Beşa duyem: versiyona duyem ya Plana Erbîl ê û pêşxistina xeta Îranê

Beşa duyem: versiyona duyem ya Plana Erbîl ê û pêşxistina xeta Îranê

Plana Evdila Ocelan a Erbîlê piştî sala 1999’an bû riha jiyana PKK ê. PKK ku di navbera salên 1999-2012 li gel Tirkiyê bi plana Erbîlê de weke hêzeke paramîlîter 13 salan bi vê planê hebûna xwe domand. Niha jî dît ku ev plan li Rojhilata Navîn sûdmend e û ji xwe re li kiryarên nû gerîya.  Li Îmraliyê bi vê planê Ocalan jiyana xwe tevgerkir. Endamên damezrîner ên PKK ê bi taybetî Cemîl Bayik vê carê ji bo parastina xwe “Plana Erbîlê” firot dewleta Îranê. Em dikarin ji vê re bibêjin versîyona duyemîn a plana Erbîlê ango beşdarbûna Îranê.

Li Rojhilata Navîn hevrikî ya Îran û Tirkîyê li ser Kurdan

Pirsgirêka Kurd yek ji wan pirsgirêkan e ku li Rojhilata Navîn bûye bingehê hemû pirsgirêkan. Ji ber vê karekterê pirsgirêka Kurd hem layena sûdmend dike hem jî xwisar dike.  Yanî pirsgirêka kurd wek şûrê dudevî ye. Ji aliyekî ve zerarê dide ji aliyê din ve jî sûdê. Ji ber vê taybetmendiyê pirsgirêka Kurd hemû dagirkerên Kurdistanê armanc dikin di şerê hegemonyaya herêmê de li dijî hev bikar bînin. Bê guman Îran û Tirkiye di vê mijarê de hevrikên hevdû ne. Di nav van her du hêzên ku dixwazin bi rêbazên curbecur hebûna xwe ya dagirkerî bidomînin de Îran biavantajtir e. sîstema Îranê ji ya Tirkan nermtir e loma jî xwedî avantaj e.

Di salên 1990 î de bi destpêkirina pêvajoya kaosê ya li Rojhilata Navîn û di sala 1991’an de Başûrê Kurdistanê statuyeke bi dest xist. Beramberî vê pêngavê hem Tirkiye û hem jî Îran di siyaseta xwe ya Kurd de hin stratejî bikar anîn. Bi taybetî, Îranê ji bo ku Hewlêrê di bin kontrola xwe de bihêle, ji aliyê leşkerî-siyasî û heta aborî ve YNK-PKK nêzîkî hev kirin. Ji bo vê armancê jî êrîşa hevpar a YNK û PKK ê di sala 1996 heta 1999 ê li ser PDK meşandin. Îranê ji PKK ê re herêmên sînorî yên Serhat-Agirî-Salmas-Kotol-Elbak-Kelareş-Şemzînan-Esendere-Şehîdan-Pîranşer-Xinêre-Dola Xirpapê, Dola Eyşê heyanî Qendîl vekir. Sînorê Tirkîyê û Îranê ji bo PKK ê weke rêka dûnê lêhatibû.

Lê bi girtina Ocalan re ev tişt hat guhertin. Helwesta Ocalan ya eşkere alîgirîya Tirkiyê, Îran bêzar kir. loma jî  Îran ket nava lêgerînên nû. Îranê di nava PKK ê de xwest baskê xwe bi hêz bike.

Afirînerê versiyona Îranî: Cemîl Bayik

Nakokîyên di navbera Cemîl Bayik û Ocalan û pêşxistina baskê Îranî yê PKK ê ji bo PKK ê pêvajoyeke girîng e û mijareke ku divê bê gotûbêj kirin. Ocalan di navbera salên 1978-2013 an de yekane serokê PKK ê bû û nehişt ji bilî wî ti kesek din pêş bikeve. Heta dema Apo pêwîst dîtiba rêhevalên xwe yên despêkê jî dikuştin. Lêbelê, piştî salên 2000’an, ev rewşa Ocalan hêdî hêdî dest bi guherînê  kir. Cemîl Bayik bi bêdengî dest bi damezrandina PKK ya xwe kir. Li gorî vê sîstem-sîyaset û îdareya rêxistinê de gurankarî kirin.

Ocalan li Îmraliyê ji Tirkan re wiha got; “Têkiliyên Cemîl bi Îranê re pirr baş in, divê hûn baldar bin, dibe xeterî çêbike” Têkiliyên Cemîl Bayik bi Îranê di sala 1984’an de dest pê kir û di salên 90 î de dewam kir. Taybet di salên 2000 î de gavekê pêş ve çû û bû rêveberê yekem ê PKK ê.

Bi taybetî piştî êrişa Îranê ya li ser girê Casusan yê Qendîlê di sala 2011’an de Cemîl Bayik berê geştîyê bi temamî ber bi Îranê ve zivirand. Cemîl Bayik di Tîrmeha 2013’an de bû Hevserokê KCK ê. payre qibleya PKK ê di warê siyasî û leşkerî de hate guhertin.  Heke em vê rewşê weke eksenek nû di nava PKK ê de bilêv bike dê cih da be. Şopa guhertina vê eksê em dikarîn di Şerên Xendekan ên li Bakurê Kurdistanê û dûrxistina Rojava ji xeta Kurdistanî de bibînin. Lê hewldanên herî girîng ew in yên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin. PKK di salên 1990 î de bi hevsengîya Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê dikir. Esas piştî sala 1990 î stratejiya xwe li ser dijminatiya Başûrê Kurdistanê, dijminatiya PDK ê û dijminatiya rêbaza siyasî ya Barzanî ava kir. Lê piştî sala 2013’an ev rewş gihişte qonaxên pirr cuda. Êdî PKK ê xebatên xwe yên leşkerî û siyasî li ser esasê ajandeya Îranê meşand. Bi serkêşiya hêzên Îranî-Şîe yên ku dixwazin Herêma Kurdistanê têk bibin tevgerîya. Em dikarin hin kawdanên Cemîl Bayik- PKK ê yên di vê pêvajoyê de bi kurtasî wiha binirxînin.

1- Têkiliyên nerm ên di navbera PDK û PKK ê de ku ji sala 2000 î ve hebûn, bi dawî kir. Û Bayik PKK dîsa kişand ser xeta YNK ê.

2- Di sala 2013’an de hevdîtinên Kongreya Neteweyî ya Kurd têk bir.

3- Bi astengkirina Yekitiya Kurdan li Rojava hemû pêvajo xera kir. Hevgritina di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê hilweşand.

4- Li herêmên nakok ên weke Şengal-Mexmûr-Kerkûk bi piştgiriya Îranê hêzên leşkerî bi cih kir. ev hêz bi Bexdayê ve girêda û kir beşek ji Heşdî Şabî.

5- Medyaya şerê taybet li dijî nasnameya îdarî, siyasî û aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrand û êrişên li ser Herêmê rewa kir.

6- ji bo êrişî hêzên Pêşmerge bike amadekarî kirin.

7- Hewl da ku nakokîyên siyasî yên di nav hêzên herêmî de gûr bike û li Başûr alozîyan der bixe.

Dema ku em li van hemû xalan dinêrin tişta tê dîtin ev e; Plana Erbîlê planekî dijminkarîye bi dewletên Tirkiye û Îranê re li ser Başûr tê sepandin. Ji bo têkbirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ku bi hezaran şehîd, ked û firmêskên dayikan hatiye ava kirin. PKK ji sala 1999 an û vir ve bi vê planê xwe difiroşe dagirkeran û xwe li ser wê dijît. Ocalan ji bo dijminatiya Başûrê Kurdistanê bike ji aliyê dewleta Tirk ve pêşî lê hate vekirin ku siyaset bike. Îro jî heman tişt ji aliyê dewleta Îranê ve bi destê Cemîl Bayik tê kirin. Ji bo dijminatiya destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bike ji Cemîl Bayik re li Silêmaniyê mecale xebatkirinê hatîye ava kirin.

Kêmasîya herî mezin a Kurdan ew e ku êrîşên PKK ê yên ji salên 1990 an û vir ve li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nabînin û plana Erbîl ê û xeta îxanetê ye baş fêhm nekirî ne. Bi taybetî jî têkiliya pkk ê ya rojane bi hêzên ku dixwazin statuya Herêma Kurdistanê hilweşînin, ewqas xeternak e ku sedsala 21 an bi Kurdan bide winda kirin. PKK bi piştgiriya Îranê de êrîşî Hewlêrê dike. Heke Kurd dixwazin sedsala 21 an bibe sedsala çarenûsa azadiya kurdan, divê li hemberî vê xeta xiyanetkar a PKK ê têbikoşe.

Pustên heman beş