Civîna Artêşa Tirk-Pasawanên Sînor-Pêşmergeyan ji aliyê medyaya PKKê hat manîpulekirin û planên li ser Garê

Di 10 ê Adarê de di nav sînorên Herêma Kurdistanê de civînek hat lidarxistin û di wê civînê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, pasewanên sînor ên Iraqî û Hêzên Pêşmerge hatin gel hev. Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku civîn li ser daxwaza hêzên Pêşmerge bûye û hêzên Pêşmerge daxwaz ji Çekdarên Tirkiyê kirine ku ji xeta rê û cihên sivîlan vekişin.

Yanî, hêzên leşkerî yên Herêma Kurdistanê ji bo pêşîgirtina dagîrkirkerî ya Hêzên Tirkiyê û PKKê (ji her du aliyan) li ser Herêma Kurdistanê, ji bo ku xelkê Herêma Kurdistanê bi aramî biçin ser gund û warên xwe û mafê wan yê jiyanê biparêzin beşdarî vê kombûnê bû. Civîn, civîneke fermî ye û di çarçoveya gumrik û yasayî ya navdewletî de hatiye lidarxistin û li gor yasayên Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Ew civîn li ser esasê wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge mafên xwe yên rewa û serweriya xwe li ser axa xwe bi kar tînin.

Lê ev hevdîtin bi awayekî piralî hat manîpulekirin. Bi taybetî jî çapemeniya PKKê bi hemû hêza xwe hewl da ku hevdîtinê berevajî bike. Pêşmerge hêzên rewa yên Kurdistanê ne, bi rewabûna xwe ya yasayî berevaniyê ji axa niştîman dike. Lê hêzekî weke PKKê ne rewa ji bo pêwendîyên xwe yên qirêj û tarî veşêre bi hemû şêwazên bêexlaqî êrişî Hêzên Pêşmergê Kurdistanê dike. Ji ber ku hebûna PKKê ya 42 salan li Başûrê Kurdistanê ji bilî; têkbirina şoreşa Başûrê Kurdistanê, xerabkirina destkeftiyên xelkê herêmê, û şirîkatî bi dijminên Başûrê Kurdistanê re kirin û axa rizgarkirî ya Başûrê Kurdistanê bike çihê şer û alozîyan… tiştekî din nîne.

Herwiha yekane sedema hebûna hêzên çekdar ên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê PKKe ye. PKKê ew herêmên ku di got “vir cihê min e ti hêz nikarin bikevi nê” hemû cihên stratejîk ên xaka Başûr, bi kûrahiya 45 km, radestî artêşa Tirk kirin. PKKê şerê ku divîya li bakur ba kêşaye pişta Şêladizê û Amêdî yê.

PKKe dixwaze şer veguhezîne Garê

PKKe li Kurdistanê çiyayekî ku radestî artêşa dewleta Tirk nekirî nehiştî ye. Hemû çiyayên Bakurê Kurdistanê radestî Tirkiyê kir. Parêzgarê Dêrsimê çend roj berê daxuyanî da û got: Niha li çiyayên Dêrsimê yek gerîla jî nemaye. Waliyê Dêrsimê rast dibêje, 5 sal in Gerîlayê PKKê li çiyayên Dêrsimê guleyek jî neavêtiye. Şerê ku li Dêrsimê ba anîye devera Nihêlîyan. PKKê artêşa Tirk pêngav bi pênga kêşa nava xaka başûr. Niha jî li cihê ku beriya 5 salan li Amêdiyê gel ji bo berhevkirina giya yê biharê û kişana wêne yên selfî di çûyê, hêzên çekdar ên Tirk hene. PKKe her sal herêmekî çîyayî  radestî dewleta Tirk dike. divê ev helwesta PKKê ya dijminkar bê rawestandin. Ger neyê rawestandin, dê havîna îsal şer li lûtke û qontarên Çiyayê Garê rû bide.

Gare tê wateya tevahiya Başûrê Kurdistanê. Gare tê wateya çiyayê herî stratejîk ê Herêma Kurdistanê ku ji parêzgeha Duhokê dest pê dike û heta Akrê, Herîr,Xelîfan û Rewandizê dirêj dibe. veguhasitina şer a Gare tê wê wateyê ku bajarok û gundên ji Şeladizê heta Akrê, Dînarte û gelek gund wê bibin qadên şer.

PKKe vê yekê dixwaze. PKKe dixwaze balafirên dagirkerên Tirk li taxên Şêladizeyê bixin, rêya Barzan-Amediyê ji aliyê sivîlan ve nehê bikaranîn û ew jî di tunelên ku li quntarên Gare vekirî de, leyîzkên qehremanî-şoreşgerî û gerîlatî bilîze. Di dawiyê de jî wê bêje “em başûr diparêzin”. Wê aqûbeta anî sere gele bakûr bîne sere gele Başur jî. Erk û mebesta PKKê ev e.

Ev plana PKKê ye. Ji ber vê sedemê li pişt gundê Guherzê-Balva û Sergelê lîtikan di avêjin. Çalakîya li ser sora Sigêrî jî bo kilîlka derîyê Gare bidin artêşa Tirk, kirin. bi van çalakîyan ji artêşa Tirk re dibêjin “me li we xist û em derbasî Gare dibin keremkin werin wir jî”.

Hêzên artêşa Tirk dixwaze şer bikêşe Gare

Ne tenê PKKe dixwaze şer bikşîne qûntarên çîyayê Gare. Hêzên artêşa Tirk jî bi heman rengî û hîn bêhtir dixwaze şer derbasî gare bike. ev herdû hêz weke cêwîkên Sîyam in bê hebûna hevdu nikarin bijîn. Dewleta Tirk girîngiya Garê ji bo Kurdistanê dizanin. Ew dizane ku şerê Garê tê wateya nekaranîna rêya Duhok-Barzan û Akrê-Hewlerê û serwerî li ser hemû Başûrê Kurdistanê kirin ê. Stratejiya sereke ya Tirkiyeyê li ser wê yekê ye ku Kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî serwerîyekî mayînde. Bi operasyonên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê dixwaze bandora xwe li ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn çêbike. Loma jî şer kişana Gare ji bo Tirkiyê xaleke girîng e.

Ji ber vê yekê bi rastî planek bi navê plana Garê heye.

Bi rastî ev Plana Garê jî beşeke ji Plana Hewlêrê ku me berê jî gelek caran behsa wê kiriye. 

Gelo “Plana Hewlêrê” çi ye?

Beşa duyem: versiyona duyem ya Plana Erbîl ê û pêşxistina xeta Îranê

Bi kurtasî, her du alî jî PKKe-Tirk bêdudilî dixwazin şer belav bibe û li deverên sivîl bê meşandin. Her du alî jî dixwazin şer li hundirê Herêma Kurdistanê belav bikin û bi vî awayî kirîza heyî kûrtir bikin. Bi vî awayî Tirkiye digihêje armancên xwe û PKKe jî rola xwe a kirêgirtî, pêk tîne.

hêzên Pêşmerge hewl didin rê li ber vê plana dagirkirina Gare bigirin. Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên wê hewl didin Herêma Kurdistanê ji şer dûr bigirin.

Çapemeniya PKKê bi manîpulasyonê hewl dide têgehekî mîna Pêşmerge û Artêşa Tirk bi hev re ne, biafirîne. Rewşeke wiha bi misogerî nîne. Bi vê têgihiştinê PKKe bi rastî jî dixwaze peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de aloz bike û li Iraqê cihekî ji xwe re çêbike. Li aliyê din jî hewl dide xwe veşêre ku li gorî ajandeya Îranê tevdigere. Herwiha PKKe dixwaze kerbûkîna dijminên Kurdan bikêşe ser Hewlêrê,Pêşmergê Kurdistanê û rêbaza Barzanî. Ya herî girîng jî ev gotinên PKKê yên derew, meseleya ku dijminê kurdan yê rastî kî ye tevlihev dike û siyaseteke ku dagirkerîya Iraq û Tirkîyê pak dike û Kurdan weke dijminê hev destnîşan dike.  

Yanî nûçeyên PKKê ya ku dibêje “Li ser sînor li dijî me civîn li dar xistine” rast nîne. Ew civîn ji bo berhevkirina paşmayiyên ku ji aliyê PKKê ve hatine hiştin û pêşî lê girtina alozîyeke nû li ser deverê, hat lidarxistin.

Peyamnêrî ya qirêj û bêexlaq a Rojnewsê?

Dîmenên civîna hevpar a hêzên artêşa Tirk û pasawanên sînor ên Iraqê û Pêşmerge di çapemeniyê de hatin weşandin.

Rojnewsê ku ragihandina PKKê ye li Silêmaniyê weşanê dike, navên hemû hêzên Pêşmerge yên beşdarî civînê bûne weke nûçeyeke taybet pêşkêş kir.

Lêbelê, çawa ku wêne ne veşartî bû, navên bejdarvana jî ne veşartî bûn. Hêzên Pêşmerge bi hemû nav û rûyên eşkere beşdarî civînê bûn. Kesî hewce nedidît ku ne xwe û ne jî hevdîtinê veşêre.

PKKe bi xwe navên kod bi kar tîne, kes nizane kî ye ji ku ye, yek kesê deh nav hene, bi saziyên cuda, bi rêzên cuda derdikeve pêşberî çapemeniyê. PKKe we dizane ku Hêzên Pêşmerge jî weke wan rûveşartî û bi navên kod tevdigere lê hemû karê Pêşmerge vekirî û zelal e.  rêveberên PKKê wek Duran Kalkan û Mistafa Qarasu bi navên veşartî nivîsên çapemeniyê dinivîsin. Lê hêzên Pêşmerge ne bi vî rengî ne. Her kes her kesî nas dike, di meşrûiyetê de cihê her kesî dîyar e. Navê dayik û bab, dapîr û bapîr, esl û esalet û binemala her kesî tê zanîn û dîyar e. Pêşmergê Kurdistanê hemû kar û barê xwe li ser binemayên yasayî û li gorî berjewendîyê Kurd û Kurdistanê bi serbilindî dike.

Pustên heman beş