Berpirsiyarê her dilopa xwîna Kurdan a ku li Behdînanê tê rijandin PKK’eye

Berpirsiyarê her dilopa xwîna Kurdan a ku li Behdînanê tê rijandin PKK’eye

Operasyona ku dewleta Tirk li ser esasê qanûn û peymanên navneteweyî li dijî PKK’ê li xaka Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, didome. Bi van operasyonan seranserî sînorê Bakur û Başûr bû qada şer. Gelê Behdînan-Bradost, Berwarî, Nêrweyî, Nihêlî, Rêkanî, Mizûrî, Herkî, û mesihîyên deverê gav bi gav mehkûmî vî şerî hate kirin. Lê tiştekî ji van hemûyan xetertir heye: Ji bo şerê di bin navê PKK û leşkerê Tirk de tê meşandin bibe şerekî navxweyî û nefreta Kurdan a navxweyî, bi projeya leşkerî û civakî ketiye rojevê. Yanî dixwazin pêvajoya bi navê Birakujî di dîroka kurdan de dubare bikin, ku kurdan bikin nava zivirokekê de û bixeniqînin. Êş û birînîn di nava civaka Kurd de ji nû ve ektîf bikin.

Yên ku dibêjin “Min şerê Kurd û Kurdan heram kir” bi kesên ku dibêjin “şerê li gel Pêşmerge ne Birakujî ye” re rû bi rû ne.

PKK ev 3 sal in ku bi gotina “Şerê bi PDK’ê re ne şer ê birakujî ye” di şexsê PDK’ê de li Behdînan-Bradost û tevahiya Başûrê Kurdistanê dikêşe nava alozîyekî bêmifa û zarermend. Li aliyê din PDK ku hêza motora Têkoşîna Azadiyê ya Başûrê Kurdistanê ye û hemû saziyên girêdayî wê li pişt gotina Serok Barzanî ya “Min şerê Kurd û Kurdan heram kir” radiwestin. Yanî PKK birakujiyê normal dike, PDK’e jî bi salane ku ji bo pêşîgirtina li şerê kurdan, hewl dide xwe ji provokasyonên vê siyaseta qeleş a PKK dûr bixe.

Helwesta Tevgera Barzanî ya li hember PKK’ê

PDK’ê heta niha ne helwesteke şer li dijî PKK’ê nîşan daye û ne jî siyaseteke din a astengkirin û rêgirî li PKK’ê pêk aniye. Her wiha mafê hikûmeta Herêmê heye van tiştan bike. Heger Tevgera Barzanî bixwaze dikare li Duhok û Hewlerê buroyên PKK’ê yên vekirî, zilam û hwd.. di nav çend rojan de desteser bike. Dikaribû li herêmên nakok binkeyên pişkînîna deyne ku PKK nikaribin gavan biavêjin. Lê we nekir, ti êrîşeke leşkerî û siyasî li dijî PKK’ê ji tevgera Barzanî, PDK û Pêşmerge çêne bû ye.

Dev ji şerê çekdarî berdin, PDK di medyayê de jî bersivê nade şer, çavkanî eşkere dikin ku tenê di sala derbasbûyî de nêzî 60 ciwanên ku ji PKK’ê derketine û tevlî hêzên Pêşmerge bûne hene. Di nav wan de bi dehan çîrok hene, ji jinên ducanî heta yên ku nehatine dermankirin, ji ber ku KDP’ê nexwestîye rojekê jî behsa wan bike. Gelek derfetên PDK’ê hebûn ku li dijî nûçeyên sexte yên PKK’ê derkeve û derfeta axiftinê bide van veqetîyan, dikare dîroka PKK’ê ya reş bike mijara hevpeyvînên tv ya. lê PDK’ê jî ev yek jî nekir. Yanî ji aliyê PDK’ê ve tu êrîş li ser PKK’ê nîne.

Berpirsiyarê her dilopa xwîna ku li Başûr tê rijandin PKK’e

Helwesta PDK’ê ya li hemberî PKK’ê li gorî prensîba redkirina şerê birakujî a Serok Barzanî ye. PKK bi erkê destpêkirina şerê navxweyî ve dilsoz e. Ev tê wê wateyê ku PDK êrîşî PKK’ê nake û berpirsyarê her dilopa xwîna ku tê rijandin PKK ye. Em vê pêvajoyê bi kurtasî bîrbinin:

  • Berpirsiyarê her dilop xwîna pêşmergeyan PKK ye: Hêzên Pêşmerge hêza rewa ya hemû Başûrê Kurdistanê ne. Yekane hêza rewa ya dîrokî, yasayî ye ku ji Heftanînê dest pê dike li tevahiya xeta Berwarî Jorî, Barzan, Bradost, Xaxurkê û Xinêre xwedî maf e. Ev mafê Pêşmerge ji aliyê PKK’ê ve hatiye desteserkirin. PKK’ê herêmên ku desteser kiribû ji Hêzên Çekdar ên Tirk re hişt. Niha jî PKK’e dixwaze bergirîya Pêşmerge ji bo parastina xelkê sivîl yê herêmê bi nûçeyên derew maniple bike û PDK’ê weke sebebê binketina xwe destnîşan bike. Eger Pêşmerge bixwesta, dikarîbû motorsîkletên gerîlla û kincên nîv-sivîl ên ku her roj li ser rêyan pê digerin bigirin, lê nekirin.

Û Hêzên Pêşmerge jî dibêjin: “Tişta ku Serok Barzanî dibêje heram e, heram e, em ti carî nebin êrişkarên yekem, helwesta me cihê xweparastinê ye, lê kî êrişî me bike, dê bersiva me jî hebe” Wê demê ev rastî derdikeve holê ku rêveberên PKK’ê Besê Hozat, Qarasû, Kalkan, Bayik û Murad Qarayilan ku dibêjin “şerê li dijî PDK’ê ne birakujîye” ji her dilopa xwîna ku tê rijandin berpirsyar in. bila xelkê Kurd vê rastîyê baş bibîne û bizane.

  • Berpirsiyarê her dilopek xwîna ku li bajaran bê rijandin PKK’eye: ev ne cara yekê ye ku PKK li ser wesayîtên berpirsên Pêşmerge bomba datîne. Herî dawî li Germiyan PKK’ê bombeyek danîbû nava wesayîta berpirsê Pêşmerge. Kuştina Xazî Salih Alîxan ji aliyê PKK’ê ve ji bo mezinên devera Berwarî gef bû. Her wiha kuştina Mihemed Mirza jî ji bo Sindî û xelkê Zaxoyê gef bû.

Li gorî agahiyên ku niha hatine bidestxistin, PKK’ê planên sûîqest, bombekirin, sabotaj û êrîşa bi balafirên bêmirov ên li bajaran çêkirine. Ji bo vê çendê ciwanên Başûr perwerde kirine, hin veqetîyayên ji PKK’ê re dixebitin û ji Bakurê Kurdistanê, Rojava û Êzidîyan pêk tên jî ku kesên nêzî PKK’êne hatine perwerde kirin. Ev kesene erkdarkirine ku santralên elektrîkê, borîyên avê, xwaringeh û hwd li hin cihan sabotajê bikin.

  • PKK berpirsê rijandina xwîna gerîllayan ne: PKK ji meha Gulanê û vir ve her roj di operasyona ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin de windahîyan dide. Her çiqasî eşkere neke jî li Gare, Zap, Metîna û Xaxûrkê herî kêm rojê gerîlayek jiyana xwe ji dest dide. Çima? Ji ber ku armanca PKK’ê ya siyasî parastina sînorên Lozanê yê Rojhilata Navîn û demokratîkkirina dewleta kolonyalîste. Ev 100 sal in ku kolonyalîst hewl didin kurdan bînin ser wê xetê. Ji ber vê yekê ciwan dimirin?

Tiştê xelet ne tenê armanca PKK’êye, stratejiya wê ya şer jî xelete. Jiyana gerîlayan tenê ji bo kişandina vîdeoyan ji bo televîzyonên propaganda-navenda weke amûreke reklamê tê bikaranîn. PKK dizane ku ew gerîlayên tunela de dê werin kuştin lê bi israr vê yekê dike. Her wiha gerîlayên ku hewl didin ji rêxistinê derbikevin jî dema tên ferqkirin tên înfazkirin. Berpirsiyarê dilopa xwîna her gerîllayekî ku ji bo vê armanca qirêj û stratejiya leşkerî ya şaş mehkûmî mirinê têkirin dîsa PKK’eye.

  • PKK ji mirina her sivîlekê li qada şer berpirsiyar e: Dema ku PKK di şer de derbeyek digre, gav bi gav dikeve nava sivîlande. Ji ber van pevçûnan heta niha bi dehan gund hatine valakirin. Travmaya şer di zarok û jinan de peyda dibe. PKK li derdora gundan sengeran dikole, cil û bergên sivîl li xwe dike û di hundirê gundan de telefon û cîhazan bi kar tîne û dibe sedem ku gund werin bordoman kirin.

Her wiha li herêmê kesên ku bi PKK’ê re têkiliyên bazirganiyê çêdikin, bi wesayîtên PKK’ê jêre kirî  xizmeta wan dikin, di nava gund de kesên malên xwe bi bihayekî bilind didin PKK’ê jî hene. Ev kes ne sempatîzanên PKK’ê ne, tenê bazirganiyê dikin. Rast e, ji sedî 90 ê kesên di êrîşên Hêzên Tirk de jiyana xwe ji dest dane ev kes in. yan PKK di nava sivîlanda bûye yan jî sivîl çûne binkeyên PKK. PKK ji rijandina xwîna van berpirsiyar e. PKK ji kuştina hemû sivîlên deverên şer berpisyar e.

  • Berpirsiyarê jîngeh û ekolojîya wêrankirî jî PKK’e ye: Di şerê Behdînan yê navbera PKK û çekdarên Tirk de ne tenê mirov dimirin, dar, giya, çûk, heywanên kovî û yên kedî jî dimirin, ku ji bo pergala ekolojîk pêwîst in. Bi hezaran dar bûn xwelî, bi hezaran donûm giya hatin şewitandin, bax û baxçe wêran bûn. Ev ne tenê zerara aborî dide gundiyên li wir dijîn belku bi giştî zerarê dide pergala ekolojîk a di nava xwezayê de jî Berpirsiyar PKK ye. Hemû zindiyên Kurdistanê û ekosîstema Kurdistanê bûye qurbanê vî şerê qirêj yê PKK’ê.

Mîsyona PKK’ê ewe ku Başûr li hember kolonyalîstan bixe tengasiyê

Divê raya giştî ya Kurd bizane ku israra PKK’ê ya di şer û rijandina xwîna Kurdan de bi karakterê dîrokî yê PKK’ê û rola wê ya di lîstika herêmî ya deh salên dawî de girêdayî ye. Hemû hewldanên PDK’ê ji bo nehiştina şer li herêmê ji aliyê PKK’ê ve paşde tê vegerandin.

Mîsyona dawî ya PKK’ê ewe Başûrê Kurdistanê ku, yekane axa fermî ya li ser rûyê erdê ye ku Kurd tê de xwedî statûya fermî ne, bi zimanê xwe dixwînin û sirûda xwe diqîrin û bin ala xwe dijîn, bikşîne nava şerê navxweyî de û vê herêma azad bike cihê pêşbirka Tirkîyê, Iraqê û hêzên din ên herêmî. Ev destkefta pîroz a li Başûr heyî bidawî bike. Ji ber vê rola nebaş a ku PKK’ê leyîstiye, di çaryeka yekem a sedsala 21. de Kurd li hemberî kolonyalîstan di dezavantajê de ne. Berpirsiyarê vê siyaseta ku zirarê dide kurdan PKK’eye. PKK bûye kûnd û armanç dike ku pepûk li Kurdistanê bixwîne. Kurdistana azad kavil bike. Loma jî PKK berpirsê her dilope xwîna ku li Başûr tê rijandinê ye.

Pustên heman beş