Çîroka 9 pêşmergeyên ku PKK ê kuştî û cenazeyên wan radestî Seddam kirî

Her dewlet û hêza ku dixwaze li ser welatê Kurdistanê serdest bibe û daxwazên azadiyê yên Kurdan têk bibe, pêşî di nava Kurdan de tevgerekê ji xwe re ava dike. Dijminê herî mezin ê kurdan kurd bi xwe bûye. Rastiya PKK ê jî di nava vê rastiya dîrokî de dikare were ravekirin. Lê PKK ji tevgerên ku di dîrokê de li dijî Kurdan hatine bikaranîn cuda ye. PKK ne tenê ji aliyê yek kolonyalîst ve, ji alîyê her çar dewletên dagirker ve li dijî tevgerên Kurd ên her çar parçeyan jî hat bikaranîn.

PKK hêzeke paramîlîter e di destê kolonyalîstên Kurdistanê de

Vê rastîya PKK ê her kesê ku bê layen û bi giştî li dîrokê dinêre, dibîne. Ji ber vê yekê PKK 50 sal in li her çar parçeyan Kurdistanê heye. Li ser bingeha rejîma Esad a Sûriyeyê, rê neda ku tevgerên din derbasî Rojava bibin. Li ser bingeha dewleta Îranê êrîşî tevgerên Rojhilat kir. Bi plana dewletê hemû tevgerên kurd ên li Tirkiyeyê tasfiye kirin. Li ser bingeha Rejîma Seddam a Iraqê, piştî sala 1988 an êrişî Pêşmerge kir. Weke pasewanên sînorî yên Saddam tevgerîya. Îro vê carê jî xwe dispêre rejîma nû ya şîe ya Bexdayê û êrîşî Herêma Kurdistanê dike.

PKK hebûna xwe ne li ser têkbirina dijmin û qûtkirina parçeyek ji dijmin, li ser têkbirina Kurdan û ji navbirina destkeftiyên tevgerên Kurd ava dike. Ji bo PKK ê pênaseya herî baş ev e: “PKK hêzeke paramîlîter e ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê bikaranîn”

PKK ji bo vê rastiyê veşêre, bi mantiqa “parastina herî baş êrîş e” ji bilî xwe hemû Kurdan xayîn û sixûr destnîşan dike. Dîroka PKK ê bi wateyekê dîroka şerê taybet ê kolonyalîstan li ser Kurd û Kurdistanê ye.

PKK bi radestkirina termên pêşmergeyan xwest xwe ji Saddam re îspat bike

Di sala 1988 an de bi destpêkirina Enfalê re gel Başûr koçî Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bû. Enfala Behdînan di 25 ê Tebaxê de dest pê kir. Gund hatin şewitandin û gel penaber bû. Pêşmerge li gel xelkê paşve vekişiyan. Ji Îlona 1988 an heta Adara 1989 an Pêşmerge li xeta Heftanîn, Berwarî Bala, Zap-Avaşînê ango Behnînan hejmarek sînordar man.

Hêzên Saddam ji bo ku PDK û Pêşmerge venegerin herêmê, dest bi danûstandinan li gel PKK ê kirin. Heta wê demê cehşên girêdayî Seddam li herêmê hebûn û têkiliya wan bi PKK ê re hebû. Vê carê di navbera endamên îstîxbarata Saddam a merkezî û efserên artêşa Seddam ên li herêmê de hevdîtin pêk hatin. PKK ê hin ji van hevdîtinan li gundê Derkar ê Herêma Heftanînê pêk anî. Beşek wan hevdîtinan jî li otêla Sulav a Amêdiyê hatiye çêkirin.

PKK ji bo ku baweriya Seddam bi dest bixe û bi alîkariya Seddam li Behdînanê bi cih bibe, li derbarê Pêşmergeyên de agahî ji rejîma Seddam re dişand. Ji aliyekî din ve, ew komploya ji bo tasfiyekirina hêzên Pêşmerge yên ku dixwestin dîsa werin herêmê û xebata xwe bikin PKK ê li goreyî peymana li gel Saddam kirî ew bi komplo şehîd xistin. Ji bo ku îspat bike ku wî pêşmerge şehîd kirine, termên wan jî radestî cehş û cêşa Seddam yên herêmê kirin.

PKK; Bi komplo yêkîneya  Ehmed Kadir şehîd xistin û çekên wan jî  wek xelat wergirt

Tê zanîn ku PKK di navbera salên 1988-1990 de gelek Pêşmerge şehîd û berze kirin

Bi taybetî Hêzên Pêşmerge ku di Enfala 1988 an de vekişiyabûn, di bihara 1989 an de dest bi vegera sengerên şer kirin. Ji ser xeta Çel, Elkî û Qilabanê yekîneyên biçûk dest bi derbasbûna Başûr kiribûn. PKK ji bo ku baweriya Seddam bi dest bixe, îstîxbarata van yekîneyan da Saddam. Payre hinek ji wan şehîd kirin û cenazeyên wan radestî cêşê Iraqê kir.

Di Adara 1989 an de, hêzên Pêşmerge yên ji 6 kesan pêk dihat, ku ji bo berfirehkirina xebatê hatibûn herêmê, derbasî sengerên xwe yên berê di bûn. Li wir hêzên PKK ê peyda bibûn.  Pêşmergeyan bi salan nan dabû Apocîyan û bi hev re rêhevaltî kiribûn. Pêşmega bawer nedikirin ku ziyanek bigihêje wan. Şevekî li yek şûn man. Yekîneya pêşmerge ji rêyeka dûr ve hatibû. Roja din xwestin paqişîya xwe bikin.  Çekdarên PKK ê ji wan re got “Em ê zêrevanî li we bikin”. Dema pêşmergeyan sere xwe dişot û balava xwe dikir PKK ê ew her 6 Pêşmerge tazî şehîd kirin.

Piştre xeber da cehşan û tarmên her 6 pêşmergeyan birin. Berpirsên cêşê Iraqê weke dîyarî çekên pêşmergeyên şehîd da çekdarên PKK ê.

Navê wan pêşmergeyên ku di vê bûyerê de şehîd bûne wiha ne:

  • Ehmed Kadir.

  • Sedulla Avdel.

  • Nizar Mihemed.

  • Mihemed Hemdî.

  • Nizmî Wermêlî.

  • Xalid Wermêlî.

PKK ji bo Seddam kujertî kir: 3 pêşmergeyên Bakurê Kurdistanê jî kuştin

Li gorî peymana ku bi Seddam re çêkiribû, PKK yekîneyên Pêşmergeyên ku hatibûn herêmê dişopand û ew îmha dikir. Yek ji wan yekîneyên ku PKK ê îmha kirî jî sê Pêşmergeyên xelkê bakûrê Kurdistanê yên bajarokê Çelê bûn. Di dawî ya sala 89 an de PKK ê li devera Helwe berihê kêleka ava zê 3 pêşmergeyên PDK ê dît in. Ev her sê pêşmerge ji herêma Çelê ya Bakurê Kurdistanê bûn. Sala 1984 tevlî refên Pêşmerge bibûn. Di sala 1988 li gel Enfalê derbasî Îranê bûn û piştî çend manga dîsa vegerîyan herêmê. PKK li vê yekîneya Pêşmerge rast hat û ew jî mîna her 6 hevalên wan yên berê bi komplogerî şehîd xistin. Li kêleka ava zê devera Berihê. Cenazeyên her 3 Pêşmergan radestî cehşên Saddam kirin. Navê wan her 3 pêşmerge yan wiha ne:

  • Ahmet Çelî

  • Husên Biyadîr (gundê Narli)

  • Samed Biyadir

Belgeyên peywendiyên PKK ê bi rejîma Seddam re mewcutin. Di berdêla dijminîya PDK ê, PKK ê di asta bilind de têkilî, xwerakî û çekan ji artêşa Seddam wergirt.

PKK gurka ya hemî kolonyalîstan ne

Di derbarê şerê Kuweytê di sala 1991 an de ku wê dema kurdan xaka xwe rizgar kirin, rêberê PKK ê Evdila Ocalan di sala 1993 an de wiha di got: “Dixwazin bi destê van her du partiyên kurdî (YNK û PDK) rejîma Seddam biçûk bixin” Ocalan têkoşîna azadiyê ya Kurdan weke nebaşî şîrove dikir.

Di şerê Iraqê yê sala 2003 an de PKK ê leyengir û girseya xwe ya Ewropayê bi dirûşma “Ji şer re na-em şer naxwazin” daxist kolanan. Seddam hêzeke ku piştgirî di da PKK ê, PKK ê nexwestin vê hêzê winda bikin, statukoya ku tê de cih girtibûn winda bike. Ji bo PKK ê ax,rizgarî û azadîya Kurdistanê tiştekî girînk nîne tişta girîng berjewendî yên partîyê ne.

Lê PKK li kêleka kolonyalîstan li dijî kurdan şer dike û yek ser weke bukalemun rengê diguhere. Seddam jinav çû, niha li Bexdayê rejîmeke şîe heye. Ev Rejîma Şîa herî kêm bi qasî Seddam dij-Kurd e. PKK niha jî heman xizmetê ji rejîma Îraqa ya Şîe re dike.  Ji bo PKK ê yê çûyî axa ye yê hatî jî paşa. Çawa ku di berdêla nehiştina pêşmergeyan li Behdînanê ji rejîma Saddam harîkarî distand , niha jî di berdêla nehiştina pêşmergeyan bo Şengalê dîsa alîkariyan ji Iraqê distîne.

Lê PKK di vê kuşerîya Kurdan de derketiye asta herî bilind. Niha rasterast arma heşdî-Şabî li ser milên çekdarên PKK ê ye.

PKK ya ku ji her kesê re di bêje xayin bila arma ya ser mile çekdarên xwe binêre.

PKK gurka ya hemî dewletên kolonyalîs e û bi dilsozî ji dijmunên Kurdan re kujerî dike.

Pustên heman beş