Rastiya li bin navê Ocalan ku bi xelata Nobelê re bê gotin: Kurdistan bû te, Nobelê bide min

Rastiya li bin navê Ocalan ku bi xelata Nobelê re bê gotin: Kurdistan bû te, Nobelê bide min

PKK û pêkhateyên wê li Ewropa û welatên din bi dizî ve pêvajoyek dane despêkirin ji bo Evdilla Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê were pêşniyarkirin. Ya balkêş ev e ku derdorên Partiya DEM ê diaxivin ku Ocalan dê ji bo Nobelê were pêşniyarkirin û dewleta Tirk dê li dijî vê pêşnîyarê dernekeve û li dijî vê yekê çi xebatên dîplomatîk nameşîne. Yanî Ocalan dê ji bo Nobelê were pêşniyarkirin û dewleta Tirk jî dê vê yekê asteng neke. Gelo Ocalan dê Nobelê bistîne yan na, mijarek cuda ye, lê tiştek serincrakêşe ku navê Ocalan bi Nobelê re tê gotin.

Sedema ku navê Ocalan bi Nobelê re tê gotin û ku dewleta Tirk bi awayekî veşartî piştgiriya vê yekê dike, bi hevdîtinên dawî û daxuyaniya Ocalan a 27 ê Sibatê ve nayê îzahkirin. Li vir projeyek stratejîk a dewleta kûr a Tirk heye ku di salên 1970 an de hatiye destpêkirin.

Piştî damezrandina Dewleta Tirk, ber bi dawiya salên 1960 an ve nû hat ser heşên xwe û kevirên di nava dewletê de nû cihê xwe rûniştin. Piştî wê dîrokê, dewleta Tirkiyê planên stratejîk çêkirin derbarê gavên ku hebûna xwe bidomînin. Yek ji van guherandina argumentên siyaseta xwe ya kolonyalîst û jenosîdî li Kurdistanê bû. Dewleta Tirk karê xwe yê rêxistinkirina xwe di nav Kurdan de bi saziyên wek axa û şêxan û hwd… modernîze kir. Û cara yekem xwest ku bi partî û rêberên modern, rêxistinek hevkar û xayîn li ser serê Kurdan deyne, û di vî warî de Evdila Ocalan wek navê herî serketî û bijare derket holê.

Ocalan aktorê sereke yê projeyekê ye ku bi navê “xefika APO” ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdan hatiye danîn. Piştî ku di pêvajoyeke 40 salî de Kurd li pey xwe kişandin, bi gotina “Ji bo Kurdan dewleta serbixwe, federalîzm û nêzîkatiyên çandî” ne pêwîst in, di rastiyê de parastina komara unîter a dewleta Tirk wek îdeolojiya Kurdê Azad dane qebûlkirin bi Kurdan. Ev rewş ji hêla dîroka Kurd, dîroka Tirk û heta ji bo hevsengiyên Rojhilata Navîn jî gavek gelek girîng e. Ocalan Kurdistana Bakur radestî Tirkiyê kiriye. Niha heman Ocalan wek “mîmarê aştiyê, pêşengê azadiyê” dê ji Kurdan û dinyayê re were pêşkêşkirin û xelatkirin. Yanî bi awayekî mesele ev e: Ha ji te re Kurdistan, Nobelê bide…

Gelo Evdila Ocalan, Diyap Axa ye yan jî dişibe Hesen Xeyrî?

Daxuyaniya Ocalan a 27 ê Sibatê ne “Manifestoya Serketinê” ye wek ku PKK dibêje. Ev manifesto ya “Kurd teslîmî dewleta Tirk kirine ye” ya Ocalan modêlê sedsala 21 an “gena xayîntî û xwefiroşî” ya di dîroka Kurdan de ye.

Di sedsala 20 ê de, di nav xayînên Kurd de ku derfeta azadiya Kurdan pêşkêşî Mistefa Kemal kirin, navên Hesen Xeyrî, Diyap Axa û Zîya Gokalp derdikevin pêş. Xayîntiya Ocalan ji xayîntiya van kesên ku di sedsala 20 an de Kurd li Lozanê bi Tirkiyê ve girêdan, mezintir û berfirehtir e.

Eger em biçûk berhevdanek bikin, Ocalan qet ne Xesen Heyrî ye. Ji ber ku Hesen Xeyrî bawer dikir ku Kurd dê bibin beşek esasî yê Tirkiyê û xwediyê welatê ku dê were avakirin be. Paşê wî şaşiya xwe dît û hewl da têkilî bi Şêx Seîd re jî çêbike. Diyap Axa jî mirovekî 83 salî bû ku xwendin û nivîsandina wî jî tunebû. Ew cahil bû û gotibû “Em Tirk in”. Eger em bifikirin ku Ocalan dema hat girtin got “Diya min Tirk e”, hingê di navbera Ocalan û Diyap Axa de wekhevbûnek heye. Dema em tên ser Ziya Gokalp, wî ji Tirkan re pirtûka Tirkîtiyê nivîsî. Ocalan jî ji Kurdan re pirtûka Tirkîtiyê nivîsî. Ocalan di bin navê paradigmaya nû de bi hezaran rûpel teorî berhem anî, têkoşîna neteweyî ya Kurdan bi gotinên îdeolojîk û post-modern ji nav bir.

Dewleta Tirk 50 sal e hewl dide ku serokatîya Ocalan di çar qonaxan de bi Kurdan bide qebûlkirin

Dewleta Tirk dizane ku tenê bi destê Kurdan dikare Kurdan têk bibe û ji bo vê yekê 50 sal in bi ser destê Ocalan vê stratejîyê meşîne. Ji ber vê yekê, qebûlkirina wî ji aliyê Kurdan ve ji bo dewleta Tirk girîngiyeke hayatî ye. Dewleta Tirk heya niha ji bo vê yekê polîtîkayek çar-qonaxî dimeşand.

1- Dewleta Tirk bû ku navê APO ciyan li koma PKK a yekem a li Enqereyê despêkirî li her derê navê APO bi kar anî. Ev yek li dijî damezrînerên PKK kir. Dewleta Tirk heya salên 1980 an hewl da Ocalan bike serokê Kurdan.

2- Di salên 1990 an de Kurd hîn jî Ocalan baş nas nedikirin, dewletê rojnamevan şandin cem Ocalan, hevpeyvînên Ocalan û wêneyên wî li TV’yên Tirkîyê belav kirin, dixwestin Kurd wî wek “Serok Apo” qebûl bikin.

3- Dema Ocalan di sala 1999 an de dema çû Tirkiyê, hê di balafirê de got “Diya min Tirk e, ez dixwazim xizmetê ji dewleta xwe re bikim”. Piştî wê jî di lêpirsîna xwe de navên bazirgan û hunermendên ku pere didin PKK got, der barê hemû rêxistin û rêveberîya pkk ê de agahî da dewletê. Medyaya Tirk van îtîrafên Ocalan di rojên pêşîn bi keyfxweşî belav dikir. Rojnameya Milliyetê sernavê “Her tiştî got” û Emîn Çolaşan sernavê “Wek bilbil di axive” danîbûn. Kurd ji Ocalan sar dibûn. Dewleta Tirk dît ku zimanê di medyaya wê de şaşiyek stratejîk heye û di cih de sernavên wek “Ocalan berxwe dide” hat ragendin. Û qedexe kir ku dîmenên ku Ocalan di balafirê de dibêje “Diya min Tirk e, ez dixwazim xizmetê ji dewleta xwe re bikim” li televîzyonan werin bikaranîn.

4-Dema Ocalan di sala 1999 an de çû Îmraliyê, ew Serok Apo bû. Piştî xayîntiya Îmraliyê, bi fermana xwe bû Rêber Apo. Yanî li pişt vê sifeta Rêber Apo de jî dewleta Tirk heye.

Ev meseleyê berendamtiya Ocalana ji bo Nobelê tam berdewamiya çîroka me ya li jor gotî ye. Niha qonaxa 5 an heye, eger Ocalan vê pêvajoyê jî li gorî berjewendiyên dewleta Tirk û parastina wê ya unîter birêve bibe, ew ê xelateke mezintir bistîne û weke berendamê Nobelê dê were pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê em dibêjin, navê Ocalan bi Nobelê re bê gotin ne ji ber xizmeta wî ya ji Kurdan re ye, lê li hemberî xizmeta wî ya ji dewleta Tirk re ye. Em dizanin ku Ocalan bi dengê xwe ji dewleta Tirk re gotiye: “Ez taşaronim, min ji bo xwe kar bînin”.  Ocalanê taşaron niha dixwaze bibe Ocalanê ku ji bo Nobelê tê pêşniyarkirin.

PKK qebûl nedikir ku tu Kurd tu xelata bistîne…

Di vê navberê de,  em vê notê jî binivîsin: Dema ku Leyla Zana xelata azadiya ramanê ya Sakharov stend, Ocalan bi gotina “di rastiyê de divê ew xelat bidine min” û bi kerbûkîn li dîjî Zana helwest nîşan da.

Yaşar Kemal, her çend bi Tirkî dinivîsand jî, ew Kurdek ji bo Nobelê hatibû pêşniyarkirin. Kesên nêzîkî PKK wek Mehmûd Baksî û hwd. lobi çêkirin bi îdiakirina ku Yaşar Kemal nûnertiya Kurdan nake û bi dewleta Tirk re têkildar e, pêşî li wergirtina xelata Nobelê ya Edebiyatê ji aliyê wî ve girtin. Ji ber vê yekê Yaşar Kemal li hember PKK bertekek mezin nîşan dabû.

Niha ji Ocalanê ku ji dewleta Tirk re gotibo “Werin em bi hev re Hewlêrê dagir bikin, bi dizî piştgiriya me bikin”, ji bo xelata Aştiyê ya Nobelê pêşniyar bikin. Wek ku me di destpêkê de got, Ocalan tenê dikare hêja yê xelateke xayîntiyê ye, xelata “Xayîntiyê herî berfireh, herî rêxistinkirî û herî girseyî ya dîroka Kurd.” Apo bilindkirî ye.

Ev gelek zelal e: “Bi van lîstikên girseyî tê xwestin ku 40 salên dîroka tarî ya Ocalan û PKK were paqijkirin. Bi kurtasî, paqijkirina Ocalan û nîşandana wî wek rûmetdar, polîtîkaya dewleta Tirk e.”

Pustên heman beş