Paradîgmaya bêdewletbûnê ya Ocalan parçeyek ji peymana Lozanê ye

Paradîgmaya bêdewletbûnê ya Ocalan parçeyek ji peymana Lozanê ye

Peymana Lozanê ku di 23 Tîrmeha 1923an de hatibû îmze kirin perçekirina axa Kurdistanê û desthilatdarî û dagirkeriya Fars, Tirk û Ereban li ser Kurda meşrû kir, di nava van 101 salan de kurd bi qetlîam, bernameya asîmîlasyonê û têkdana demografî re rû bi rû man. Ev bi giştî jî ji boy pêşîgirtina li netewebûna Kurdan bû, bi hezaran însan mirin, cîlê kurdan di nava didanên dagirkeriyê de hat perçiqandin, bîrdankekî pirr ji êşê ji kurdan re hişt, lê belê dîsa jî daxwaziya azadiya kurdan û xwe birêvebirinê nekarîbûn xelas bikin, hinek kes hatin teslîmgirtin yan jî teslîm bûn, lê belê daxwaza qedera Lozanê perçekirin her zindî ma.

Dewletên dagirker ev sekna kurdan ya li dijî Lozanê dîtin û xwestin ku şûra xwe birêvebirinê tune bikin, ji ber vê yekê jî projeyên siyasî û civakî pêşxistin, yek ji van projeyan jî ev bû ku Kurdan di nava îdeolojiya çepgir û ummet de teslîm bigirin, ev her du fikir jî ji nasnameya Kurdînî nasnameyên din didan pêş û heman demê têkoşîneke netewî ya kurdan ji xwe re wek dijmin dît, heger hûn berê xwe bidin çar perçên Kurdistanê jî hûnê vî cûreyê siyaseta cûrbecûr li ser Elewiyan û Yarsanan û hwd wê bibînin. Armanc jî ev bû ku Kurd nasnameyekî hevgirtî yê netewî çênekin, heger em bi vî awa berê xwe bidin dîroka Kurdan emê bibînin ku rola PKK’ê di nava vê siyasetê de gelekî giringe.

Evdila Ocalan û PKK’ê ku bi şîara Kurdistana serbixwe û hevgirtî derketibûn ser dîka siyasetê, piştî çûyîna Evdila Ocalan ya ji boy Tirkiyê di 15 Şibata 1999an de zivrandineke utern ji xwe re çêkirin, Ocalan hêjan di balafirê de bû dema got, dayika min Tirk e û dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim, ev gotin bû bingehek ji boy parêznameya wî ku ji 5 beşan pêk tê, gotina Ocalan ku digo ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim bû mebdeke esasî ji hemû parêznameya wî re, yanî dewleteke dagirker miqedes dît û li hember wê xwe tewand.

Parêznameya Ocalan ya ku li Îmraliyê nivîsandî bi têgehên Anarşîst, Ekolojîk, Postmodern û Apolîtîk hatiye xemilandin. Ji ber wê yekê jî ew rewşenbîr, nivîskar û xwendekarên Kurd ku aliyê intelektuel de zêde jêhatî nînin ji boy wan gelekî balkêş hat. Lê belê, ew kesên ku wateyên rast yên têgehan dizanin û di xwendina dîrokê de gelekî zîrekin baş dizanin ku parêznameyên Ocalan nîzama Lozanê ku hatî mehkûmkirin dixemilîne û bi sozekî nû careke din pêşkêşî Kurda dike.

Ne tenê parêznameya wî, helwesta wî ya di mehkemê de werçerxaneke nû di PKK’ê de çêkir, emê bikaribin bibînin ku PKK’e çawa bûye amûrê meşrûkirina Lozanê, ji ber ku Ocalan di tevahî parêznameya xwe de anîye ziman ew li dijî guherîna sînorên Rojhilata Navîn û dewletên dagirkere, û dibêje ku dewlet xirabiya herî mezine û sûnd dixwe emê daxwaza dewletekî nekin, Ocalan di têgeha Modernîteya Demokratîk û Netewa Demokratîk de xwest Kurdan bitewizîne. Ocalan ew Kurdên ku hêşta hebûna wan li gelek cihan nehatibû qebûlkirin û dagirker dixwazin her roj di bin postala xwe de biperçiqînin û her roj dengê Tank û top û fîşekan dibihîsn, erka Modernîteya Demokratîk weke ceneta li ser rûyê erdê bi wan da nîşandan.

Sala derbasbûyî li Amedê, hinek kesan xwest tecrûbeyekî civakî çêbikin, wêneyê Qazî Mihemed nîşanî xelkê dan, kesê ew nas nekir, ev girseya PKK’ê ku nikare bi zimanê xwe biaxive, dîroka xwe ya berê nizane helbet Qazî Mihemed nas nake, wisa difikire ku berxwedan paradîgmayekî wisaye ku dikare paradîgmaya dunyayê xelas bike û wiha difikire her kes bi paradîgmaya wan hesûde, heman girse dema ala Kurdistanê dibînin dibêje ev sembolekî paşverû ye, û dema tu jê re dibêjî dewleta Kurdî, dibêjin neteweperistî nexweşîye, ku nikare miletê xwe rizgar bike û pergalekî azad ji Kurdan re ava bike, wisa difikire ku paradîgmaya wan wê dunyayê xelas bike.

Yekem care Kurd di dîroka xwe de bi bêşiûrîyeke bi vî awa re rû bi rû dimînin. Xelkê Bakurê Kurdistanê piştî bi dehan qetlîaman jî derdiket ser dîkî û digo, Bijî Kurdistan Bimre Koledar. Û ev şîar şîareke rasteqîne bû, yê ku pergala Lozanê perçe bike jî ev şîar bû, lê belê niha Kurdên Bakur ji derveyî şîara “Bijî Serok Apo, Bijî Biratiya Gelan” ti şîareke din nizanin. Ev bêşiûrî dewleta Tirk ava nekir, ev bêşiûrî berhemê PKK’ê ye û Kurd bi vê îdeolojiya PKK’ê ve ji azadiya heqîqî, ji azadiya axê dûr dikevin.

Ji ber vê yekê jî ev gotinên ku PKK’e li dijî Lozanê dibêje rast nîne, PKK’e li dijî Lozanê nerawestiyaye, PKK’e di nava pergala Lozanê hîmayeya pergala Lozanê dike, ew kesên ku 101emîn salvegera Lozanê de dixwazin pergala Lozanê hilweşe, divê bibînin ku paradîgmaya Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsî bûye çavkaniyek ji boy xortkirina pergala Lozanê, ji ber vê yekê pêwîstî heye ku ev paradîgmaya parastina Lozanê bê teşhîrkirin.

Pustên heman beş