdistanê li wir hejît. Lê PKK hezimnekir ku ala Kurdistanê li sere wan çîyan biheje. Evro şaneyên PKK di bin ala Tirkan de li wir bi aramî dijîn.

PKK li Şingalê, pêşiya yekîtiya Kurdan asteng e

PKK Ji bo ku li Şingalê cîhekî ji xwe re çêbike, di nava birînên civaka Êzdî de, di navbera Kurdên Êzdî û Kurdên Mosilman de birînan dikole. Beriya her tiştî PKK hewl da ku hestên dijminatiyê li dijî hukûmeta herêma Kurdistanê biafirîne lewma jî  bi berdewamî dixwaze birînên Şingalî yan yên 2014 ê bikole. Bi vî rengî, ewê gelê Êzdî bi hêsanî rêve bibe. Lê çênebû, piraniya xelkê Şingalê venegeriyane Şingalê. Êzdî we rêvebirin ne sanahîye. Êzdîyan bala xwe didan navenda xwe ya olî û wan pirr giring dibînin. Vê carê jî PKK hewl da ku Êzdîyan di nav xwe de berde hev û parçe bike.

PKK ê di hilbijartina Mîr û Babe Şêxê nû de xwest di navbera Êzdîyên Şingal û Başîka de nakokîyan durist bike. Pir hêvî ji vê kiryara xwe dikir. Hêza ku di navbera Êzdîyan de alozîyan derdixe PKK ye. PKK dixwaze ciwanên Êzdî ji navanda wan ya olî ango Laleşê dûrbixe. PKK bi rêya kûr kirina nakokîyên çînî û civakî armanc kir Êzdî yan ji xeta Laleşê dûr bixe û qîbleta wan biguhere. Xwast Li ser nasnama Êzdîyan dejenerasyonek ava bike. Armanca PKK ê ewe ku “Êzdîyan PKK ê” bixuliqîne. Loma jî din ava ola resen ya Kurdan Êzdî yan de pir kiryarên neyarî meşandin.

PKK li Şingalê dagirkere

Ev ne tawanbar kirinek giran ne, rastîyeke. Kesên ku bi propaganda ya PKK ê ve ne hatibin hoşberkirin dizan ku PKK ê Şingal rizgar nekirîye û nikare rizgar jî bike. Dema ku dixwestin xwe bigihînin Şingalê bi dehan pêşmerge di rêkê de şehîd bûn. Nûke ewqas xwîna pêşmergan nedîtin û ku mirov bibêje min Şingal rizgar kirîye, bê exlaqîyekî pirr mezine. PKK bi bikaranîna derûnîya hestyarî ya giran a gelê Kurd û gelê Êzdî ji bo Şingalê ji xwera kir bingeh û ser wê hestîyarîyê dest bi kar kir. Wî mirov weke deyndarê xwe da his kirin û bi xwe ve girêdan. Dûv re wî dest bi xebata madî ya kedxwarîya karsaziyê kir.

Di 2015 de, PKK li ser Şingal bi civaka şîa re, ku ew hevkar e, peymanek darayî îmze kir. Hêza PKK ê ya leşkerî dê hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan bisekine ku ew nekevin Şingalê, di berdêla wê de jî hêza Heşda Şeabî dê meaş, cebilxane, erebeya û hemû pêdivîyên lojîstîkî bide wan û liser hêza Heşda Şebî werin hesibandin. PKK jî xwe we da xweyakirin ku xwedan hêzek mezine. Lê despêkê hêzek ava kir ku tenê ji 30-40 kes ji wan Êzdî bûn, hêzên din hemû ji gerîlayên bîyanî teşkil bibû. Wî hem meaşê gerîlayên xwe digirt, hem jî meaşên şervanên Êzdî qut dikir. Li gorî peymana di navbera nûnerê eniya Şîa Abadi, û PKK ê de peymana hatî çêkirin, wê PKK rêyên derbasbûnê yên di navbera Rojava û Şingalê de biparêze. Bi vî Rengî, PKK rêyek bazirganî bi Rojava re vekir. Ew bi xwe jî di bin navê bacê de, des bi qaçaxçîtî yê kir. Wî bi riya Şingalê şebeke yek dîplomatîk li Ewropa jî saz kir. Lê PKK herî zêde ji Şîa qazanc kir, heqê xwe yê zêrevanîyê wergirt.

PKK bi hebûna xwe ya Şingalê ve îhtîbar qazanc kir, pare, çek, şervan qazanc kir. Lê Êzdîyan bi hebûna PKK ê ya Şingalê çi dest xwe xist? Wêneyên Evdila Ocelan, rozet qazanc kirin û Ew fêr bûn ku dirûşmeyan bavêjin. PKK ê di 2017 an de li Şingalê salyada Deniz Gezmiş kir. Bi vî rengî, Êzdîyan Deniz Gezmiş nas kirin. Êzdî ji ber hebûna PKK ê nikaribûn alîkariya navneteweyî bistînin, û gelek Êzdî venegeriyan şûn warên xwe. Êzdî yan  ji ber hebûna PKK pirr tişt winda kirin. pkk êzdî berbi nêrînên vala ve kaşkir. Komek Êzdî yên ku li dora PKKê civiyabûn Bexda ji xwere navend dibine, heşda şabî dostê xwe dibine û Ereb a ji bo xwe weke derîyê rizgar bûnê di bîne PKK ê têgehek wusa çewd bi van re daye avakirin. Xirabiya mezin ya PKK li Şingalîyan bike dê ew be ku wana ji bû berjewendiyên xwe bikar bîne û bihêle ku ew, Kurdan weke dijminê xwe bibînin.

Heya ku PKK li gorî berjewendiyên eniya şîa li Şingalê bizavê bike; û bere xwe nede Kurdistanê, ew ê nikaribe xwe ji dagîrkaran û şirîkatîya wan rizgar bike.

Pustên heman beş