Îdîayên ku leşkerên Tirk û Gêrîla li Kanî Masê hevdîtin kirine û hin têbînîyên dîrokî

hevahengi-pkk-turkey-info

Gundên devera Berwarî Bala, Metîna, Amêdî û Gare bi rez, baxçe û daristanên xwe bûne qurbaniyên şerê PKKê û leşkerê Tirk. Em dikarin bibêjin ku Berwarî, Rêkanî, Nêrweyî û Nihêlî Enfaleke nû dijîn. Hin gundên deverê yên ku bûne qadên şer derdikevin, bîranîn û hemû debara xwe li pey xwe dihêlin. Çima û çawa Başûrê Kurdistanê ku yekane parçeyê rizgarkirî ye, rastî Enfaleke bi vî rengî hat. Divê plansaz û aliyên vê senaryoya Enfalê çêkirîn rast bên fêmkirin.

Bi lêkolîna îdiaya ku artêşa Tirk û Gêrîlayên PKKê di demên dawî de li gundên derdora Kanî Masiyê hevdîtin pêk anîne, mirov dikare di vê mijarê de bigihîje hin rastiyan.

Li derdora Kanî Masê çi diqewime?

Gelê Başûrê Kurdistanê bi zindî şahidiya pevçûnan dike. Di van demên dawîn de agahî hatin girtin ku bi taybetî li hin gundên navçeya Kanî Masê li derdora gund yekîneyên PKKê û Tirkan li kêleka hev digerin û pevçûn naqewimin. Di raya giştî de di wê baweriyê de ye ku di navbera PKKê û hêzên çekdar ên Tirkiyê de hevdîtinek heye, yan jî lihevhatineke zimnî heye.

Di rastiyê de ev jî ne nû ye Di sala 2021 an de nûçegihanê Televizyona El Hades a Ereb, ku tam li derdora Kanî Masê weşan dikir, wê salê gotibû ku kampên PKKê û Tirkan li kêleka hev bûn û destwerdana hev nekiribûn.

Di bûyera li Kanî Masê de ji ber ku nemimkûn bû Gerîla û leşker hevdu nebînin, di navbera wan de yan lihevkirinek çêbûye yan jî li gorî talîmatên ku ji wan re hatiye dayîn tevdigerin.

Raste, di şeran de, yîkêneyên piçûk carinan dikarin bêdengiya herêmî biparêzin û êrişî hev nakin da ku jiyana xwe biparêzin. Lê li dora Kanî Masê tiştê diqewime ne wisa ye. Li Başûrê Kurdistanê rojeveke tarî tê meşandin. Û heya em kûrahîya binyatê vê kêşeyê nezanîn ev rewşa felaket û ev projê Enfalê nayê fêmkirin.

Plana operasyona dagirkirina Başûr, Ocalan çêkirî ye

Vîdyoyên lêpirsîna Ocalan ên li Îmraliyê, ku rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd piştguh dikin, mijarên pir girin di naveroka xwe de digire. Di van lêpirsînan de Ocalan ji bo ku canê xwe rizgar bike, rêxistina xwe, Gerîla, rêveber û heta tevahiya Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk kir. Dewleta Tirk ji salên 1960 î ve dixwaze Kurdan ji tevgera Barzanî dûr bixe û ev rewş ji bo wan girîngtir bû, bi taybetî dema ku li Başûr destkeftiyek rewa derket holê. Ji ber ku Ocalan ev rewş dizanibû, pêşniyarek pir zelal kir û ji Tirkan xwest ku Hewlêrê dagirbikin. Îro ger gelê Guherzê di bin dengê topan de nikaribe razê yan jî wesayîtên zirxî di nava Kêste re derbas bibe, pêwîst e li plana Hewlêrê ya Apo binêrin.

Ocalan 25 sal in weke şêwirmendekî dewleta Tirk li Îmraliyê şîretan li dewleta Tirk dike ku Kurdan ji fikr û hestên netewî dûrbixe. Ocalan planan çêdike dike û pêşniyaran pêşdixe. Dema ku hûn vê rastiyê qebûl bikin, hûnê bibînin ku hemû parçe tên berhev. Ji ber ku wê demê em ê bibînin ku ev şer çawa derbasî Başûr bû.

Bahoz Erdal ragihand ku peymana Başûr a 22 salan di navbera PKKê û Çekdarên Tirkiyê de hatiye şikandin.

Di salên 1992 – 1999 an de dewleta Tirk bi destûra NATO yê hin baregehên xwe li Herêma Kurdistanê çêkiri bûn. Armanc ne tenê PKKe bû, heman dem NATO jî bû. Dema ku Ocalan çû Tirkîyê, di navbera van hêzan û PKKê de agirbest dest pê kir. Ji sala 1999 an heta 2021 ê 22 salan navendên PKKê li derdora van baregehan bi cih bibûn, lê destwerdana hevdu nekirine. Lê piştî ku li gorî plana Ocalan a Hewlêrê dema derbaskirina şer bo Başûr destpê kir, rewş guherî.

Bahoz Erdal di Çileya 2019 an de daxuyanî dabû û gotibû: “şolê van (bingehên leşkerî) çi ye? Ew hêzên dagirker in. Li ser Başûrê Kurdistanê barek e. Hêzeke biyanî ye. “Ya ku rê li ber aramî û aştiya Başûrê Kurdistanê digire ev dagirkerî ye.” Lê belê Navenda Giştî ya HPGê ya Bahoz Erdal bi salan ev binkeyên leşkere Tirk ditînin lê teqe li hev nedikirin. Her wiha, weke ku PKKê Bakur rizgar kiriye diaxive û behsa dagirkeriya li Başûr dike. Piştre pevçûnan dest pê kir. Her tişt li gorî plana Ocalan meşîya.

Zirarmendî ya her du alîyan, nayê wê wateyê ku hevdîtin tune ne

Gelek kesan ev plana Ocalan ya Erbîlê baş fam nekirî ye. Hin derdor ji ber berjewendiyên xwe vê pêvajoyê bi temamî paşguh dikin. Her wiha hin kes bi hestîyarî vîdyoyên Ocalan destdigirn û dibêjin dibe ku montaj be. Hin kes dipirsin, ger ev projeyek e, çima ji herdu aliyan mirov dimirin? Helbet dê mirov bimirin. Ji ber ku mirin motora vî şerî ye. Dewlet û PKKe cenazeyên ciwanan davêjin ber hev û şerî 80 km dikêşin nava xaka Başûrê Kurdistanê de. Ger cenazeyên her du alîyan nebûya dê çawa şer bihata ber derîyê Amedîyê?

Dîmenên çalakiya di 2023 an de li sora Sigêrê û Gire Cûdî di vê wateyê de balkêş bûn. Ji ber ku dewleta Tirk leşkerên xwe avêtin ber devê çekên PKKê ku wan bikuje. Leşkerên bê cerdevan û bê zêrevan, hatin kuştin. Tenê li girekî 9 leşker mirin. Binêrin, bi merasîmên cenazeyên wan leşkeran dewleta Tirk bingehê van operasyonan bi dest xist. 10 leşkeran dide kuştin û 10 km dikeve nava axa başûr.

Ji bo PKKê jî heman tişt derbas dibe. Ji ber ku heke cenazeyên Gerîla nebe, nikare piştgiriyê ji gel bibîne. Bi Cenazeyan her du alî jî sûd werdigire.

Leşker û Gerîllayên ku di vî şerî de tên kuştin, tene di bin leyîstikvanekî  projeya Ocalan a Hewlêrê. Tevgerên Gerîlla bi tunekirina çekdaran ve na qedinyê van tevgeran di qedîne tasfîyekirina fermandarîya wê ye. PKKê li 50 zarokên gel li dora Amêdîyê cih kirine û wan dide kuştin. Rêveberî jî li Rojava, Silêmanî û Ewropayê jîyana xwe bi aramî didomînin. Weke paymanekî veşartî şervan tên kuştin fermandar tên jîyandin.

Her wiha divê di cih de were gotin ku ji salên 1970 yî û vir ve têkiliya PKKê bi dewleta Tirk re, bi taybetî bi Evdila Ocalan re qet qut nebûye. Têkiliya Ocalan ji salên zanîngehê dest pê kirî di her pêngava jiyana wî de bi kesên biguman ên dewleta Tirk re tê dîtin. Mînak hevjîna wî Kesîre keça (Alî Yildirim) rêveberekî MÎTê bû û hevalê wî yê herî baş Pîlot (Necatî Kaya) jî  bi MÎTê re dixebitî. Ocalan sala 1979 dîsa ji aliyê dewleta Tirk ve li Sûriyê hate bi cih kirin. Ocalan li îmareya li Sûriyeyê di qata 10 an de li gel şêwirmendê leşkerî yê dewleta Tirk dijiya û her roj bi heman asansorê dihatin diçûn. Piştre jî van têkiliyan di salên 1990 î de berdewam kir û fermandarên Gerîla û fermandarên qereqolan ên li qada herêmî jî ji hev re name di şandin. Dema ev hemû diqewimin li qadê pevçûnên çekdarî rû didin û her roj çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber vê sedemê ji nakokiyên eşkere yên di navbera PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirk de zêdetir danûstandin, lihevkirin û bi hevre paralel hereket dikirin.

Dema hûn van hemû parçeyan bînin gel hev hûnê bibînin kul i Kanî Masê leşkere Tirk û çekdarên PKKê bi aramî li kêleka hev dikarin bijîn. Lê ev qet ne girîng e, rêvebirên pile bilind yên PKKê û Tirkan li kêleka hev rûdinin, Ocalan şanazîyê bi ala Tirka dike û weke şêwirmendê dewletê tevdiger. Ma Ji vê pêve tiştekî din heye?

Pustên heman beş